Hacî Ehmedî: Îran lîstika qirêj dilîze
Serokê PJAK’ê Hacî Ehmedî: Îran lîstika qirêj dilîze
BERLİN 29.10.2013 07:05:46 Serokê giştî yê PJAK’ê Hacî Ehmedî darvekirina du siyasetmedarên kurd yê Rojhilatê Kurdistanê şermezar kir û got: “Yek ji şertên agirbestê ev ku darvekirin çênebin. Niha em pêvajoyê li ber çav derbas dikin. Îran li pey lîstikek qirêje. Ruhanî ji derve xwe wekê ku li aliyê çareseriyêye nîşan dide lê di hundir de zext derxistiye aste herî jor.
Rejîma Îranê di 27’ê cotmehê de li Rojhilatê Kurdistanê li girtîgeha Urmiyê girtiyê bi navê Hebîbullah Gulperîpur û li Selmasê jî girtiyê bi navê Riza Îsmaîlî Mamedî darve kir. Bertekên li dijî vê her diçe zêde dibin. Piştî darvekirinan Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bertek nîşan da û got: “Ev êrîşa rejîma Îranê ya li hemberî kadroyê pêşeng yê partiya me Şehîd Bahoz Sîne (Hebîbulan Gulperîpur) û her wiha kadroyê me yê herêmî Şehîd Riza Îsmaîl dê bê bersiv nemîne.
HELWESTA XWE EM DÊ JI NÛVE DUBARE BIKIN
Serokê giştî yê PJAK’ê Haci Ehmedî ji ANF’ê re axivî û da zanîn ku ev du sal bû di navbera partiya wan û rejîmê de agirbest hebû û got: “yek ji şertên agirbestê ev bû ku, hevalên me yên girtîgehê yên kurd neyên darvekirin. Lê darvekirina herdu hevalên me, dê pêvajoyê biguhere. Di vê mijarê de em dê helwesta xwe dîsa diyar bikin.
Ji roja ku Ruhanî hatiye desthilatdariyê heta niha zextên li ser gel zêde bûne. Ruhanî bi sozên ku mafê gel bide hat desthilatdariyê. Sozê guherînê da. Ji ber ku divê Îran êdî biguhere. Ruhanî ji ber dengê gelê ku dixwaze guherîn çêbibe girt. Lê mixabin ji meha tebaxê de zilm û zext gihiştiye asta herî jor.
RUHANÎ DU STRATEJIYA DIMEŞÎNE
Ehmedî da zanîn ku rêveberiya Ruhanî li der û hundir du stratejiyên cuda dimeşîne û got: “Tehran li pey lîstikên qirêje. Ruhanî ji ber faliyetên nukleera Îranê dixwaze bi hêzên Rojava re baş derbas bike. Wekê ku li aliyê çareseriyê ye, xwe dide nîşandan. Armanca Ruhanî eve ku bi cîhana Rojava re baş derbas bike û ambargoya bi salan li ser welate qels bike. Lê dema wisa dike, ruyê xwe tund û hişk nîşanê gelên Îranê dide. Peyamên nerm yên li derve dide, naxwaze li hundir şaş bê fêmkirin. Ji ber vê jî di serî de kurd û Beluciyî rastî zextên herî mezin tên. Di 26’ê cotmehê de li eyaleta Belucîstan 16 girtî hatin darvekirin. Di 27’ê cotmehê de jî du hevalên me hatin darvekirin.
DIVÊ KUJERÊN DR. QASIMLI NE SERBEST BIN
Ehmedî da zanîn ku di sala 1989’an de li Viyaynayê sekreterê giştî yê PDK-Î Dr Abdulrehman Qasimli ji aliyê îstîxbarata Îranê ve hat kuştin û her wiha kujerê wî Cafer Sahrarudî li Ewropayê serbest digere. Ehmedî wiha got: “Di serê meha cotmehê de Sahrarudî bi heyeta meclisa Îranê re çû Cenevreya Swîsreyê û Zagrep ya Hirvatîstanê. Lê ligel daxwaza Ewropayê Caferî nehat girtin û ev helwesta welatên Ewropayê nayê qebûlkirin.
Welatên Ewropayê ji ber ku Caferî negirtine, qanûn binpê kirine û kampanyaya bi pêşengiya PDK-Î tê destpêkirin em piştgiriyê didinê. Cafer kujerekî ku li qada navnebotewî pir zêde tê lêgerîngkirinê ye. Ji bo kujerê Caferî bê girtin divê kurd bên cezakirin.
Di rojên borî de rayedarê PDK-Î Hîwa Bahramî ji ANF’ê re axivî û da zanîn ku ji bo ku jerên Qasimlo bê girtin divê kurd kampanyayek hevpar bidin meşandin û got: “Ger ku kurd kampanyayek û dîplomasiyek mezin bimeşîne dê pêşî li gera kujer ya li Ewropa û derên cuda yên cîhanê bigire. Ez pirsigrêka hemû kurdane.