1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Gotin PKK'ê 'Revandiyê' di destê çeteyên tiryakê de derket
Gotin PKK'ê 'Revandiyê' di destê çeteyên tiryakê de derket,gotin,pkk,ê,revandiyê,di,destê,çeteyên,tiryakê,de,derket

Gotin PKK'ê 'Revandiyê' di destê çeteyên tiryakê de derket

A+ A-

2 Pûşper

SELMAN ÇÎÇEK/HULYA OKALÎN

AMED (DÎHA) - Li Amedê ev çend rojin hin malbatên zarokên wan tevli PKK'ê bûne çalakî lidardixin. Îdîaya malbata ew e ku PKK'ê zarokên wan bi "Zorê birine". Lê derket holê, zorek ê ku di hate gotin ji aliyê PKK'ê ve hatiye "Revandin" ji aliyê çeteyên tiryakê ve hatiye revandin. Vê bûyerê jî da nîşandan ku ka li ser malbatan lîstikên çewa tên lîstin.

Ev çend rojin hin malbatên zarokên wan tevli PKK'ê bûne, li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi îdîaya PKK'ê zarokên wan "Revandine" bi tewîqa AKP'ê û piştgiriya polîsan çalakî li dar dixin. Lê derket holê ku zarokê bi navê Serhat Oturmak ê ku ev çend rojin malbata wî bi heman hincete çalakî lidardixist ji aliyê çeteyên tiryakê ve ji Marmarîsê re hatiye revandin. Oturmakê 15 salî 2 roj beriya niha ji destê çeteyê reviya û hate cem malbata xwe. Piştî zarokê wan hat, malbatê jî dev ji çalakiyê berda. .

Piştî ku zarokê wê vegeriya malê dayîk Cemîle Oturmak, arastekirina polîsan vegot. Oturmak, diyar kir ku piştî di televîzyonê de çalakî dîtiye, çûyê Qada Deriyê çiyê û li wê derê kesekî ji wê re gotiye "Tu birûne. Wê heta 2 rojan zarokê te vegere".

Vê bûyerê jî da nîşandan ku ka li ser van malbatan lîstik, dek û dolabên çewa tên zivirîn. Malbata ku zarokê wan çeteyan birine Marmarîsê gelo ji ku "Zanîn" zarok çuye nava PKK'ê? Kî ji wan re ev agahî dan? divê bersivên van baş bên dayîn. Baş diyare ku ev malbat ji navendekî tên arestekirin û ji aliyê AKP'ê ve wekî amûrê şerê taybet yê psîkolojîk tên bikaranîn.

(lg)