1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Gola Wanê di talukeyê de ye
Gola Wanê di talukeyê de ye,gola,wanê,di,talukeyê,de,ye

Gola Wanê di talukeyê de ye

A+ A-

4 Pûşper

WAN (DİHA) - Gola Wanê ji ber mezinbûna bajar û bermayiyên ava qirêj a malan gol qirêj dibe. Dekanê Fakulteya Hilberînên Avê yê Zanîngeha Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Mustafa Sari, balkişand ser HES û bendavên li ser çavkaniyên avê yên dihatin golê, heke bên astengkirin gol dê têk biçe.

Sibê 5'ê Hezîranê Roja Hawirdora Cîhanê ye, lê qirêjî û kareset hawirdorê ya bi destê mirovan pêk tê xweza hatiye astan neyê jiyîn. Di salên dawî de li Wanê ji ber her diçe bajar mezin dibe û nifusa wê zêde dibe, Gola Wanê qirêj dibe û hatiye asta talukeyê. Bermayiyên tesîsa parzînbûna ava bajar, ocaxên kevir ên derdora golê û bendavên li ser çavkaniyên golê tên çêkirin pêşeroja golê ber bi xetereyê ve dibe. Ligel vê yekê nifusa mirovan ên li derdora golê dijîn golê qirêj dikin. Dîsa masiyên încî kefalî yên tenê di Gola Wanê de dijîn ji ber qirêjî û nêçîra şaş ber bi tunebûnê ve diçe. Înîsiyatîfekî sivîl û an jî şaredariyên li ber golê tedbîran negirin Gola Wanê ya ji gelek şaristaniyan re maluvanî kir û gola herî mezin a Tirkiyeyê ber bi tunebûnê ve dê biçe. 17 sal in Hîndekarê Zanîngeha Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Musatafa Sari li ser masî û nêçîra qaçax a masiyan lêkolînê dike. Sari balkişand ser HES û bendavên li ser çavkaniyên Wan û Gola Wanê û diyar kir ku heke ev neyên astengkirin gol dê ber bi tunebûnê ve biçe.

'Her tim Gola Wanê winda kir'

Sari, anî ziman ku Gola Wanê ji cîhên herî bi qîmet ê cîhanê û ekosîstemê ye. Sari, da zanîn ku welatiyên li dora golê dijîn bermayiyên derdorê raste rast an jî bi riyên din diavêjin golê û wiha got: "Îro li derdora Gola Wanê zêdehî mîlyonek mirov dijîn. Hemû bermayiyên van kesan diçin golê." Sari, bilêv kir ku di salên dawî de xebatên çêkirina tesîsên parzînbûnê yên bermahiyên avê li dora Gola Wanê dimeşînin lê ev tesîs bi rêk û pêk naxebitin.

'Divê dewlet hawirdorê biparêze'

Sari, destnîşan kir ku tu hewzeyên avê yên Tirkiyeyê qasî hewzeya Gola Wanê fireh nîn e û wiha axivî: "Wan û Gola Wanê di aliyê çavkaniyên avê de gelek girîng e. Divê em van çavkaniyan bi çêkirina HES, bendav û şaş bikaranînê qirêj nekin. Dewlet neyînî nêzî hawirdorê dibe. Pêşketin û hawirdor hev û du temem dikin. Divê dewlet hawirdorê biparêze."

(bd/ça)


Bêjeyên Miftehî