1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Gokkan kontrola doktoran red dike
Gokkan kontrola doktoran red dike,gokkan,kontrola,doktoran,red,dike

Gokkan kontrola doktoran red dike

Çalakvana rojiya mirinê Gokkan diyar kir ku muayine nabe

A+ A-

13:17 02.11.2013 MÊRDÎN (DÎHA) - Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan ku 4 rojin ji bo lêkirina "Dîwarê Şermê" yê di navbera Nisêbîn û Qamişlo de tê avakirn şermezar bike çalakiya xwe berdewam dike, tenduristiya wê giran dibe. Şaredar Gokkan, diyar kir ku ji ber helwesta polisan dê ji niha û şûnde muayine nebe.

Şaredara Nisêbînê li dijî avakirina "Dîwarê şermê" yê li ser sînorê Nisêbîn û Qamişlo tê avakirin, bi tena serê xwe 4 rojin çalakiya Rojiya Mirinê berdewam dike. Gokkan, li gel hemû hewldanên îknakirinê çalakiya xwe berdewam dike. Çalakiya Gokkan ku di raya giştî de dengekî mezin veda ji aliyê gelek kesên din ve rastî piştgiriyek mezin tê. Doktoran diyar kir ku ji ber çalakiya Rojiya Mirinê tenduristiya Gokkan xera dibe û pirsgirêka wê ya tansiyonan heye. Lê Gokkan diyar kir ku dê ji ber helwesta polîsan a li hemberî wê û gel êdî destûr nede ku muayine bibe. Yekîneyên tenduristiyê îro saet di 09.00'an de çûn ser sînor û Şaredara Nisêbînê Gokkan muayine kirin. Doktoran diyar kirin ku tansiyonên gokkan di navbera 11-7, şekire xwînê 73, nabzê wê 84'in û strasyonun jî 99 e. Piştî kontrola dawî Gokkan diyar kir ku wê biryar da ku êdî kontrol nebe. Gokkan, da zanîn ku sedema vê biryarê jî ji ber ku polîsan ji duh ve derdorê wê pêça ye û mudaxaleyî girsê kiriye. Dayika Şaredara Nisêbînê Gokkan Lutfiye Gokkan jî xwest biçe keça xwe bibîne, lê polîsan destûr neda wê. Ji bo piştgiriya Gokkan girse hêdî hêdî diherike ser sînor û piştgiray ji bo Gokkan zêde dibe. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî ji bo piştgiriyê bide Gokkan çû Mêrdîn.

Hat zanin ku zarokên Qamişlo ku ji bo piştgiriyê bidin Şaredar Gokkan hatin ser sînor rastî êrîşa leşkeran a çekdarî hatin.

(mae)