Girtî dixwazin dengên wan bên bihîstin
09:58 14.02.2014
ENQERE (DÎHA) - Nameyên ji girtîgehên Kocaelî, Şakran, Dîlok, Trabzonê hatine şandin careke din awir zivirandin ser zext û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan. Girtiyê nexweş Tarkan Ugurlu yê li Girtîgeha Kocaelî Tîpa F dimîne ji bo were tedawîkirin berî niha bi 20 rojan bedena xwe da ber mirinê.
Girtiyê nexweş Tarkan Ugurlu yê li Girtîgeha Kocaelî Tîpa F dimîne tevî ku doktoran nexweşiya wî teşhîs jî kirine nayê tedawîkirin. Ugurlu ji ber vê berî niha bi 20 rojan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir û têkildarî çalakiya xwe nameyek ji DÎHA re şand. Ugurlu anî ziman ku di sala 2012'an de piştî ket greva birçîbûnê bi nexweşiya Hepatit-C, ketiye û doktoran jêre gotiye ku tenê dikare 3 salan bijî. Ugurlu bal kişand ser van xusûsan: "20 roj in di greva birçîbûnê de me. Heta ku ez ji Qanûna Înfaza Cezayê ya ji bo têkildarî tedawiya nexweşiyên Hepatit-C, Wernicke Korsakoff , 'cezayê girtî û hikûmxwaran dikare bê taloqkirin' feyde bigirim ez ê greva birçîbûnê dewam bikim."
'Eger randevu nehatibana betalkirin ez seqet nedimam'
Mehmet Yavuz jî ku ji Girtîgeha Sergirtî ya Alîaga a Îzmîr nameyek şand, diyar kir ku têkildarî zext û binpêkirinên mafan tevî ku bi rêveberiya girtîgehê re axivîne jî tu encam wernegirtine. Yavuz der barê nexweşiyên xwe de wiha got, "Berî niha bi mehekê ez li Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyurt a Îzmîrê emeliyat bûm. Tevî ku pêwîst e bi awayekî bi rêkûpêk divê ez biçim nexweşxaneyê jî nikarim biçim. Doktor randevu didin, lê roja randevuyê ya maşîne xerabe ye yan jî ji bo me nebin li ber derî taciz û heqaretan dikin. Eger randevu nehatibana betalkirin ez seqet nedimam."
Yavuz ligel vê da xuyakirin ku çawa kovara Demokratîk Modernîte dane wan hatiye komkirin û der darê weşanan de ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve gelek zext li hember wan hene. Yavuz bi kurtasî ev xal anî ziman, "Pirtûkeke ku di sala 1931'ê de hatiye nivîsandin bi sedema propagandaya PKK'ê dike nadin me. Li vir ÎMC TV jî qedexe ye. Kanalên Dunya, STV, Kanal 7 hene."
'Saziya Tiba Edlî dibêje nikare bimîne, lê dozger jî…'
Murat Gumuş ê li Girtîgeha Dîlokê ya Sergirtî Tîpa H dimîne têkildarî rewşa hevalê xwe yê nexweş Ramazan Ozalp nameyek şand. Ozalp ev agahî dan, "Hevalê Ramazan 21 sal e di girtîgehê de ye. Di sala 2011'an de ji mejiyê xwe emeliyat dibe. Piştî emeliyatê aliyê wî yê çepê felc dibe. Di sala 2012'an de cara duyemîn emeliyat dibe. Paşê tevayî diranên wî hilweşiyan. Tevî ku Saziya Tiba Edlî rapora 'nikare di girtîgehê de bimîne' da jî Dozgeriya Bakirkoy a Stenbolê biryara neyê tehliyekirin da."
Girtiyê edlî: Ez ê dest bi rojiya mirinê bikim
Girtiyê edlî Aydin Elverdî yê li Girtîgeha Trabzon a Sergirtî Tîpa E dimine di nameya ku nivîsandiye de diyar kir ku ji bo sewqî Girtîgeha Amedê bê kirin serlêdan kiriye, lê belê nehatiye qebûlkirin. Elverdî anî ziman ku ji ber kurd e daxwaza wî nehatiye qebûlkirin û got ku heke daxwaza wî neyê qebûlkirin wê dest bi rojiya mirinê bike.
(yş/mae)