1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Girtiyên hatin qetilkirn şertên girtîgehê şermezar dikirin"
"Girtiyên hatin qetilkirn şertên girtîgehê şermezar dikirin",girtiyên,hatin,qetilkirn,şertên,girtîgehê,şermezar,dikirin

"Girtiyên hatin qetilkirn şertên girtîgehê şermezar dikirin"

Îbrahîm Ayhan: Girtiyên hatin qetilkirn şertên girtîgehê şermezar dikirin

A+ A-

Parêzerên Parlementerê BDP'ê Îbrahîm Ayhan li girtîgehê bi miwekîlê xwe Ayhan re hevdîtin pêk anîn. Parêzerê Ayhan Bekîr Benek, têkildarî hevdîtinê de axivî û wiha got: "Birêz Ayhan ji me re got girtiyên li koguşa C-15'an de diman şertên girtîgehê şermezar kirin. Wan bi xwe jî gelek caran serî li Wezareta Dadê dan lê lêkildarî binpêkirinê mafên mirovan de tu baş bûn pêk nehatin. Birêz Ayhan da zanîn ku berpirsiyarê komkujiyê Rêveberiya Girtîgehê û Wezareta Dadê ne."

Hate gotin ku li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê tu şer çênebûye û girtiyên edlî li hemberî şertên nebaş ên girtîgehê îsyan kirin û şewat derxistin. Parêzerê Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan Bekîr Benek bi miwekîlê xwe Ayhan re hevdîtin pêk anîn û navroka hevdîtinê vegot. Prz. Benek, diyar kir ku nêzî 30 deqe berê ketin girtgehê û dîmenên dîtin ew şoq kirin. Prz. Benek, anî ziman ku li baxçeyê girtîgehê 12-13 cenaze di torbeyan de dîtin û li korîdorê bi Îbrahîm Ayhan re hevdîtin pêk anîn. Benek, da zanîn ku Ayhan ji wan re got ku bûyer ji ber şertên nebaş ên bûyer derketin û wiha got: "Li girtîgeha kapasîteya wê 270 kesan 1200 girtî lê tên girtin. Li girtîgehê hemû binpêkirinên mafên mirovan pêk tên ji wan re got. Kesên li koguşa C-152an bi armanca şermezarkirina şertên girtîgehê şewat derxistin û hinek kes ji ber wê şewatê jiyana xwe ji dest dan û ev yekê komkujiyek e. Birêz Ayhan bi xwe gelek caran ji ber binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehê pêk tên serî li Wezarata Dadê û rayedarên din dan. Lê li Girtîgeha Rihayê tu başbûn pêk nehatin. Ev komkujî jî di encama vê yekê de pêk hatin."

'Ya hate kirin komkujiye'

Benek, da zanîn ku Îbrahîm Ayhan ji ber bûyerê gelek xemgîn bû wiha axivî: "Wî bi xwe jî ew cenaze dîtin. Got ku berpirsiyar Rêveberiya Girtîgehê û Wezareta Dadê ye. Li girtîgeha kapasîteya wê 270 niha 1200 girtî lê tên girtin. Li koguşên 6 kes lê bimînin 12, 16 heya 30 kes lê tên girtin. Li ser cihan 2 kes dimînin. Di şertên wisa de û germa havînê ya Rihayê ev yekê derxist holê. Ya li koguşa C-15'an pêk hat encama vê yekê ye. Ya pêk hat komkujiyek e."

'Me wahşet dît'

Benek, nêrînên xwe yên girtîgehê jî vegotin û wiha pê de çû: "Îtfaiye ketiye hundir û li hemû koguşan tedbîrên berfireh girtin. Tu şewat tunebû. Wahşet hebû û cenazeyên mirovan di torbeyan de hebûn. Li ser navê mirovahiyê, tiştekî mirovî pê bêşîne bû." Benek, diyar kir ku wan agahiya Îbrahîm Ayhan dê bi hinceta "Ewlehiyê" dê bibin Girtîgeha Dîlokê bîhîstin lê ev yek piştrast nekirin. Benek, anî ziman ku ew gumana bi vê yekê ji sirgûnan re bibe fersend. Benek, da zanîn ku li koguşên siyasiyan tu birîndar tunene.

Li aliyê din Dozgerê Komarê li girtîgehê lêkolînan berdewam dike.

Ligel vê yekê girtiyên birîndar dema ku ji girtîgehê derdixistin destên wan kelepçeyî bûn û bi çavdêriya leşkerên bi çek birin nexweşxaneyê.

(bd/mae)