1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Girtîgeha Mêrdînê ÎMC TV'yê sansur kir
Girtîgeha Mêrdînê ÎMC TV'yê sansur kir,girtîgeha,mêrdînê,îmc,tv,yê,sansur,kir

Girtîgeha Mêrdînê ÎMC TV'yê sansur kir

Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ÎMC TV ya ku di nava qanalên girtî lê temaşe dikirin de bû, hefteyek berê ji aliyê midurê girtîgehê ve bê hincet ji nava lîsteya weşana qanalên ku didin girtiyan hatiye rakirin

A+ A-

SERKAN KÛRT Hate zanîn ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ÎMC TV ya ku di nava qanalên girtî lê temaşe dikirin de bû, hefteyek berê ji aliyê midurê girtîgehê ve bê hincet ji nava lîsteya weşana qanalên ku didin girtiyan hatiye rakirin. Rêvebirên girtîgehê der barê mijarê de agahî nedan û dozger wekî mûxatap nîşan dan.

Televîzyona ÎMC TV'yê di 1'ê Gulanê 2011'an de bi armanca bibe dengê kesên ku dengê wan hatiye tepisandin û gelên bindest dest bi weşana xwe kir. Ji roja ku dest bi weşanê kir ÎMC TV di koxûşên Girtîgeha Mêrdînê ya Tîpa E'yê de tê temaşekirin û cihê xwe di nava lîsteya weşanê ya qenalên ku didin girtiyan de girt. Hate zanîn ku hefta borî ÎMC TV bi awayekî kêfî hate sansûrkirin û astengkirin. Girtiyan dema vê yekê ji rêvebiriya girtîgehê pirsî, sedema birîna weşana televîzyonê hîn nebûn.

Girtîgeh berpirsyariyê arasteyî dozgeriyê dike

Rêvebirên girtîgehê da zanîn ku agahiya wan der barê sansûrkirina ÎMC TV'yê tune ye û mûxatabê mijarê Dozgeriya Girtîgehê ye. Rêvebirê girtîgehê yê ku bi me re axivî diyar kir ku ew nikarin agahî bidin.

(ab/mae)