1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Girtiyên zîndana Urmiyê dawî li çalakiya xwe anîn
Girtiyên zîndana Urmiyê dawî li çalakiya xwe anîn,girtiyên,zîndana,urmiyê,dawî,li,çalakiya,xwe,anîn

Girtiyên zîndana Urmiyê dawî li çalakiya xwe anîn

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên Kurd, piştî 33 rojan, bi daxuyaniyekî bi dawî bû. Di daxuayniyê de hat destnîşankirin ku ew greva xwe ya birçîbûnê serketî dibînin û ji bo wê jî dawî li vê çalakiyê tînin.

Di daxuyaniya girtiyên kurd ên li Girtîgeha Urmiyê de wiha hat gotin: “Em girtiyên siyasî di zindana Urmiyê de 33 roj e ji bo bidawî anîna zext û gefên Komara Îslamî di greva birçîbûnê de ne. Di encama nerazîbûnên me de, berpirsên Komara Îslamî ya Îranê bi me re axivîn û diyar kirin ku nêzî 40 kes ji zindaniyên edlî veguhestine beşên din û 13 girtiyên siyasî jî ku beriya niha şandibûn beşên din dîsa vegerandine beşa 12'an a zindanê. Her wiha soz dane ku eger greva birçîbûnê bi dawî bibe, ew ê daxwazên me têxin meriyetê. Ji bo wê jî me biryar girt ku em dawî li çalakiya xwe bînin û me bangawaziya KODAR’ê erênî bersivand. Her wiha em wek girtiyên li zindana Urmiyê, spasî û rêzên xwe pêşkêşî hemû gelê xwe dikin ku di vê pêvajoyê de bi xebatên cur bi cur piştgiriya me kirin û em bi tenê nehiştin. Girtiyên Zîndana Urmiyê"

(wk)