Girtiyên jin ji Ban Ki Moon re name şandin
Girtiyên jin ên Girtîgeha Mîdyatê ji Ban Ki Moon re name şandin
Girtiyên Jin ên Girtîgeha Tîpa M a Mîdyatê ku 46 rojin di greva birçibûnê dene, nameyek ji Sekreterê Giştî ya Neteweya Yekbûyî (NY) Ban Ki Moon re name şandin û wiha got: "2 daxwazên me yên sereke azadiya Rêberê Gelê Kurd Brêz Ocalan û mafê gelê kurd ên demokratîk û zimanê zikmakî ye. Em ji NY'ê dixwazin ku li hemberî van daxwazên me bi hestiyar tev bigerin.
Girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîma M a Mîdyatê, der barê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku li 58 girtîgehên Tirkiyeyê 46 rojin didome de nameyek Sekreterê Giştî ya Neteweya Yekbûyî (NY) Ban Ki Moon re şandin. Name ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hate sansurkirin û gelek beşên nameyê bi pênûsa sor hate xêzkirin. Jinan di nameyê de wiha got: "2 daxuyaniyên me yên sereke azadiya Rêberê Gelê Kurd Brêz Ocalan û mafê gelê kurd ên demokratîk û zimanê zikmakî ye. Em ji NY'ê dixwazin ku li hemberî van daxwazên me bi hestiyar tev bigerin.
Girtiyên jin ên Girtîgeha Tipa M a Mîdyatê bi îmzeya Besiye Ozer, Farda Îldan, Emel Temel, Seçîl Bozkuş, Gullu Akman, Rihan Yildiz, Rojbin Perişan, Keser Tekîn, Elif Uludag, Hacer Yusuf, Esma Ayaz, Felek Gasyak, Sivin Yaman, Nurcan Bakir, Derya Moray, Ayşe Kara, Caziye Kabul, Zehra Tunç, Fatma Akçan, Şadiye Manap name nivîsandin û ji Sekretera Giştî ya NY'ê re şandin.
Jinan di nameya ku ji Ban Ki Moon re şand de wiha got: "Em li Tirkiyeyê 33 salin bi polîtîkayên înkar û îmhayê yên qirê re rû bi rû dîjîn. Ji ber ku dixwazin pirsgirêka kurd bi riya şer çareser bikin em niha di girtîgehê dene. Em ji bo ziman, çand, nasname û nirxên gelê kurd bidin jiyandin têdikoşin û ji ber van daxwazên xwe şên mirovane em hatine girtin. Li dijî daxwazên gelê kurd ên demokratîk û rewa şerekî dijwar ê înkar û îmhayê tê meşandin. Ev şerê ku ji berê de heye sibêjî bi dawi nabe. Ji ber piştgiriya YE, DYA û Îngîlîstanê û berjewendiya hikûmetê ya biçûk, helwesta li dijî gelê kurd didome."
Jinan helwesta Neteweyên Yekbûyî ya li hemberî pirsgireka kurd jî rexne kir û wiha berdewam kir: "Welatekî ku endamê saziya we ye hûn 33 salin çima li hemberî vî şerî û pirsgirêkê bêdeng in? Gelê kurd ew qasî ji bo aştiyê di nava têkoşînê de ye, dîsa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin tecrida herî giran de dijî. Mafê gelê kurd ê rewa û demokratîk tê înkarkirin. Di 3 salên dawî de girtîgeh bi nûneren gelê kurd tije kirine. Bi sedan girtiyên kurd ên siyasî ji bo mafê xwe yê rewa 46 rojin di grevê dene. Dîsa girtiyên PKK-PAJK'i dernakevin tu hevdîtinan. Em ji bo hestiyariyê vê nameyê ji wire dişînin."
2 daxwazên me hene
Jinan di nameyê de da zanîn ku 2 daxwazên wan ên sereke hene û wiha dawî li li nameya xwe anîn: "2 daxwazên me yên sereke azadiya Rêberê Gelê Kurd Brêz Ocalan û mafê gelê kurd ên demokratîk û zimanê zikmakî ye. Em ji NY'ê dixwazin ku li hemberî van daxwazên me bi hestiyar tev bigerin. "
(mae)