Gulhan a bi guleya polîsan birîndar bû jiyana xwe ji dest da
A+
A-
DÊRSIM (DÎHA) - Li Dêrsimê welatiya bi navê Ayten Gulhan a ku duh ji aliyê tîmên taybet ve hate birîndarkirin jiyana xwe ji dest da.
Li Dêrsimê duh tîmên taybet dema çalakiya li dijî Qereqola Naîf Karabulut derûdor gulebaran kirin ku ji 4 welatî bi guleyên tîmên taybet birîndar bûn. Ji welatiyên birîndar bûn ji wan Ayten Gulhan (32) li Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê ligel hemû mudaxaleyan jiyana xwe ji dest da.
Gulhan piştî otopsiya li Nexweşxxaneya Dewletê ya Dêrsimê dê bê definkirin.
(sa)
Bêjeyên Miftehî gulhan,a,bi,guleya,polîsan,birîndar,bû,jiyana,xwe,ji,dest,da