1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hakkarî: Li hember Mexmûrê nêzîkatiyeke siyasî heye
Hakkarî: Li hember Mexmûrê nêzîkatiyeke siyasî heye,hakkarî,li,hember,mexmûrê,nêzîkatiyeke,siyasî,heye

Hakkarî: Li hember Mexmûrê nêzîkatiyeke siyasî heye

A+ A-

Hevşaredara Kampa Mexmûrê Bermal Hakkarî têkildarî xebatên şaredariyê diyar kir pirsgirêkên av û elektrîkê çareser kirine û got, “Dîsa projeyeke me ya parkeke mezin a gel tê de rûne û zarok tê de bilîzîn hebû. Lê me nikarîbû em vê bixin pratîkê.” Saturday, March 28, 2015 at 7:33 AM MEXMÛR - HALÎT ERMÎŞ - ANF Hevşaredara Mexmûrê Bermal Hakkarî, xizmetên ji bo niştecihên kampê nirxand. Hakkarî got ku pirsgirêkên av û elektrîkê yên gel çareser kirine û got, “Dîsa projeyeke me ya parkeke mezin a gel tê de rûne, bêhna xwe vede û zarok tê de bilîzîn hebû. Lê me nikarîbû em vê bixin pratîkê.”

Hakkarî got ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ya Iraqê li hember Kampa Mexmûr di nav nêzîkatiyeke siyasî de ye, li Mexmûrê şaredariyek heye, lê kapasîyeta wê ya malî bi qasî ku tine ye kêm e.

Bermal Hakkarî ya ji sala 2013’an ve Hevşaredara Kampa Mexmûr e têkildarî kar û xebatên xwe ji ANF’ê re axivî.

Şaredariya Mexmûr kengî ava bû?

Di sala 1998’an dema kamp hat avakirin piştî çend mehan şaredarî hat avakirin. Ez vê demê ne li vir bûm.

Hilbijartinên şaredariyê ji her salan çêdibe?

Berê salê carekê bû. Lê niha her ji du salan e.

Beriya we şaredarên jin hatibûn hilbijartin?

Na, şaredara yekemîn ez im.

Pergala hevserokatiyê ji kengî ve pêk tê?

Bi hilbijartinên dawî re Şaredariya Mexmûrê derbasî pergala hevserokatiyê bû. Ev bi hilbijartinên ku em hatin hilbijartin re pêk hat. Ango bi hilbijartinên 2013’an re ket meriyetê.

We berê çi kar dikir?

Pîşeya min a esasî hemşîretî ye. Li Wanê di dema me de lîseyên pîşeyî yên tenduristiyê hemşîre perwerde dikirin. Piştî ji lîseyê mezin bûm min hemşîretî kir. Di jiyana min de siyaset timî hebû. Ji ber sedemên siyasî ez ji Kurdistanê derketim. Lê min wezîfeya şaredartiyê nekiribû.

Dema hûn bûn namzet çend namzetên jin hebûn?

Dema ez bûm namzet 6 jinan serlêdan kiribû.

Dema hûn hatin hilbijartin, wê şaredariyeke çawa dewr girt?

Asta xebatên şaredariyê çawa bûn? Beriya me demeke dirêj xebatên şaredariyê hebûn. Li gor derfetan xebat dimeşandin. Projeyên li ber destpêkirinê hebûn. Dema me dewr girt bi heman awayî me dewam kir.

Wê proje pêk anîn?

Heta niha li gor tê xwestin me pêk neanîn.

Çima?

Derfetên şaredariya Mexmûrê kêm in. Hem ji hikûmeta herêmî hem jî ji ya navendî em piştgiriya pêwîst nagirin. Krîza aborî ya li welêt xebatên me jî yekser bandor kir.

Diravdayînek ji şaredariyê re tê kirin?

Erê, ji aliyê hikûmeta herêmî be mehane diravdayînek pêk tê. Lê ji bo xizmeta wargehê têr nake.

Mehê çiqas tê dayîn?

Berê 15 mîlyon dînar didan. Lê bi krîzê re mehane 2 mîlyon û nîv dînar tê dayîn.

Ev xebatên we çawa bandor dike?

Aşkera, em nikarin planên xwe bixin pratîkê. Bi van pereyan em xizmetên rûtîn dikin. Em meaşên xebatkarên şaredariyê jî bi zor û zehmet didin.

Em hinekî behsa projeyên we bikin. Ji dema ku hûn bûn hevşaredar we çi proje kirin meriyetê?

