1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Gundiyên Xerabê Bava walîtî derewandin: Duh bi şev 2 kes hatin kuştin
Gundiyên Xerabê Bava walîtî derewandin: Duh bi şev 2 kes hatin kuştin,gundiyên,xerabê,bava,walîtî,derewandin,duh,bi,şev,2,kes,hatin,kuştin

Gundiyên Xerabê Bava walîtî derewandin: Duh bi şev 2 kes hatin kuştin

A+ A-

MÊRDÎN- Welatiyên gundê Xerabê Bava yên di bin dorpêçê de ne daxuyaniya walîtiyê ya "Hiqûq li ber çavan tê girtin" û "alîkarî tê dayîn" rast nîne û pêkûtî berdewam dike. Gundiyekî got ku duh bi şevê 2 kes hatine kuştin û kesek jî birîndar bûye.

Gundê Xerabê BAva ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dorpêç di roja 11'emîn de berdewam dike. Welatiyên gund ên ku me bi telefonê xwe gihand diyar kirin ku duh bi şev dengê çekan zêde bûye. Welatiyekî ku ji ber ewlehiyê nexwest navê wî bê aşkerakirin diyar kir ku 2 kes hatine kuştin, kesek jî birîndar bûye lê ew nikarin derkevin derve. Heman welatiyê got ku kesên ku hatine kuştin û birîndar bûye nekarîne hîn bibin.

'BI NAVÊ ALİKARIYÊ WÊ TÊ KIŞANDIN Û TÊ PARVEKIRIN'

Welatiyê nexwest wî bê aşkerakirin got ku li gund duh 2 caran tevgera helîkopteran çêbûye bi kepçeya ku hatiye ve ber bi çiya rê hatiye çêkirin. Welatiyê gund daxuyaniya walîtiyê ya "hiqûq li ber çavan tê girtin" û "alîkarî tê dayîn" jî derewand û wiha berdewam kir: "Cihê ku em dibêjin qaraja gund heye. Leşkeran qasî 30 kolî anîn wê derê. Em zêdetirî 100 gundiyan dijîn. Ev alîkarî ancax bi şerta îmze û wêneyan tê dayîn. Piştre jî van wêneyan ji bo reklamê serwîs dikin."

Welatiyê bi navê E.T. ê ku xwe gihand jî diyar kir ku 12 roj in nikarin derkevin derve û wiha got: "Em tenê dengê wesayîtên leşkerî û dengê leşkeran dibîhîzin. Li malên ku depoyên avê tuneye sewal telef bûn."

E.T. der barê alîkariyan de jî ev agahî da: "Walîtiyê ev 12 roj in tenê koliyek aniye. Ew ê têra kê bike? Ji ber ku li mala apê min av qediya gelek sewalên wî telef bû. Me bihîst veterîner hat lê li sewalên me mezê nekiriye. Em dizanin mal hatine şewatindin û xirakirin lê ji ber ku nikarin dervekin derve nizanin malên kê xira bûye. Nexweş nikarin derkevin derve tenê dema ambulans tê dikarin derkevin derve."

BAYTAR: MIN BIRIN GUND LÊ MIN SEWAL JÎ NEDÎT

Baytarê ku walîtiyê bir gund jî ev agahî daye: "Min birin gund lê min ne mirov ne jî sewal dît. Min li wir dan rawestandin û piştre jî derxistin."

H.A. ya ku hevserê wê bi îşkenceyê hate binçavkirin jî anî ziman ku di bin çavan de hevserê wê rakirine nexweşxaneyê lê der barê rewşa wî de tu agahî nekarîn bigirin. H.A. diyar kir ku li gund dorpêça leşkeran didome û li her derê gund leşker hene, şikeftên li pişt mala wan jî ji aliyê leşkeran ve tê kolandin lê ji ber uk tiştek nedîtine ji wir çûne.

CANEZEYEK HAT TEŞHÎSKIRIN

Lİ aliyê din ji 3 cenazeyên ku rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê yekj i aliyê malbatê ve hate teşhîskirin. Cenazeyê Agît Elmas ê PKK'î yê ji aliyê malbatê ve hat teşhîskirin ji bo bibin Bedlîsê derxistin rê. Nasnameyên 2 cenazeyên din hê nehatiye teşhîskirin.