Greva birçîbûnê ya girtiyên Urmiyê ket rojan 24àn
NAVENDA NÛÇEYAN/ROJNEWS Greva birçîbûnê ya 29 girtiyên siyasî yên li girtîgeha Urmiyê ket roja 24’an. Rojnamevan Omer Hojebrî, diyar kir ku rewşa 6 girtiyan giran e û banga çalakiya lezgîn li raya giştî kir.
Greva birçîbûnê ya 29 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê bi armanca rastkirina şert û mercên girtîgehê û dayîna mafê girtiyên siyasî dane destpêkirin , ket roja 24’an de
Rojnamevan Omer Hojebrî yê grevên birçîbûnê ji nêz ve dişopîne diyar kir ku greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Urmiye gihiştiye qonaxekî xetar û rewşa gelek girtiyan xerab e. Rojnamevan got ku ji wan 6 girtî li ber sînorê mirinê ne û wiha axivî: “Sedema greva birçîbûnê ya 29 girtiyên siyasî dane destpêkirin, neheqiyên ku rû didin, binpêkirina mafan û girtiyên siyasî li heman cihî nayên ragirtin e. Niha grev di roja 24’an de ye. Ji van rewşa 6 girtiyan metirsîdare û li ber sînorê mirinê ne. Dîsa ji wan rewşa Elî Efşarî giran e. Metirsiya wî ya jiyanî heye. Duh ji ber ji ser hişê xwe çû rakirin nexweşxaneyê, lê Efşarî tedawî qebûl nekir û careke din şandin girtîgehê. Bendar Abbas, Minabe, Sine, Recayî Şar, Zahidan Bender Lenge jî bi armanca piştgiriyê dest bi greva birçîbûnê kirine.”
Hojebrî diyar kir ku ti mafê girtiyên siyasî yên di girtîgehên Îranê de nîne û wiha got: “Ji dîrokê heta roja me ya îro li hember girtiyên siyasî zext hene. Mafê wan tê binpêkirin, îradeya wan tine tê hesibandin.” Rojnamevan Hojebrî anî ziman ku rojane mirov tên darvekirin û wiha got: “Li Îranê li pêşiya girtiyên siyasî du rê hene. Yan wê teslîm bibin an jî wê li ber xwe bidin. Dema li ber xwe didin rastî zextên giran û darvekirinan tên. Girtiyan ji ber ji koxuşên wan tên derxistin û li cihên kesên ji ber sûcên hişber, tiryak, kuştin û hwd… di girtîgehê de ne tên ragirtin. Ji ber mafê wan tê binpêkirin, dest bi greva birçîbûnê kirine.”
Rojnamevan Omer Hojebrî bang li gelê Kurd û raya giştî ya navneteweyî kir û wiha got, “Divê di navbera partiyên siyasî yên Kurd de kordînasyonek bê çêkirin û plansaziyeke çalakiyên lezgîn bê derxistin. Pêwîste em piştgiriyê bidin greva birçîbûnê. Ji ber gelê Rojhilatê Kurdistanê hestyar e. Me ev di dema komploya di sala 1999’an a li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kobanê û Şengalê de dît. Dibe ku ev gel rabe ser piyan. Li parçeyên din ên Kurdistanê bêdengî heye. Pêwîste çalakiyên şermezarkirinê bên lidarxistin. Gelê me yê li Ewropa û deverên din ên cîhanê bi rêya saziyên mafê mirovan bikevin nav hewldanan. Divê vê greva birçîbûnê ji raya giştî ya cîhanê re ragihînin, an na dibe ku em bi rewşên xerab re rû bi rû bimînin.”
Parêzerê kurd, Mesûd Şemsnijad ku di zindana bajarê Urmiyê de girtiye, îro 4 roje dest bi greva birçîbûnê kiriye. Piştî ku rayedarên girtîgehê li dijî daxwaza wî ya destûrê derketin, Şemsnijad dest bi gireva birçûbûnê kir.
Girtiyên siyasî ragihandin ku heta daxwazên wan neyên bicihanîn wê greva wan berdewam bike. Herçendî ku rejîma Îranê bi darvekirin û îşkencekirinê gefê li girtiyan dike ku dest ji grevê berdin, hê jî saziyên mafê mirovan ên cîhanê li hemberî vê helwesta Îranê bêdeng in.