Girtîgehê nameya ji saziyên navneteweyî re hatin şandin desteser kir
Girtiyê girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Kiriklarê Mehmet Yayan, der barê çalakiya xwe de nameya bi zimanê îngilîzî ji Neteweyên Yekbûyî NY, Greenpeace, Radyoya Navneteweyî Çîn (CRI), Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyi, Parlamentoya YE'ê, Rêxistina Efoya Navneteweyî re şandin
Girtiyê girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Kiriklarê Mehmet Yayan, der barê çalakiya xwe de nameya bi zimanê îngilîzî ji Neteweyên Yekbûyî NY, Greenpeace, Radyoya Navneteweyî Çîn (CRI), Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyi, Parlamentoya YE'ê, Rêxistina Efoya Navneteweyî re şandin. Yayan, da zanîn ku nameya wî bi awayekî keyfî hate astengkirin.
Girtiyê girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Kiriklarê Mehmet Yayan, der barê armanca çalakiya xwe de nameya bi zimanê îngilîzî ji Neteweyên Yekbûyî NY, Greenpeace, Radyoya Navneteweyî Çîn (CRI), Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyi, Parlamentoya YE'ê, Rêxistina Efoya Navneteweyî re şand. Yayan, der barê zextên li ser xwe û tenduristiya xwe de faksek ji ajansa me DÎHA'yê re şand. Yayan, anî ziman ku ji roja dest bi çalakiyê kiriye heta niha nameyan ji saziyên sivîl ên neteweyî û navneteweyî re dişîne, lê nameyên wî ji aliyê rayedarên girtîgehê ve bi awayekî keyfî tên astengkirin û desteserkirin. Yayan, da zanîn ku bi taybetî nameyên ku wî ji Neteweyên Yekbûyî NY, Greenpeace, Radyoya Navneteweyî Çîn (CRI), Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyi, Parlamentoya YE'ê, Rêxistina Efoya Navneteweyî re bi zimanê îngîlîzî şandin hatin desteserkirin. Yayan, da zanîn ku ew nikare daxwazên xwe ji tu kesî û saziyan re ragihîne û dengê wî û daxwazên wî ji aliyê rayedarên girtîgehê ve tê astengkirin. Yayan, da zanîn ku ji ber girtî nikarin daxwaz û pirsgirêkan ji saziyên navneteweyî re ragihînin hikûmet û Serokwezîr rastiyê berovajî pêşkêş dike.
Yayan, da zanîn ku li gel 9 hevalên xwe 30 rojin di grevê de ye û êdî zingînî ji guhê girtiyan tê, ber çavê wan reş dibe, movikên hestiyê wan diêşin. Yayan, da zanîn ku girtî li gel van nenexweşiyan xwedi moral û hez in.
DİHA