1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Gunaydin Yaman jiyana xwe ji dest da
Gunaydin Yaman jiyana xwe ji dest da,gunaydin,yaman,jiyana,xwe,ji,dest,da

Gunaydin Yaman jiyana xwe ji dest da

Yaman a ku bedena xwe da ber agir jiyana xwe ji dest da

A+ A-

Jina 22 salî Gunaydin Yaman bi armanca şermezarkirina qetilkirina 15 endamên HPG'ê yên jin li navçeya Kepezê ya Antalayayê bedena xwe dabû ber agir li nexweşxaneya dihat dermankirin. Yaman serê sibê jiyana xwe ji dest da.

Ciwana 22 salî Gunaydin Yaman, a ji Hezoya Êlihê di 2'ê nîsanê de li taxa Dudenbaşi ya navçeya Kepezê ya Antalyayê bi benzînê bedena xwe dabû ber agir. Yaman li Nexweşxaneya Zanîngeha Akdenîzê dihate dermankirin. Yaman ku bedena wê ji sedî 80 şewitîbû, serê sibê li nexşwexaneya ku lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Yaman ji bo otopsiyê rakirin Morga Saziya Tipa Edlî ya Antalayayê. Polîsan li derdora morgê tedbîrên mezin girtin. Malbata Yaman û xizmên wê ji bo cenaze keça xwe bigirin hatin ber morgê. Hate zanîn ku cenazeyê Yaman dê li Êlihê bê definkirin.

Nîşeya Gunaydin Yaman a ji Serokwezîr re nivîsî wiha ye:

"Faşîst Erdogan, her tim gotinên germana mirina ji devê te derdikevin. Tu dibêje kes nikare bi min. Lê gelê kurt qet li ber te çong nade. Tu xwe wekî şêran dibîne. Lê dê rojek bê ew deng li te bibile. Êdî derewên te bê fêde ne. Tu ji xwîn rêjandinê keyfê digirî. Tu qatilî. Tu bi xwînrijandin û kuştina zarokên biçûk û bêguneh keyfxweş dibe. Tu bi bedenên bêruh bîran tije cenaze dike. Tu çavê gerillayên kuştî derdixe û faşîzma xwe belav dike. Hûn bi bombekirina çiyayên Kurdistanê rast rast kesên sivîl dikin hedef. Bi çekên kimyevî gerîlla tên qetilkirin. Tiştên tu dikî me têk nabin. Ne tu û ne tu kesên din nikare me rawestîne. Dengê me bilind e û tu kes me bêdeng nake. Me serî li vê dozê da û em dimeşin. Heta dawiyê em dê têbikoşin.

Nîşteya ji Erdogan û gelê kurd re hate nivîsîn jî wisa ye:

"Ey Erdogan çave xwe veke. Şîyar be ji vê xewa giran. Ma ne bes e. Te xwîna mêran, xwîna şehîdan li ser çiyan rijand. Xwîna Egîdan, wxîna zarokan, xwîne dayikan. Te bi pereyan gel xapand û dengên wan stend."

"Ey Kurdino, birano şîyar bibin. Êdî bes e. Ji xewa giran a ewqasî şêrîn bûye. Namûs û dengê xwe bi pereyan nefiroşin. Ew pere xwina şehîdên me ne. Xwîna we ye. Ma hûn kor bûne? Hûn nabînin tiştê ku Erdogan dike? Ew zalim e. Dîn û îman ji bîr kiriye."

(bd/mae)