Girtiyên çalakger AKP hişyar kir: Hûn bê minetin
Girtiyên li Girtîgeha Sîlîvriyê ketin çalakiya greva birçûbûnê, bang li hikûmeta AKP'ê û kesên ku ji wan dixwazin dest ji çalakiyê berdin kir û gotin dê ji berê bêtir li çalakiya xwe xwedî derkevin û hikûmet bê minet e.
Girtiyên li Girtîgeha Sîlîvriyê ketin çalakiya greva birçûbûnê, bang li hikûmeta AKP'ê û kesên ku ji wan dixwazin dest ji çalakiyê berdin kir û gotin dê ji berê bêtir li çalakiya xwe xwedî derkevin û hikûmet bê minet e. Girtiyan, diyar kirin ku kes nikare azadiyê diyarî wan bike û ew dê bi têkoşîna xwe azadiyê bi dest bixin. Girtiyan, anîn ziman ku ew ne pirçiyên xwarinê ne û çi ji destê AKP'ê tê bila bike.
Girtiyên siyasî yên di 24'ê Îlonê û 15'ê Cotmehê de li Girtîgeha Tîpa L a Sîlîvriyê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û daxwaza mafê gelê kurd ên demokratîk ketin greva birçîbûnê, bertek nîşanî hewldanên hikûmetê da û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê bila vala nekeve nava hewldanan û ew heta dawî dê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û mafê xwe yên demokratîk û rewa têbikoşin. Girtiyan, da zanîn ku wan bedel dane ber çavê xwe û dest bi çalakiyê kirine û bedelê wê çi dibe bila bibe dê çalakiya xwe heta dawî bidomînin. Girtiyên ku di nava xwe de roportaj amade kirin û ji ajansa me DÎHA'yê re şandin. Girtiyan di nameya xwe de helwesta xwe ya li hemberî hikûmetê û biryara xwe anîn ziman.
'Em gav bi gav ber bi azadiyê ve diçin'
Girtiyê siyasî Mehmet Baki Bingol ku ji 24'ê Îlonê de di greva birçîbûnê de ye armanca xwe û biryara xwe wiha anî ziman: "Armanca min bersivandina min a wîjdanê mirovahî ye. Em jî dixwazin gelê kurd wekî gelê din ê cihanê xwedî maf û azadi be. Baweriya me ji bo aştî, wekhevî û azadiya gelan e. Em di dijî vê feraeta koletiyê ku ji kurdan dixwazin jiyanek azad diparêzin û ji bo wê têdikoşin. Li ser vê bingehê daxwaza me ya sereke di vê pêngava ku em gav bi gav ber bi azadiyê ve diçin de Azadiya Rêberê me ye û ya din azadiya mafê gelê me ye."
'Ji niha de sereftin'
Girtiyê di sala 1972'an de li Amedê ji dayik bû berê 10 salan girtî ma û serbest hate berdan û dîsa di sala borî li Stenbolê ji doza KCK'ê hate girtin Mumtas Aydeniz, diyar kir ku ew bi hêz û baweriyek mezin têkoşîna xwe di yek hucreyê de berdewam dikin û Aydeniz, anî ziman ku di vê pêvajoya dîrokî de wekî neferekî kurd ji bo xwedî rolekî dîrokî bin ji bo wan rûmet û şeref e û ew dixwazin vê rola xwe baş bilîzin. Aydenîz, anî ziman ku dê çalakiya xwe heta dawî berdewam bikin û wiha got: "Em bang li her kesî dikin ku her kes li mafê xwe xwedî derkeve û em ji niha de ji hemû kesan re dibêjin serkeftin."
'Em tu carî gavan paşve navêjin'
Girtiyê ji Sêrtê Arif Yilmaz, jî diyar kir ku ji bo sedhezaran kes nemirin wan bedena xwe dane ber mirinê û wiha got: "Armanca me ya sereke hilweşandina pergala Îmraliyê ye. Em dê li hundir û gelê me dê li derve têbikoşin û di ber xwe bidin. Em dê pergala Îmraliyê hilweşînin. Divê em tu demê ji dayîna bedelan netirsin."
