1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Greva kedkaran dest pê kir
Greva kedkaran dest pê kir,greva,kedkaran,dest,pê,kir

Greva kedkaran dest pê kir

Greva kedkaran ji şevê din de dest pê kir

A+ A-

KESK û KAMU-SEN'ê di hevdîtinên Peymana Giştî de pêşniyara hikûmetê ya zemê qebûl nekirin û biryara greva girtin. Greva li tevahiya Tirkiyeyê şevê din li garên trenê dest pê kirin.

ENQERE

Piştî KESK û KAMÛ-SEN'ê pêşniyar hikûmetê ya zamê ya 3,5+4 qebûl nekir û biryar grevê girtin û grevê şevê din li garên trenê dest pê kir. Li gelek navendên Tirkiyeyê kedkarên girêdayî Sendîkaya Ragihandina Yekpar (BTS) seferên trenan asteng kirin û dest bi grevê kirin. Kedkaran şevê din saet di 01.33'an de li Gara Trenê ya Enqere sefera Guney Ekspresê ya diçe Amedê asteng kirin. Li ser biryarbûna kedkaran li Gara Enqere firotina biletan hate rawestandin.

KONYA

Li Konyayê ji endamên sendîkayên girêdayî KESK'ê saet di 00.00'an de li Gar Konyayê hatin cem hev û dest bi grevê kirin. Kedkarên dixwazin bimeşin rastî astengiya polîsan hatin û polîsan kedkar dorpêçkirin. Piştî hevdîtina bi polîsan re hate kirin kedkaran bi slogana "Ji hemû kesî re grev" ber bi gara trenê ve meşiyan. Kedkarên li garê xwestin makînîst dest ji kar berdin carek din rastî astengiya polîsan hatin. Polîsan tenê destûr da endamên sendîkayan bikevin hûndir. Piştî demê komê li ber garê daxuyanî da û belav bû.

ESKÎŞEHÎR

Li Eskîşehîrê jî bi heman armancê saet di 00.00'an de li Gara Eskîşehîrê pankrata "Di vê kargehê ge grev heye" daliqandin. Nûnerê KAMU-SEN'ê yê bajar Şukru Erkoca li vir axivî û wiha got: "Dema ku me ev biryar girt me her tim ev got. Me ne anîn vê astê. Me got em dê derbikevin qada. Lê di ramana 'nikarin bikin' dibêjin. Em tişteke gelek zêde naxwazin. Em keda xwe dixwazin." Li ser navê KESK'ê jî Serokê BTS'ê Ridvan Bozan axivî û diyar kir ku hikûmet ji gaz xwezayî re ji sedî 20 zamê dike lê ji wan re ji sedî 3.5 zamê dike.

(bd/mae)


Bêjeyên Miftehî