1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Greva birçîbûnê ya konteyniran ket roja 40.
Greva birçîbûnê ya konteyniran ket roja 40.,greva,birçîbûnê,ya,konteyniran,ket,roja,40

Greva birçîbûnê ya konteyniran ket roja 40.

Greva birçîbûnê ya hemwelatiyên ku di erdheja Wanê de mexdûr bûbûn û di konteyniran de dijîn ket roja 40’emîn

A+ A-

OKTAY CANDEMİR - WAN 05.10.2013 07:30:09 Hemwelatiyên ku di erdheja 2 sal berê li Wanê çêbûyî mexdûr bûn, di konteynirên ku têde dijîn, ji bo niha jê tên derxistin, 50 roj berê ceyrana wan hat birîn û welatiyan li dijî vê çalakiya greva birçîbûnê dabûn destpêkirin û çalakî ket roja 40’emîn. Ji bo dengê xwe bidin bihistin û pirsgirêka xwe çareser bikin 10 kesan 40 roj berê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Piştî vê tevlîbûna greva birçîbûnê zêde bû û gihişt 30 kesî. Walitiya Wanê ya ku 40 roje ji bo erdhejzedeyan çareseriyek nedaniye, heta niha neçûye serdana erdhejzedeyên ku di gireva birçîbûnê de ne.

Piştî erdhejên ku di 23’ê Cotmeh û 9’ê Mijdarê de li Wanê çêbûn şûnde, gelek kesên ku bê mal man di bajarên konteynir de bi cih bûn. Karbidestên hikûmetê û Serokwezîr daxuyaniyên weke ‘Dê birînên gel di demek herî nêz de bên pêçan’ dan. Heta Wezîrê demê yê Karê Hindir Îdrîs Naim Şahin ji bo konteyniran ‘Cihê wek Qesr’ bi nav kir. Di navberê de 2 sal derbas bûn lê ne birîn hatin pêçan û ne jî şopên erdhejê. Hêj pêwistiyên welatiyên ku ber erdhejê ketine cihên ku biçin têde ne hatine bi cihkirin û hikûmetê ji welatiyên ku di konteyniran de dijîn xwest ku konteyniran vala bikin. Lê belê welatiyên ku cihekî wan yê biçin nîne, piştî ku ji cihên xwe derneketin, destpêkê ceyran û piştre jî av li ser wan hat qut kirin. Hemwelatiyên ku di konteynerên Anatoyê de dijîn li gel karbidestên dewletê re hevdîtin kirin, piştî ku tu encam bi dest nexistin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Heta erdhejzedeyên ku demekê ketibûn greva rojiya mirinê, pişt re li ser bangewaziya parlementerê Wanê yê BDP’ê Ozdal Uçer dest jê berdan, lê çalakiya xwe berdewam dikin. 250 malbatên ku di konteynerên Anatoyê de dijîn 200 zarok ji ber bêderfetiyan naçin dibistanan.

WALÎ REALÎST NÊZ DIBE(!)

Waliyê nû ku mehek berê hat Wanê, Nezih Aydin Dogan, bêyî ku serdana bajarê konteyneran bike di çapemeniyê de got ku ‘dewlet pêwiste realist be’. Dewlet nikare ji xwe mal bide hemû kesî. Ger bide yekî wê yên din jî dê bixwazin. Daxuyaniyên weke ‘me ji bo malbatên mexdûr soza 6 meh dayina kirê da’. Daxuyaniyên weke rêveberên partiya AKP’ê û BDP’ê wan li hember wan bi kar tîne.

‘WÊ ÇALEKIYA ME YA BIRÇÎBÛNÊ BERDEWAM BIKE’

Ozgul Toprak yê ku 2 sale di bajarê konteyin de dijî wiha got: “2 sale ez li vir dijîm. Li vir jiyana jinan gelek zehmete. Piştî birîna ceyran û avê jî kete ser, ev hîn zêde bû. Bi saetan em li rex agir dirawestîn ji bo xwarin çêkin. Cilan dişon. Berê me du rojan carê serê zarokên xwe dişuşt. Ji ber ceyran nîne ev rewş derket 2 hefteyan. 3 zarokên me hene. Yek dibistanê refa 4, yek jî refa 2 wê destpê bikin, lê em nikarîn bişînîn. He roj pirsên weke dayê dibistan wê kengî destpê bike? Çima ez naçim dibistanê dipirsin. Ez êşa vi canî ya herî mezin dijîm. Yên li vir tu kes ji keyfa xwe dest bi gireva birçîbûnê nekiriye. Dahatuya kesek ji me nîne. Heta konutên xwecih nedin emê çalekiya xwe berdewam bikîn.”

‘EM ÇARESERIYEKÎ MAYÎNDE DI XWAZÎN’

Ji berdevkên erhhejzedeyan yên di greva birçîbûnê de Alî Ahî wiha got: “Walî bi devê xwe ji bo çareseriyê ji bo malbatên ku kartên wan yên Kesk hene wê şeş mehan alikariya dayina kiran bikin, got. Malbatên ku li vir hemû perîşanin. Dahatuya wan ya mehane nîne. Em çareseriyekî mayînde dixwazîn. Konutên xwecih pêwistin. Ji mere dibêjin hun pêş erdhejê li ku bûn herin wir. Lê cihê me hilweşiya, niha bi kude biçîn. Daxwazên me negiranin. Li Wanê kira herî kêm bûye 300-400 lîra.