Greva birçîbûnê di roja 5. de ye
Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger, ku ji bo hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê kirin hat destpêkirin, di roja 5. de ye
AMED - ANF Greva birçîbûnê ya li avahiya DBP'ê ya Amedê ji aliyê 50 dildaran ve hat destpêkirin, di roja 5. de ye. Mîna her rojê, saet di 10:00 de li Salona Konferansê ya Wedat Aydin serdana mêvanan destpê dike.
Duh malbatên berxwedêrên greva birçîbûnê, siyasetmedar, hunermend û gelek kes di nava rojê de hatin serdana çalakgeran. Dayikên Aştiyê yên Amedê, nûnerên ESP, gelê Suryanî û bi sedan welatî bi pêşengiya rêxistinên DBP û HDP'ê yên bajar û navçeyên Amedê li ber Navenda Çandê ya Cegerxwîn li hev civiyan û dest bi meşê kirin. Girseya gel bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" heta cihê çalakiya greva birçîbûnê meşiyan.
Wekî din, di dema serdanê de welatiyan li deftera 'Notên ji bo Giravê" nêrînên xwe nivîsandin.
Serdan saet di 21:00 de bi dawî bû.