Ha ji we re leşkerên Erdogan...
Dewleta Tirk ji roja hatiye avakirin heta îro li dijî mirovahiyê sucan dike
Maxime Azadi Dewleta Tirk ji roja hatiye avakirin heta îro li dijî mirovahiyê sucan dike. Her him nefretê ji yên din kir, gef li wana xwar û xwest wana tune bike. Di nava van 30 salên dawiyê de jî ev rewş neguherî. Heta niha ji bo sucên şer ên li dijî Kurdan kir lêborînek tenê jî nexwestiye. Dîroka artêşa Tirk ji sucên li dijî mirovahiyê tije ye.
Ev wêne di malperên parvekirina civakî de digere. Li ber heşt cenazeyên gerîlayan zêdetirê 40 leşkerên Tirk wêne kişandine. Ne yek ne du. Herî kêm 40 leşker. Di destê wan de çekên wan û li erdê cenazeyên 8 gerîlayan. Bê guman ev yek ne ya destpêkê ye.
Bê guman bi dehan wêneyên cenazeyên gerîlayan ên hatine parçekirin, di malperên parvekirina civakî de tên parvekirin û bi vê yekê pesnê leşkerên Tirk tên dayîn. Bê guman û dudilî, vê sucê mirovahiyê, bi awayeke herî rezîl û bê hêvî nîşan idin. Gelo mirovahî ewqas xira bûye?
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan tenê tiştek ji bo civaka Tirkan aniye, ew jî nijadperstî, kîn, nefret û zêdekirina dijminahiya li hemberî Kurdan. Ev “heskirina” rejîmê ji bo mirovahiyê jî gefa herî mezin e.
Ha ji we re, yên di wêne de leşkerên Erdogan in... hemwelatiyên “hesas” ên ku di torên civakî û kolanan êrîşê Kurdan dikin... gotinên xwediyê desthilatiyê, weşanên nijadperest ên çapemeniya Tirk, îşkenceyên polîsan, tecawizên gardiyanan, sucê mirovahiyê yê ku artêşa Tirk dike, ya herî sosret serbilindiya bi van sucên li di jî mirovahiyê.
Tê îdîakirin ku ev wêneyê cenazeyên 8 gerîlayên di çalakiya gerîlayan di 14’ê Îlonê de li dijî qereqola Harûna ya di navbera Gever û Şemizînan pêk hat de jiyana xwe ji dest dane ne. Hat diyarkirin ku îşkence li cenazeyên gerîlayan hatine û piştre li ser daxwaza subayan leşkeran bi komî li ser cenazeyan wêne kişandine û hîna jî neşandine Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê.
Li welatek ku nijadperest lê weke “welatperwerî” û “hesasiyet” tê dîtin, nijadperestî ji aliyê rejîmê ve tê parastin û rêxistinkirin, nêzîkatiyên şerma mirovahiyê yên li hemberî wekîlek ku kurê wî xwe bi xwe kuştiye, lîncên nijadperest, êrîşên li hemberî siyasetmedar û saziyên Kurdan, evane hemû êdî xwe li karekterên civakî dihûnin.
Bi vî awayî hukûmeta AKP’ê nunera nû ya van nêzîkatiyên nijadperest e. Ev leşkerên di wêneyê de, ew leşkerên li kolanan partiya Kurdan didin ber bombeyan, nêçîra Kurdan dikin, di qerqolan de îşkence dikin, li Pozantiyê tecawizê zarokan dikin, li Roboskî û Kortekê bombe bi ser sivîlan de diparînin û gulle li zarokên Kurd dixin.
Ev wêne ne tenê yê rejîma AKP’ê, ev wêneyê hilweşîna komara Tirk a ku beriya 90 salan hatiye avakirin e.
ANF NEWS AGENCY