1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Gotin xwe darve kiriye lê şop tune ye'
'Gotin xwe darve kiriye lê şop tune ye',gotin,xwe,darve,kiriye,lê,şop,tune,ye

'Gotin xwe darve kiriye lê şop tune ye'

Girtiyê Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 4 a Şakranê yê edlî Erdal Bayram dema sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 ya Kiriklarê hat kirin hat gotin ku xwe darve kiriye.

A+ A-

Girtiyê Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 4 a Şakranê yê edlî Erdal Bayram dema sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 ya Kiriklarê hat kirin hat gotin ku xwe darve kiriye. Lê dayika Erdal Bayram Hamiyet Bayram diyar kir ku doktor jî aniye ziman ku şopo ben a darvekirinê li situyê Erdal tune ye û şika darvekirinê jî tune ye.

Di rojên borî de girtiyê Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 4 a Şakranê yê edlî Erdal Bayram, sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 ya Kiriklarê hat kirin. Piştî Erdal Bayram hat sewqkirin, rayedarên girtîgehê îdia kirin ku Bayram ketiye nav hewldana darvekirinê. Bayram piştre rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyurtê. Bayramê rakirin nexweşxaneyê hê jî talûkeya mirinê ji ser xwe neavêtiye. Dayika Bayram Hamiyet Bayram, diyar kir ku kurê wê xwe darve nekiriye û wiha got: "Dibe ku xwestine kurê min bikujin. Kurê min demek dirêj e li gelek nexeşxaneyan dimîne.Li Mala Islahê ya Manisayê mezin bû. Herî dawî ji diziyê hat binçavkirin. Li Girtîgeha Manisayê tedawiya derûnî dît. Ji wir jî şandin Şakranê.

'Li vir li min didin'

Dayika Erdem Bayram Hamiyet Bayram, anî ziman ku her cara kurê wî bi telefonê bi wan re diaxivî ji wan re digot "Li vir li min dixin. Li vir li min îşkenceyê dikin." Her tim di telefonê de digiriya û wiha got: "Digot ger ku ez li vir bimirin berpirsiyar rayedarên girtîgehê ne. Herî dawî dema ez çûm hevdîtina wî dîsa heman tişt ji min re got. Dîsa gazincê wî ji gardiyanan hebû. Digot gardiyanan xwestiye ku jilet bixwe û întîhar bike."

'Midur li girtîgehe bi şev her tiştî difiroşe'

Bayram, da zanîn ku li girtîgehê Midûr û cîgirên midûr bi şevê tiştên xerab difiroşin girtiyan. Bayram, anî ziman ku ew bawer nake ku kurê wê xwe darve kiribe û wiha axivî: "Min ji doktor pirsî. Doktor jî got şopa ben li sutuyê wî tune ye. Jixwe di daxuyaniyên wan de jî nakokî hebûn. Wan xwestiye kurê min bikujin, lê dibêjin întihar kiriye.

Rayedarên Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar Kiriklar 2 û rayedarên Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 3 a Şakranê diyar kirin ku mijar çi dibe bila bibe nikarin daxuyaniyê bidin çapemeniyê û agahî nedan.

DİHA