Girtiyên nexweş yên Amasyayê nayên dermankirin
08:51 30.01.2014 1 / 2 EDENE (DÎHA) – Birayê girtiyê nexweş Ergun Çîçek Yakup Çîçek, diyar kir ku birayê wî bi nexweşiya gurçik, mîde, nexweşiya qirikê ye, lê ji ber helwesta keyfî ya îdareyê nayê dermankirin. Çîçek, da zanîn ku ew ji ber rewşa birayê xwe bi fikar e.
Girktiyên nexweş her ku diçe hêjmara wan zêde dibin. Girtiyên rewşa wan giran jî nayên dermankirin û nayên berdan. Girtiyên ku nayên dermankirin roj bi roj nexweşiyên wan li wan giran dibin. Malbatên girtiyên nexweş bi fikar in û dixwazin bi lezgîn zaroên wan bên dermankirin. Bi taybetî pişti ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêvajoya çareseriya demokratîk da destpêkirin, li bendê bû ku girtiyên nexweş serbest bên berdan, lê girtiyên nexweş ne tên dermankirin û nejî serbest bên berdan.
Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehan gelek mafên mirovan hatin binpêkirin û cezayên li welatiyan hatiye birîn li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Li gorî ÎHD'ê li Tirkiyeyê hêj zêdeyî 550 girtiyên neweş hene û rewşa 163 girtiyan jî pir giran e. Di vê pêvajoya çareseriyê de girtî nayên dermankrin. Herî dawî girtiye siyasî yê Girtîgeha Tipa E ya Amasyayê Ergun Çîçek, diyar kir ku ji ber helwesta keyfî ya girtîgehê zextên li ser wan zêde dibin û nayên dermankirin.
Birayê min bi zanebûn nayê dermankirin
Birayê girtiyê nexweş Ergun Çîçek Yakup Çîçek, diyar kir ku birayê wî bi nexweşiya gurçik, mîde, nexweşiya qirikê ye, lê ji ber helwesta keyfî ya îdareyê nayê dermankirin. Çîçek, da zanîn ku ew ji ber rewşa birayê xwe bi fikar e. Çiçek anî ziman ku birayê wî 3 salin girtî ye û wiha got: "Birayê min bi idîaya Endamê rêxistinê ye rastî 6 sal û 8 meh cezayê girtîgehê hat. Birayê min salek e li Girtigeha Tîpa E ya Amasyaye hikûm xwariye. Demek dirêje pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hene. Di 28'ê Çile de bi telefonê li me geriya. Ji ber pekanên keyfî yê îdareyê birayê min nayê dermankirin. Niha rewşa birayê min di talûkeyê de ye. Bêyî hincetan nîşan bide birayê min derman nakin. Birayê min di telefonê de ani ziman ku gelek girtî nexweş in û nayên dermankirin. Em ji ÎHD'ê dixwazin ku der barê rewşa wan de lêkolîn bike. Çiçek ji bo alîkariya hiqûqî serî li Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê da.
Têkildardî mijarê rayedarên girtîgehê jî anî ziman ku ger serlêdanek fermî be dikarin bersîvê bidin pirsan lê niha nikarin bersîv bidin.
(mae)