Gulîstan bi girseyî hate definkirin
Endama HPG'ê Gulîstan Basutçu bi girseyî hate definkirin
Cenazeyê Endama HPG'ê Gulîstan Basutçu (Yerîvan Ararat) ji aliyê hezaran kesan ve bi sruda "Çerxa Şoreşê" hate definkirin.
Cenazeyê Endama HPG'ê Gulîstan Basutçu (Yerîvan Ararat) a ku li çoltarê navçeya Xîzanê ya Bedlîsê di pevçûnekê de jiyanan xwe ji dest da ji aliyê rêveberên MEYA-DER, Parlementera BDP'ê Ayla Akat Ata, Wekîla Serokê Rêxistina BDP'ê ya Êlihê Ayşe Agilgat, Wekîlê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, rêveberên BDP'ê, endamên Meclîsa Şaredariyê û Giştî û hezaran welatiyan ve ji Mizgefta Selîmiye ya taxa Baglarê hate wergirtin. Cenazeyê Basutçu ji aliyê jinan ve li ser milan hate hilgirtin û bi tevlîbûna zêdehî deh hezaran kesan ve li taxên 19 Mayis û Çay ve meşiyan. Di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wêneyên Endama HPG'ê Basutçu û pankarta "Tolhildan" hatin hilgirtin û vekirin. Giseyê di meşê de sloganên "Şehit namirin", "PKK gele gel li vir e" û "Bijî Serok Apo" berz kirin Girseyê cenaze zêdehî 5 kîlometreayn li ser milan hiltir û birin Goristana Gundê Gilbereşê. Li vir cenaze bi sruda "Çerxa Şoreşe" hate definkirin û piştî karên definkirinê rêzgirtin pêk hat. Piştî re Parlementera BDP'ê Ayla Akat Ata axivî û wiha got: "Bi êrîşa li Xizanê xwestin bi jinên kurd re peyamekê bidin. Jina herî tê tepisandin, mafên wê ji destê wê tên girtin jina kurd bû. Jinên kurd îro ji bo azadiya xwe li çiyayên Kurdistanê şehîd dikevin. Kesên vê yekê dibînin bi şahdeta 15 jinên HPG'î xwestin peyamekê bidin. Ji azadiya jina kurd ditirsin. Li hemberî vê yekê jî divê êdî jinên kurd bibin yek. Em li bir dikin qêrîn şehid namirin"
Pişt re dapîra Gulîstan Basutçu Yildiz Basutçu jî axivî û hemû kesên tevlî merasîma cenaze bûn silav kir û wiha got: "Ev tenê şehîda me nîn e şehîda we hemuyan e." Dayîka Basutçu Gulten Basutçu jî wiha got: "Ez bi keça xwe ser bilind im. Keça min ji bo azadiya gelê kurd şehîd bû."
Piştî karên veşartinê girse bi hev re çûn konê şîniyê yê ji bo Gulîstan Basutçu ya li taxa Beşevlerê hate vekirin.
(bd)