1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Gundiyên rojavayê Grê Spî bi komkujiyê re rû bi rû ne
Gundiyên rojavayê Grê Spî bi komkujiyê re rû bi rû ne,gundiyên,rojavayê,grê,spî,bi,komkujiyê,re,rû,bi,rû,ne

Gundiyên rojavayê Grê Spî bi komkujiyê re rû bi rû ne

A+ A-

KENDAL CÛDÎ

KOBANÊ – Çeteyên DAIŞ’ê li herêma di navbera Girê Spî (Til Ebyad) û Kobanê de gel bi darê zorê ji malên wan derdixîne, lê yên ku derdixîne jî nahêlin ku biçin Kobanê û berê wan dide Tedmur û Dêra Zorê.

Çeteyên DAIŞ’ê ku li kantonên Kobanê û Cizîrê di operasyonên YPG/YPJ û Burkan El-Firat de derbeyên mezin dixwin û têk diçin, dîsa gelê sivîl kir hedefa xwe. Piştî ku YPG’ê û Burkan El-Firat dest bi operesyona rizgarkirina bejahiya Girê Spî kirin, hovîtiya çeteyan zêde bû.

Bi darê zorê derdixînin

Yek ji cihên ku hovîtiya çeteyan lê tê dîtin jî, gundên Çixorê, Derbetehtê û Qulanê ku dikevin başûr rojhilatê Kobanê ne. Li van gundan gelên kurd û ereb bi hevre jiyan dikin. Lê çeteyên DAIŞ’ê bi hinceta ku alîkariya YPG’ê û Bûrkan El-Firat dikin, bi darê zorê gundiyan ji malên man derdixînin. Gundiyên ku dixwazin werin herêma Kobanê jî, dîsa rastî astengiya çeteyan tên û ji wan re tê gotin, “hunê biçin Tedmur û Dêra Zorê.”

Şervanên YPG’ê ew xilas kirin

Beşek ji gundiyên ku bi darê zorê ji malên xwe hatine derxistin, di encama operasyonên YPG’ê yên rizgarkirina gundên herêmê de hatin xilaskirin. Li gorî agahiyên ku rêveberiya Mala Gel a Rojhilatê Kobanê dane, heta niha zêdetirî 20 malbat hatine. Gundiyên ku ji zulma çeteyan xilas bûn, li gundên Şêranê, Çelebî, Qazanî, Helincê û Kazikan li cem gel xizmên xwe bicîh bûn.

Ji gundiyên hatin herêma Kobanê Necma Ebde Rezaq ku ji gundê Qulanê ye, destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê ji wan xwest ku di nav 3 rojan de ji gund derkevin û wiha dom kir: “Gotin ‘hun alîkariya YPG’ê dikin. Piştî 3 rojan çete hatin gundê me û em bi darê zorê ji malan derxistin. Lê nehiştin ku em werin aliyê Kobanê. Ji me xwestin ku em biçin Tedmûr û Dêre Zorê. Lê me qepûl nekir ku em dûrî axa xwe bikevin.”

Ebde Rezaq da zanîn ku piştî ji gund hatine derxistin, rojekê bênan û av li gundên wê herêmê mane, piştre şervanên YPG’ê û Bûrkan El-Firat xwe gihandin wan û ew xilas kirine. Ebde Rezaq got: “Ez niha gelekî kêfxweş im, ji ber ku di nava Kobanê de me û bi gelê xwe re jiyan dikim. Eger derfet hebe, wê gelê Kurd û Ereb ê ku li wir mane, dixwazin ji hovîtiya çetan xilas bibin û ji wir derkevin, lê ji ber çeteyan nekarîbûn ji gund birevin.”

Welatiyê bi navê Mustefa Mehemed ku ew jî ji gundê Coxirê ye, anî ziman ku çeteyên DAIŞ’ê destpêkê agir bi zeviyên wan xistine û piştre ji wan re gotin, “Ji gund derkevin û derbasî Tedmurê bibin.” Mehemed diyar kir ku piştî gefên çeteyan ji gund derketine û got: “Em 2 rojan di nava erdan de raketin. Piştî ku YPG’ê hat û gund ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, em derbasî Kobanê kirin. Em niha ji çeteyan rizgar bûn, eger YPG nehatibaya, wê çeteyên DAIŞ’ê komkojî çêkiriba.”

(aq)

ANHA