Gund bi gund bajar bi bajar ber bi azadiyê ve
Tirbespî - Têkoşîna gelê Kurd ber bi azadiyê ve berdewam dike. Kurd piştî bi dehan sal, rêveberiya bajar û gundên xwe bi dest dixin. Herî dawî Kurdan rêberiya gundê Senceq ê bajarê Tirbespiyê bi dest xistin. Kurdan beriya niha Kobanî, Efrîn, Dêrka Hemko, Amûdê û gelek navçe û gundan bi dest xistin.
Kurdan şevê din jî gundên Senceq, Til Ziwan, û Til Cîhan bi dest xistin. Kurdan bi alîkariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dest danîn ser şaredarî, dibistan û hemû saziyên dewletê. Li cihên ku ji aliyê YPG’ê ve tê bi dest xistin, radestê Meclîsên Gel ên Rojava dike û Meclîs jî dest bi xebatên gelemperiyê dikin.
Kurdan herî dawî rêveberiya gundên Senceq, Til Cîhan û Til Ziwanê yên li ser sînor bi dest xistin. Li ser qereqola rejîma Esad a li ser sînor, ala Kurdan hat danîn. Hewldanên Kurdan ên ji bo bidestxistina herêmên din ên Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin.
Hêjayê gotinê ye ku Kurdan di 19’ê tîrmehê de bajarê Kobaniyê dest danî ser hemû saziyên hikûmeta rejîma Sûriyeyê. Rayedarên Kurd ragihandin ku wana bi aramanca ku şerê li Sûriyeyê negihe Kurdistanê tedbîreke wiha girtine û Kobanî niha di destê Kurdan de ye. YPG’ê piştî rêveberiya Kobaniyê wergirt, radestê her du meclîsên Kurdan kir.
Kurdan piştî Kobaniyê, di 20’ê tîrmehê de rêveberiya Efrîn û Cindirisê xistin. Li Efrînê gelê Kurd û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên sivîl bi ser sazî û dezgehên rêjîma Baas de girtin û rêveberiya bajêr xistin destê xwe.
Gelê Kurd di 21’ê tîrmehê de li Dêrka Hemko dest danîn ser hemû sazî û dezgehên fermî yên dewleta Sûriyeyê û rêvegerî xistin destê xwe. Hat ragihandin ku tevî şaredarî gelek sazî û dezgehên dewletê yên li bajêr ketine destê gel.
Deverên ku ji aliyê gel û Yekîneyên Parastinê yên Gel (YPG) vet ê bidestxistin, radestê meclîsên bajaran tên kirin.
Kurdan piştî Kobanê, Efrîn, Cindirêsê û Dêrîka Hemko, di êvara 21’ê de jî, rêveberiya Amûdê bi dest xist. Berpirsyariya rêveberiya saziyan jî, Meclîsa Gel a Amûdê girt ser xwe. Girseya daket kolanan, berê xwe da hemû saziyên dewletê. Gel di serî de qeymeqamtiyê, dest danî ser hemû saziyên dewletê. Kurdistaniyan li hemû saziyên dewletê, alên kesk û sor û zer, daliqandin. Li Qamişloyê jî gel xebatên xwe ji hemû aliyan dimeşîne.
PEVÇÛN LI HELEBÊ GIHIŞT TAXÊN KURDAN
Li gorî agahiyên nûçegihanê ANF'ê yê Helebê dane, li Helebê, şerên di navbera rejîma Esad a piştgirî ji Rûsya û Îranê digire û muxalîfên ku pitşgirî ji welatên Rojava, Tirkiye, Qetar û S.Erebîstanê digirin de diqewimin. Hat ragihandin ku pevçûnên dijwar gihiştin taxê hejmarek zêde ya Kurdan lê dijîn.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, rejîma Esad di şer de tank û helîkopteran bi kar tîne û pevçûn gihiştin semtên Heyderiye û Mesakîn Heneno. Hejmarek zêde ya Kurdan li van her du semtan dijîn. Hat ragihandin ku gelek kuştî û birîndarên sivîl hene. Hat ragihandin Kurdê bi navê Muhemed Elî Helawî yê 33 salî yê ji gundê Dodiyan jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Kurdên li van her du semtan dijîn berê xwe dan semta Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên ku piraniya şêniya wan Kurd e.
Hêjayê gotinê ye ku Heleb, piştî Şamê duwemîn bajarê mezin ê Sûriyeyê ye û nêzî 600 hezar Kurd li Helebê dijîn.
ANF NEWS AGENCY