1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Gulpî: Dixwazin navbera gêrîlla ûpêşmergeyan de nakokiyan çêkin
Gulpî: Dixwazin navbera gêrîlla ûpêşmergeyan de nakokiyan çêkin,gulpî,dixwazin,navbera,gêrîlla,ûpêşmergeyan,de,nakokiyan,çêkin

Gulpî: Dixwazin navbera gêrîlla ûpêşmergeyan de nakokiyan çêkin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN Siyasetmedarê kurd Dr. Fayîq Gûlpî derbarê aloziyên li herêma Kelaşîn di navbera gêrîlayên HPG û pêşmergeyên Hizba Demokrata Kurdistanê-Îranê de diyar kir ku hinek dezgehên ragihandinê yên başûrê Kurdistanê dixwazin di navbera gêrîla û pêşmergeyan de nakokiyan çêkin.

Siyasetmedarê kurd Dr. Fayîq Gûlpî derbarê nakokiyên li ser sînorê başûr û rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniya nivîskî ya ji RojNewsê re jî hatî şandin de, Gulpî wiha dibêje: “Ev çend roje hinek dezgehên ragihandinê yên başûrê Kurdistanê hewl didin aloziya di navbera gêrîllayên HPG û pêşmergeyên Hizba Demokrata Kurdistanê-Îranê (HDK-Î) ya li navçeya Kêlaşîn mezin bikin. Dixwazin KCKê weke hêzeke destdirêjiyê bi nav bikin.”

Dr. Fayîq di berdewama daxuyaniya xwe de wiha dibêje: “Bi dîtina min ev pirsgirêk bi rêya ragihandinê nayê çareser kirin. Berevajî ger ragihandin li ser mezinkirina vê bûyerê berdewam be û aliyan sor bike, benzînê bi agir de bike; ne dûre encamên vê aloziyê zererê bigihîne yekîtiya netewî ya gelê kurd.” Derbarê çareserkirina bûyerê de jî, Gulpî wiha dibêje: “Rêya herî baş a ji bo aramkirina vê aloziya navbera herdu hêzên kurdî de çêbûyî, pêwîstî bi guftûgoyên dûrî hest, çav û berjewendiyên kanalên ragihandinê heye.”

Fayîq Gulpî diyar kir ku heta niha ti pirsgirêkek di navbera herdu hêzên kurdî de rûnedaye û wiha pêdeçû: “Ez wekî çavdêrekî doza gelê kurd li parçeyên din ên Kurdistanê, agahdariya min ji wê yekê heye nêzî 7 sale hinek peywendiyên navçeyî li navçeya Kêlaşîn di navbera pêşmergeyên HDK û gêrîlayên HPGê de heye. Ji wê demê ve ti alozî û nakokiyek di navbera wan de çênebûye. Çima di demek ku gelê kurd li bakûrê Kurdistanê bi hilbijartinê ve mijûle, nakokî û alozî di nava van herdu hêzan de çêbibe?”

Gulpî bang li KCK û HDK-Î kir û wiha got: “Ez tika ji herdu aliyan û bi taybet HDKê dikim ku vê demê tehemûl bikin. We bi salan wisa berdewam kir, du heftiyên din û heta hilbijartinên li Tirkiyê tehemûl bikin. Heta demekê mafê partiya xwe bidin aliyekê, ji bo derzên zêdetir nekevin nava yekîtiya gelê kurd.”

Siyasetmedarê kurd Dr. Fayîq Gulpî di dawiya axaftinên xwe de wiha dibêje: “Rêya herî baş a ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi vî awayî ya di navbera partiyên Kurdistanê de, ne zextên çend dezgehên ragihandinê yên li ser KCKê ye. Berevajî hewldan ji bo çêkirina yekîtiya netewî û Kongreya Netewî ye.”

(rn)