Gundiyên aliyê Bakur bi çekan bersiv dan DAÎŞ'ê
MURAT ÇÎFTÇÎ
RIHA (DÎHA) - Welatiyên li gundên aliyê Bakur li dijî çeteyên DAÎŞ'ê yên êrîş li gundên rojavayê Kantona Kobanê kirin, piştî leşkeran tu mudaxele li çeteyan nekirin bi çeteyan re şer kirin. Welatiyên gundê Aşmeya Serxetê bi çekan bersiva çeteyên êrîş li xizmên wan ên Binxetê kirin dan. Gundiyan diyar kirin ku ew sînorên hatin xîzkirin nasnakin û dê bi xizmên xwe re li hemberî çeteyan ber xwe bidin.
Êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên bi piştgiriya hêzên navneteweyî li hemberî Şoreşa Rojava di 2'yê tîrmehê de dest pê kirin didomin. Çeteyên DAÎŞ'ê şevên din li hemberî gundên rojavayê Kantona Kobanê yên bi navê Cîbnê, Çeloglu, Çarîxlî û Aşmeyê bi tanq û topan êrîş kirin lê piştî YPG û YPJ'ê bersiva çeteyan da li pey xwe bi sedan mirî hiştin û paşve vekişiyan. Di dema êrîşa çeteyan de leşkerên tirk sînor valakirin û çûn qereqolên mezin. Welatiyên gundê li aliyê Tirkiyeyê jî neçar man bûn parçeyekî şerê li ber serê wan pêk tê. Welatiyên gundê Aşmeya Serxetê ligel ji rayedarên leşkeran gotin bombe û gule li gundê wan dikevin bêdeng man û welatiyan bertek nîşanî rayedarên leşkeran dan û li hemberî çeteyan bêdeng neman. Welatiyên gundê Aşmeya Serxetê yên aliyê Bakur li hemberî çeteyan dest bi berxwedanê kirin û bi çekan bersiv dan.
'Em destûra çeteyan nadin'
Welatiyên gundê Aşmeya Serxetê li qada çalakiya "Nobeta kon a bi piştevaniya bi Kantona Kobanê ya li hemberî çeteyan" a di roja 5'an de didome tiştên jiyîn ji DÎHA'yê re vegotin. Welatiyê bi navê Hasan Yildiz (59) ê ku ji gundê Aşmeya Serxetê, êrîşa çeteyan a li ser gundê Aşmeya Binxetê ya xizmên wan lê dijî bi bîrxist û diyar kir ku bombe û gule avêtin gundê wan. Yildiz, anî ziman ku Aşmeya Serxet û Binxetê yek û xizmên hev in û wiha got: "Kîjan alî be bila bibe êrîşa li dijî Aşmeyê li dijî me pêk hatiye. Em sînorên dewletan xîzkirî nasnakin. Dema êrîşê dest pê kir leşker jî sînor hatin vekişandin. Aliyê Bakur jî bû hedefa guleyan. Welatiyên gundê yên aliyê Bakur jî ji bo xwe û xizmên xwe biparêzin li hemberî çeteyan bi çekan bersiv da. Êrîşên pêk tên li hemberî Rojava û an jî li hemberî Bakurê pêk tên ji bom em tu cudahiya wê tuneye. Ji ber ku ew xizmên me ne. Em ji bi vê kelejanê tevlî vî şerî bûn."
Yildiz, da zanîn ku dê berxwedana xwe bidomînin û wiha axivî: "Em destûrê nadin çete nêzî derdorên gundê me bibin. Divê gelê me Kantona Kobanê tenê nehêlin û hemû kes xwedî lê derbikevin. Çeteyan berê xwe dan Kobanê û dixwazin pêşbikevin. Heke berxwedana YPG'ê û xizmên em û me ne be dê pêşde biçin. Em bi her tiştê xwe re bi YPG û Rojava re ne."
'Em dê li cem xizmên xwe bin'
Welatiyê bi navê Huseyîn Tekîn (64) ê ku ji heman gund jî bi hêrs wisa axivî: "Welatiyên li Aşemeya Rojava dijîn pismamên me ne. Guleyên tangên avêtin wir 30 metre nêzî mala min ket. Zarokên me ji vê yekê tirsiyan. Deme pevçûnan dest pê kir leşker ji sînor hatin vekişandin. Piştî çeteyan dît ku leşker hatin vekişandin vê carê jî gule avêtin me. Em destûrê nadin çete êrîşê li xizmên me bike. Em bi her tiştê xwe re bi xizim û gelê re ne."
Îdîaya leşkeran got 'Em tevlî pevçûna di navbera kurd û ereban de nabin'
Welatiyê bi navê Mahmut Aktaş (56) ê ku ji heman gund jî diyar kir ku êrîşên çeteyan tenê li hemberî Aşmeya Binxetê na li hemberî Aşmeya Serxetê jî pêktên. Aktaş, berxwedana YPG'ê ya li hemberî çeteyan wisa vegotin: "Tenê 3 gerîlayan berdan çeteyan. Çeteyên direviyan raste rast gule berdidan û guleyên wan li ber piyê zarokên me diketin. Me zarokên xwe birin gundeke din. Ha Aşmeyiyên Rojava ha em. Em yek in. Dema gula li gundê me ketin em çûn me ji leşkeran re got. Leşkeran ji me re got, 'Ev pevçûn di navbera we û ereban de ye. Em tevlî nabin.' Me jî bi derfetên xwe alîkariya hevalan kir. Hinik hevalên me yên li vî alî jî gule berdan çeteyan."
(bd)