Girtiyên PAJK'î: Tecawiza li girtîgehê Êlihê rast e
Girtiyên PAJK'î yên li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê, îdîaya tecawiza li girtîgehê pêk hat piştrast kir
Girtiyên PAJK'î yên li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê, îdîaya tecawiza li girtîgehê pêk hat piştrast kir. Di rojên borî de girtiyekî li Girtîgeha Êlihê nameyek ji Baroya Êlihê û Serdozgerê Komarê re şand û îdîa kir ku girtî 29 salî A. O, li girtîgehê tecawizî zaroka 17 salî A.S. kiriye. Girtiyên PAJK'ê diyar kirin ku wan ev îdîa lêkolîn kiriye û ev îdîa rast e. Girtiyan, anîn ziman ku hevsera Midûrê Girtîgehê berpirsiyarê vê yekê ye.
Di rojên borî de girtiyekî li Girtîgeha Êlihê nameyek ji Baroya Êlihê û Serdozgerê Komarê re şand û îdîa kir ku girtiyê 29 salî A. O, tecawizî girtiya odeya jinan a 17 salî A.S. kiriye. Girtî, di nameya xwe de anî ziman ku girtiyê 29 salî A. O di 2007'an de li gundê Salhî yê navçeya Mîdyata Mêrdînê Keşîş Edip Gabrîel revandibû û li hemberi wê 330 hezar euro fidye xwestibû. Girtî anî ziman ku piştî A.O. hate girtin rastî 5 sal cezayê girtîgehê hat û şandin Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê. Girtî îdia kiribû ku A.O., li girtîgehê tecawizî zaroka 17 salî A.S. kiriye. Li ser vê mijarê girtiyên PAJK'ê daxuyaniyek nivîskî da û anîn ziman ku îdîa rastin.
Jinan bi A.S. re hevditin pêk anîn
Girtiyên PAJK'î anîn ziman ku piştî îdîayê bi girtiyên jin ên koxuşên edlî re ketin têkiliyê û wiha nivîsandin: "Me bi çend jinên li koxuşê re têkilî danî. Hemû jin xwedî tirsek mezin bûn. Dîsa em bi zaroka 17 salî 'A.S' re jî ketin tekiliyê û me hevdîtin pêk anî. Bi wêre tirst û tatolekek pir mezin hebû. Ji ber ku girtiyên din li cem wê bû baş xwe neanî ziman. Di hevdîtinan de me bi Hevsera Midûrê girtîgehê K.A. û dozger re jî hevdîtin pêk anî. "
'1'emîn Midûr û hevsera wî berpirsiyar e'
Jinan, di berdewama nameya xwe de anîn ziman ku ev bûyerên bi vî rengî zêde li odeyên jinên edlî pêk tên û her tim mafê wan tên binpêkirin. Jinan, anîn ziman ku niha dixwazin vê pêkanîna li girtîgeha Êlihê bincil bikin û bûyerê veşêrin. Jinan, da zanîn ku mijar û bûyer çi dibe bila bibe berpirsiyarê vê yekê 1'emîn Midûre Girtîgehê û hevsera wî K.A. ye û wiha nivîsandin: "Kesê zaroka 17 salî A.S. tune.
Jinan serlêdana sûc kir
Jinan anî ziman ku ji ber der marê mijarê de tu lêpirsîn nehatiye kirin wan serlêdana sûc kiriye. Jinan, da zanîn ku êdî girtîgeh ji bo girtiyan bûye warê îşkenceya fîzîkî û derûnî û wiha nameya xwe bedewam kirin: "Ev bi polîtikayên AKP'ê ve girêdayi ne. Nêzîkatiya Erdogan ya li hemberî jinê durû ye. Girtîgeh kirine wargehên îşkenceya fîzîk û derûnî. Em vê nêzîkatiyê qet qebûl nakin."
Banga saziyên jianan
Girtiyên PAJK'î bang li hemû saziyên jinan kirin ku bi hestiyar tev bigerin û wiha dawî li nameya xwe anin: "Bûyerên ku li Girtigeha Êlihê pêk tê, berdewama polîtîkaya wî ya 'Zarok bin jî, jin bin jî tiştê hewce dê bê kirin' nîşan dide. Li girtigeha Pozantiyê zarok û li Elihê jî jin rastî tacîz û tecawizê tên. Em van pekanînen qirêj şermezar dikin û dixwazin her kes li hembrî wê derkevin. "
(mae)