Haaretz: Kurdistan gihişt deryayê
Rojnameya navdar a Îsraîlê Haaretz: Kurdistan gihişt deryayê
Qudis - Yek ji rojnameyên navdar ên Îsraîlê Haaretz nivîsand ku dibe ji ber pêşketinên dawî yên li Rojhilata Navîn diqewimin, nexşeya herêmê ji nû ve were diyarkirin û diyar kir ku navenda vê jî Kurdistana “gihişt deryayê” ye.
Di nivîsa ji aliyê Seroka Bernameya Kurdan a Zanîngeha Tel Avîvê Prof. Ofra Bengio ve hat nivîsandin de hat gotin ku Kurdan li Rojavayê Kurdistanê di carekê de gelek tişt bi dest xistine. Di nivîsê de hat gotin ku Kurd êdî hatine astek wisa dikarin bi Şamê re bazareke baş bikin, ev yek jî pişta muxalefeta Sûriyeyê qahîm dike, peyamê dide Kurdên di nava sînorên Tirkiyeyê de û xwe nêzîkê Başûrê Kurdistanê dike. Bengio destnîşan kir ku dibe ev pêşketin Kurdan bigihînin heta Deryaya Spî jî.
Bengio bi bîr xist ku sînorê Başûrê Kurdistanê yê bi Tirkiyeyê re 400 kîlometre ye û li vî sînorî 800 kîlometreyên din jî zêde bûn û destnîşan kir ku ev yek Enqereyê xistiye nava gumanan.
Bengio bal kişand ku hikûmeta Tirk heta niha polîtîkayên ji bo lewazkirina PKK’ê dimeşandin, lê van polîtîkayan PKK’ê bihêztir kir û da zanîn ku Tevgera neteweyî ya Kurdan li her derê Kurdistanê xwe bi cih kiriye.
Bengio ragihand ku Kurd dê sînorên hêzên di Şerê Yekem ê Cîhanê de danîn ji bîr bikin û jib o van sînoran ji hole rabikin, dê vî şansê ketiye destê wan heta dawiyê bi kar bînin.
ANF NEWS AGENCY