Greva birçîbûnê berfireh dibe
Çalakiya gireva birçîbûnê bi tevlîbuna gelek girtiyan belav dibe
Çalakiya gireva birçîbûnê ya li girtîgehan bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, mafên azadî, ewlehî û tendûrîstiyê pêk bên û mafên gelê kurd ên demokratîk bên dayîn hate destpêkirin li hemû girtîgehan belav dibe. Di heman çerçeveyê de Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê 10, Girtîgeha Kurkçuler a Edene 10, Girtîgeha Jinan a Şakranê û 2'yemîn Tîpa T a Şakranê 15 girtiyên din jî dest bi gireva birçîbûnê kirin. Li Girtîgeha Tîpa M a Çewlîkê 9, Girtîgeha Sîncanê û Girtiîgeha Kirikkaleyê jî 24 girtî dê tevlî gireva birçîbûnê dibin.
ÇEWLÎK
Li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê girtiyên PKK û PAJK'î bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û şerên Ocalan ên tedûrîstî, ewlehî û azadiyê pêk bên û mafên gelê kurd ên demokratîk bên dayîn û zextên li ser gelê kurd bi dawî bibin di 12'yê îlonê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û dorvenger kiribûn. Bi heman armancê çalakî li hemû girtîgehan belav dibin û berdewam dike. Bi heman armancê 9 girtiyên PKK û PAJK'î yên li Girtîgeha Tîpa M a Çewlîkê jî daxuyandin ku ew tevlî çalakiyê dibin. 9 girtî dê sibê dest tevlî çalakiyê bibin û di nameya şandin de wiha gotin: "Li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ê ku bi mîlyonan kesan weke vîna xwe qebûl kir tecrîd û polîtîkayên îşkenceyê yên kesên bêje ez mirov im qebûl neke tên meşandin. Heman polîtîka êrîşa li hemberî daxwaza gelê kurd a azadiyê û vîna wî ya azad e. Ligel vê yekê li hemberî gelê me yê daxwaza azadiyê dike êrîşên faşîst pêk tên. Di çarçoveya heman polîtîkayan de li girtîgehan sewq û sirgûn, binpêkirina mafên mirovan berdewam dikin. Ji ber van sedema me di 4'ê cotmeha 2012'yan de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê dikin. Heta şertên Serokatiya me yên azadî, tendûrîstî û ewlehiyê neyên sererastkirin û mafên kurdan neyên dayîn, astengiyên li pêşiya zimanê zikmakî, mafê parastina zimanê zikmakî pêk neyên em dest ji berxwedana xwe bernadin. Em dixwazin raya giştî û malbat piştgiriyê bidin berxwedena me."
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Çewlîkê dest bi çalakiyê dikin û navên wan wisa ne: Hanim Çeşme, Saffet Durmaz, Ahmet Korhan, Edîp Yalçinkaya, Osman Kiliç, Baran Gunona, Diyar kaydu, Emrullah Kurcan û Aslan Îbîcîk.
ENQERE
Li 2'yemîn Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê ya Enqere, Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqere û Girtîgeha Kirikkaleyê jî 24 girtiyên PKK û PAJK'î jî bi heman armancê dê di 5'ê cotmehê de tevlî çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger bibin.
Navê girtiyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tevlî çalakiyê bûn ev in: Naîme Encu, Guler Ozbay, Zeynep Kiyar, Azîze Yagiz, Emîne Demîr, Adîle Dagal, Berîvan Elter, Gulîstan Înan û Ayşegul Ayaz.
Navên girtiyên li 2'yemîn Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê tevlî çalakiyê bûn ev in: Ozkan Kart, Reşat Ozdîl, Cabbar Palabiyik, Bedrî Temîzyuz, Bulent Guneş, M. Emîn Akkuş, Resul Muhammed, Ahmet Akgun, Suleyman Hamdo û M. Can Oguzsoy.
Navên girtiyên li Girtîgeha Kirikkaleyê tevlî çalakiyê bûn ev in: Şeyhmus Ozsubaşi, Tahîr Kizildemîr, Aram Akyuz, Murat Baludan û Velat Esen.
EDENE
Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ya Edeneyê jî 10 girtî bi heman armancê tevlî çalakiya gireva birçîbûnê dibin. Navê girtiyên tevlî çalakiyê bûn ev in: Mehmet Şahîn, Mehmet Halît Oruç, Mehmet Dal, Mehmet Erbey, Murat Gul, Abdurrahman Çinar, Ahmet Bagdu, Azîz Kiliç, Bariş Yîgît û Cengîz Nergîz. Çalakiya girtiyan di 4'ê cotmehê de dest pê dike.
EDÎRNE
Li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê ji bi heman armancê 10 girtî dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem û dorvenger dibin. Navê girtiyên tevlî çalakiyê bûn ev in: Nasrettîn Merter, Tuncay Genç, Ersîn Kazhan, Hasan Kizilkan, Firat Vural, Zaît Şahîn, Bariş Mete, Kerem Îmrak, Nîzam Ozluk û Yildirim Turgut.
ÎZMÎR
Li Girtîgeha Jinan a Şakranê û 2'yemîn Girtîgeha Tîpa T a Şakranê jî 15 girtiyên PKK û PAJK'î jî bi heman armancê tevlî çalakiya bêdem û dorvenger bûn.
Navên girtiyên tevlî gireva birçîbûnê bûn ev in: Ayfer Ayçîçek, Şukran Aydin, Muzeher Bulut, Gulîstan Seçkîn, Hatîce Çakmak, Murat Bîlge, Faruk Baysu, Erdogan Uçar, Habîp Guler, Reşît Çagli, Îsmaîl Yaman, Emîn Yildiz, Nurettîn Atinç, Mahmut Aba û Abdullah Nas.
SEMSUR
Li Girtîgeha Tîpa E ya Semsurê jî 3 girtî bi heman armancê tevlî çalakiya gireva birçîbûnê dibin. Navên girtiyên tevlî çalakiyê bû ev in: Nacî Ataman, Umut Çamlibel û Sabrî.
Ligel çalakiya gireva birçîbûnê girtiyên din jî dernavkevin hevdîtinên vekirî û girtî. Girtiyan bang li hemû derdorên bihestiyar kir ku piştgiriyê bidin doza gelê kurd a azadiyê kirin.
(bd/mae)