Guh dane banga Ocalan û Dibistana Kurdî ava dikin
Liciyên ku guh dane banga Ocalan, ”hûn bi xwe ava bikin” avahiya Dibistana Zimanê Kurdî lê dikin.
Ocalan ku ji gavneavêtina hukûmetê aciz bû, banga ”alternatîf” kiribû.
Gundiyên navçeya Licê, bi serbestbûna perwerdeya bi zimanê kurdî li dibistanên taybet re, bi alîkariya ku berhev kirin, li gundê Kerwas´ê dest bi avakirina avahiya Dibistana Kurdî kirin.
HEMÛ GUND DIKARIN VÊ BIKIN
Li gor nûçeya Ozgur Gundem´ê ya Nurcan Yalçin, dê li vê dibistanê bi kurmancî û kirmanckî ders bêne dayîn. Ev avahî ne tenê mîna dibistan, lê mîna navendeka komunal ku pirsgirêkên civakî dikarin lê bêne nîqaşkirin jî, dê bê bikaranîn. Mehmet Tanriverdî û Cemal Taşkaya ku di xebatên avakirina dibistanê de cî girtin vê bangê kirin; ”Eger em dikarin bi komîsyona gund vî karî bikin, hemî gundên din jî dikarin bikin.”
EM Ê BIRYARÊN GUND BIGIRIN
”Li dibistana ku avahiya wê tê lêkirin dê ne bi tenê dersên kurdî lê bêne dîtin. Di vê avahiya 4 qatî de, dê çalakiyên cur bi cur ên çandî û civakî jî bêne kirin. Bi vê re dê gundî gavek din ber bi jiyana komunal ve bavêjin. Bi rêya vê dibistanê em ê bi gundiyan re bêne ba hev û li ser mijarên cuda nîqaş bikin, nêrînên xwe bêjin. Ev mijar dê bibine biryarên hevpar ên gund. Ev dê ji bo pêşxistina gund bin û dê bide xuyakirin ku dibistanek dikare di mijara rêveberiya xweser de çendî rol bilîze.”
Wergera ji tirkî: Amîda Kurd