Girtiyê bi navê Şeyhmus Kalkan jî anî ziman ku jiyanek bi rûmet di berxwedana topyekun re derbas dibe û gelê kurd li cîhanê xwedî nifûsa 40 milyon e û wiha got: "Em li dijî pemû polîtîkayên hikûmetê yên înkar û îmhaya kurdan bedena xwe didin ber mirinê. Ji bo pirsgirêka kurd di bingeha demokrasî, aştî û wekheviyê de çareser bibe em dê heta dawî têbikoşin."
'Divê li hemberî hişmendiya Dehaqan em bibin Kawa'
Girtiyê bi navê Ridvan Balku jî anî ziman ku ew niha di pêvajoya mizgîniya azadî û serkeftinê re derbas dibin û wiha axivî: "Kurd ji çanda berxwedanê û têkoşînê tên. Gelê kurd li hemberî dehaqan di ber xwe da. Niha jî dê tev bibin Kawa. Em dê li dijî hişmendiya AKP û Erdogan a Deheqî tev bibin Kawa. Em dê kevneşopiya Çaran berdewam bikin û heta dawî têbikoşin. Me berê got 'Berxwedan jiyane' û em dîsa dibêjin."
Bi gotina Seyit Riza bersîv da hikûmetê
Girtiye bi navê Osman Kaşut ku diyar kir ew coş û heyecana xwe ya çalakiyê parvedike jî wiha got: "Di sedsala 21'an de li Rojhilata Navîn polîtikayên înkar û îmhayê li ser gelê kurd berdewam dikin. Dixwazin dîsa gelê kurd bê nasname û statu bilêhin. Hikûmeta AKP'ê li hemberî vê têkoşîna gelê kurd bêçare maye. Tecrîda AKP'ê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dide meşandin nayê qebûlkirin. Tecrîda ku bi hevkariya hêzên navneteweyî dest pê kir îro didome. Gelê kurd dixwaze bi zimanê xwe bijî. Lê îro zimanê kurdan li wan tê qedexekirin. Di salên 80'yî de li Zindana Amedê digotin bi tirkî biaxive pir biaxive. Ji kesên ku ji mere dibêjin hûn şov dikin em gotina Pîr Seyit Riza bi bîra wan dixin û dibêjin, Em li hemberî derew û lîstikên we serî danînin. Em bi lîstik û derewê we re derneketin serî ev ji bo me bû dert. lê hûn jî li hemberî zilma we serî danînin ev dê di zikê we de bibe dert."
'Tecrîd me dixe nava fikaran'
Girtî Mehmet Selîm Çelîk ê di sala 1972'an de li navçeya Stewrê ya Mêrdînê ji dayik bû jî anî ziman ku ji do dowî li şerê 30 salan bê û kuştin bi dawî bibe têdikoşin û wiha got: "Brêz Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15 mehên dawî de nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk bîne û di bin tecrida herî giran deye. 2 daxazên me hene. Yek jê heta tecrîd bi dawî bibe ya din jî parastina zimanê zikmakî ye.
'Hûn bê minet in'
Aslan Ekşîoglu, jî anî ziman ku Ocalan ji bo wan xeta sor e û wiha got: "Ger ku em ji bo daxwazên xwe bedena xwe didin ber mirinê xuya dike ku em çiqas mafdar û dozdar in. Xuya dike ku em çiqas qîmet didin jiyanê û çaresekiyê. Ji bo rê li pêşiya siyaseta demokratîk vebe em vê çalakiyê pêş dixin. Ji bo me rêberê me xeta sor e. Heta tecrîd bi dawî bibe û Brêz Ocalan bigêje azadiya xwe dê çalakiya me berdewam bike. Em dibêjin hûn çi dikin bikin hûn bê minet in"
'Tecrida li îmraliyê mînaka wê tune'
Girtiyê bi navê Îsmail Adanmiş jî anî ziman ku sedema çalakiya wan bertekên li dijî tecrîda Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. 15 mehin tecrida girankirî didome.
Girtiyên bi navê Nîhat Ograş, Şemsettin Dulek Feremez Erkan, Mehmet Beyazıt, Ahmet Ece, jî biyara xwe anîn ziman û diyar kiin ku armanca wan a sereke azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û daxwaza parastina zimanê zikmakî û azadiya mafê gelê kurd ên demokratîk e. Girtiyan, da zanîn ku hikûmeta AKP'ê nikare bi polîtîkayên şolî wan ji doza wan dûr bixe û heta bigêjin armanca xwe dê têkoşîna xwe bi biryar û israr berdewam bikin.
DİHA