1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Gorekî komî ya nû li Elkê derket holê
Gorekî komî ya nû li Elkê derket holê,gorekî,komî,ya,nû,li,elkê,derket,holê

Gorekî komî ya nû li Elkê derket holê

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) - Li qada Deryê Zerbîl a Kato Jîrka ya li navçeya Elkê ya Şirnexê komekî gorî ya ayîdî 12 endamên PKK'ê yên di pevçûnên di salên 1992-93'an de jiyana xwe ji dest dan derket holê.

Li herêma Derye Zerbîl a Kato Jîrka ya li navçeya Elkê ya Şirnexê gora komî ya ayîdî 12 endamên PKK'ê yên di pevçûnên di salên 1992-93'an de jiyana xwe ji dest dan hate dîtin û hate vekirin. Cerdevenê bûye şahidê komkujiyê û nexwest navê xwe bide piştî bûyer vegot gora komî derket holê. Serokê MEYA-DER'ê Mela Kasim Yîgît û koma pê re li herêmê lêkolîn kirin û kolandin pêk anîn û cenaze derxistin holê. Ji cenazeyan yek destên wî girêdayî hate dîtin.

Serokê MEYA-DER'ê Mela Kasim Yîgît, diyar kir ku şahidîniya komkujiyekî din ên li Kurdistanê xistin meriyetê kirin û wiha got: "Li vir dest û piyên wan hatine girêdan û dibe ku bi kîlometreyan di erdê de hatibin rakişandin. Bi awayekî dijmirovahî cenaze avêtine ser hev. Weke tê znaîn komkujiyên wisa li herêma Botanê gelek pêk hatin. Heya niha me 12 cenazeyên gerîlayan ji çalê derxistin. Îro em bi saya têkoşîna van zarokan û endama pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan li hestiyên zarokên xwe digerin. Êdî bes e bila ji vê axê re hiqûq, edalet pêk bê. Êdî me dixwazin li ser vê axê bîrên astê û komkujî pêk neyê aramî pêk bê."

'Dê li şehîdgehê bên definkirin'

Cenazeyên ji gora komî hatin derxistin dê bibin Şehîdgeha Kurtay Feraşîn a ku li Çiyayê Kato û piştî tesbîta nasnameya dê li wir bên definkirin.

(bd)