1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Girtiyên nexweş dimirin dengê wan bibihîzin'
'Girtiyên nexweş dimirin dengê wan bibihîzin',girtiyên,nexweş,dimirin,dengê,wan,bibihîzin

'Girtiyên nexweş dimirin dengê wan bibihîzin'

A+ A-

09:16 20.10.2013 1 / 7 AMED (DÎHA) - Girtiyê nexweş Ferît Orak ê li Girtîgeha Sergirtiya ya Tîpa M a Bandirma tê girtin, tevî gelek nexweşiyên wî jî Nexweşxaneya Dewletê ya Bandirma rapora, "Nexweşiya girtî ya heyî ji bo cezayê xwe bikişîne qet ne pirsgirêk e" da. Dayik Besna Orak li ser vê yekê got, "Kurê min ji ber nexweşiya kezeba xwe nikare nefesê bistîne. Laşê wî dibe îltîhab. Girtiyên nexweş dimirin dengê wan bibihîzin."

Di sala 2008'an de piştî meşa şermezarkirina li hember jêkirina pora Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Ferît Orak bi îdîaya ala li baxçeyê dibistana dayikê daxistiye tê binçavkirin. Piştî îfadeyê ku tê berdan careke din li ser biryara dozger tê girtin. Orak di heman salê de li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa D a Amedê di 15'ê Sibatê salvegera "komploya navneteweyî" de bedena xwe dide ber agir. Piştî tedawiyê ku careke din dişînin girtîgehê piştî 2 salan 17 sal û 6 meh ceza lê tê birîn. Orak di girtîgehê de nexweş dikeve. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Bandirma di 16'ê Nîsana 2013'an de rapora "Nexweşiya girtî ya heyî ji bo cezayê xwe bikişîne qet ne pirsgirêk e" ji bo Orak tê dayîn.

'Nasnameya me sedema gelek cezayan e'

Dayik Besra Orak, diyar kir ku berê tu nexweşiyeke giran a kurê wê nîn bû, lê piştî ket girtigehê nexweşiyên wek, romatîzma, kirêç, sînuzît, prostat û hwd. rû dan. Dayik Orak got ku kurê wê 5 sal in di girtîgehê de ye û bi bîr xist ku kurê wê xwestiye bi zimanê xwe parastina xwe bike, lê belê di zabitnameyan de wek "Zimanê nayê naskirin" hatiye qeydkirin. Dayik Orak di dewama axaftina xwe got, "Nasnameya me sedema gelek cezayan e. Ji ber kurdîtiya me kurê min bê mahkeme ceza kirin." Dayik Orak anî ziman ku ji bo rewşa kurê xwe serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD)'ê Şaxa Amedê daye, her wiha ji bo cezayê kurê wê bê taloqkirin serî li Wezareta Edaletê daye, lê belê wezaretê tu bersiv nedaye.

'Girtiyên nexweş dimirin dengên wan bibihîzin'

Dayik Orak banga derketina kolanan li malbatên girtî kir û ev xal destnîşan kirin, "Eger pêwîst bike, ez ê bikevim greva birçîbûnê da ku dinya û dewlet dengê me bibihîze. Bila hestên me fêm bikin. Bila zanibin bê zarokên me di çi rewşê de ne. Jiyaneke bêrûmet li ser me ferz dikin. zarokên me ji bo jiyaneke bi rûmet têkoşînê pêş dixin. Ez bi kurê xwe serbilind im. Girtiyên nexweş dimirin, dengên wan bibihîzin."

(yş/mae)