Gundiyên 25 gundan dem dan şirketa Gaz Prom a petrolê
Roj News - Arêz Germiyanî
Di berdewama nerazîbûnên li dijî karkirina şirketên derxistina petrolê de, gundiyên zêdetirî 25 gundan li gundê Xerktê xwepêşandanek mezin lidarxistin.
Ji xwepêşadanên din ên cûda, jinan jî pêşwaziya xwepêşandana li dijî şirketa Gaz Prom kirin. Xwepêşandana ku duh hatî lidarxistin, daxwaza kirin ku divê hemû pirsgirêk bi rêyên aştiyane û guftûgoyan werin çareserkirin. Xwepêşanderan diyar kirin ku nabe ji bo vê pirsgirêkê çek û hêz were bikaranîn.
VIDEO: http://www.youtube.com/watch?v=4LNepjlaSaU
Nûner û berdevkê Civata Xelk û Karkeran Kameran Elî Ebdulqadir wiha got: “Me çend caran bi awayekî aştiyane û sivîl daxwaz ji vê şirketê kiriye ku karê xwe rawestîne. Lê wan timî sozên xwe şikandine û me jî bi ti awayî şiddet bikarnaniye. Ew şirket ne tenê xwezayê xirab dike, belkî karker jî êdî nikarin 12 saetan kar bikin.”
Kameran Elî Ebdulqadir di daxuyaniyekê de ji RojNewsê re wiha got: “Xwepêşanderên li gundên qûntara Bemo li ber çavê hêzên polîs, asayîş û karmendên şirketa petrolê, bi piraniya dengan biryar girtin ku demekê ji bo mana wê şirketê diyar bikin. Divê heta 20.10.2014’an li vir nemînin. Berevajî emê rêyên din bikarbênin. Me çend caran daxwaz kir ku nûnerê wê şirketê amade bibe, lê amade nebûn.”
Li ser gilîkirina şirketa Gaz Prom ku qaşo Kameran Elî û welatiyên qûntara Bemo li beramberî şirketa wan şiddet bikaranîne, Kamûran Elî wiha got: “Gilîkirina wan vale ye, ji ber ku ez wekî kesek beşdarî çalakiyan bûyîm, dikarim bi çend vîdyoyên tomarkirî îspat bikim ku Kameran Mame Elî û welatiyan şiddet bikarnanîne.”