Girtiyên nexweş piştî mirin dikarin derkevin!
09:37 18.02.2014
OMER ÇELÎK
STENBOL (DÎHA) - Girtiyê nexweş Abdullah Kalay ê li Girtîgeha Kandira Tîpa F Hejmar 2 dimîne tevî ku rapora "Nikare li girtîgehê bimîne" wergirtiye jî Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê biryara "Ji bo di girtîgehê de bimîne tu pirsgirêk tune ne". Malbatê nerazîbûn nîşanî biryarê dan û gotin, "Li vî welatî girtî, bi awayekî mirî ji kategoriya nexweş derdikevin."
Saziya Tiba Edlî ku di mekanîzmaya burokratîk de yek ji saziyên ku têkildarî çarenûsa girtiyan gotina dawî dibêje, li biryarên ku girtiyên nexweş di nav çar dîwaran de heps dike yeka nû zêde kir. Girtiyê nexweş Abdullah Kalay ê li Girtîgeha Kandira Tîpa F Hejmar 2 dimîne tevî ku ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Pêkanînê ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Kocaelî rapora "Nikare li girtîgehê bimîne" wergirtiye jî Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê biryara "Ji bo di girtîgehê de bimîne tu pirsgirêk tune ne". Biryara ku hat dayîn nêzîkatiya dewletê ya li hember girtiyên nexweş jî nîşan dide.
'Girtî bi awayekî mirî ji kategoriya nexweş derdikevin!'
Malbata Kalay diyar kir ku zêdetirî 2300 girtî ji ber şert û mercên nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dane û wiha got, "Li vî welatî girtî, bi awayekî mirî ji kategoriya nexweş derdikevin. Tiştên li ber çavên me çêdibin ma ne komkujî bin çi ne, gelo? Em careke din dibêjin û heta hêza me bigihêjê em ê bêjin. Divê Abdullah Kalay û girtiyên din ên nexweş tavilê bên berdan."
(yş/mae)