Bi rastî projeyên ku me dixwest bixin pratîkê hebûn. Lê ji ber sedemên aborî yên min behs kir me nikarîbû bixin pratîkê. Mînak me dixwest em li Mexmûrê rêyeke esasî vekin. Me xwest em avahiya şaredariya xwe nû bikin. Qadeke me ya çandê heye, me dixwest em wê derê bi temamî nû bikin. Dîsa projeyeke me ya parkeke mezin a gel tê de rûne, bêhna xwe vede û zarok tê de bilîzîn hebû. Lê me nikarîbû em vê bixin pratîkê. Di vê demê de xebata me kir, çareserkirina pirsgirêkên av û ceyranê bûn.

We çawa kir?

Berê av bi tankeran dihat Mexmûrê. Têr nedikir. Dema av dihat jin, zarok û mêr diketin rêzê bi bîdonan av dibirin malê. Car caran têr nedikir. Di nav gel de dibû sedema alozî û nerehetiyan… Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê me gelek caran serlêdan kirin, herî dawî me ji rayedarên hikûmeta herêmî xwest ku herî kêm bîrekî ji me re bikolin. Du kîlometre dûrî Mexmûrê 2 bîr kolandin. Me ji wir av kişand.

Hikûmetê tenê bîr vekirin?

Erê, tenê ev girtin ser xwe. Binesazî me çêkir.

Ev av ji testên pêwîst derbas bûn?

Erê, test hatin kirin û ji bo vexwarinê destûr hat dayîn.

Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hember Mexmûrê ava dihat pir xerab bû. Dibû sedema nexweşiyên wek weşandina por û çerm. Lê niha ava me paqij e.

Pirsgirêka avê ya Mexmûrê bi temamî hat çareserkirin?

Ji bo niha erê. Lê ev av wê kengî biqede em nizanin. Ji ber vir pir germ û ziwa ye. Ji ber vê me serî li Walîtiya Hewlêr û şaredariyê da, ji bo vekirina bîrên nû. Lê me hê ti encam negirtiye.

Çima alîkariyên pêwîst ji we re nayên kirin?

Bi rastî li hember Kampa Mexmûr nêzîkatiyeke siyasî heye. Hem hikûmeta herêmî hem jî hikûmeta navendî heman nêzîkatiyê nîşan dide. Dibe ku li Mexmûrê şaredariyek hebe, lê kapasîteya wê ya malî kêm e. Ji lewra bicihanîna pêdiviyên 12 hezar mirovan ne hêsan e.

Li şaredariya we çi cure yekîneyên xebatê hene?

Li şaredariya me çend yekîne hene. Yekîneya av, elektrîk, arşîv, maliye û xebata xweser heye.

Nêrînên gel ji bo xebatên şaredariyê çawa ne?

Dem dem em rastî rexneyên gel tên, ev tiştekî xwezayî ye, ji bo me jî mekanîzmaya kontrolê ye. Ji ber gel rewşa malî ya şaredariyê dizane bi feraset nêz dibe…

Diyaloga we ya bi gel re çawa ye? Hûn çawa xwe digihînin gel? An jî dema pirsgirêkeke gel çêdibe çawa ji şaredariyê re radigihîne?

Li Mexmûrê meclîsên gel hene. 5 semtên me hene. Li her semtekê meclîsên gel hene. Encûmenên şaredariyê di heman demê de di van meclîsan de cih digirin. Tevayî pirsgirêkên kampê di civînên van meclîsan de tên rojevê û nîqaşkirin. Rexne û daxwazeke têkildarî şaredariyê di van meclîsan de tên rojevê. Bi rêya van meclîsan gel yekser tevlî rêveberiyê dibe.

Personel û wesayîtên we yên ji xebatan re bibin bersiv bi qasî tê xwestin hene?

Na. Nêzî 35 xebatkkarên me hene. Wesayît kêm in. Mînak dozereke me heye. Tevayî xebatên şaredariyê bi rêya vê dozerê pêk tên… Ev dozer di dema Birêz Osman Baydemîr de ji aliyê Şaredariya BajarêMezin a Amedê ji bo şaredariya me hatibû kirîn.

Ti diyalogeke we bi şaredariyên Bakurê Kurdistanê re hene?

Diyalogeke wiha nîne. Dema rayedar tên vir hevdîtinên me çêdibin.

Daxwazên we ji wan hene?

Bi rastî şaredariyên ku rewşa wan beş hene. Dikarin bi şaredariya Mexmûrê re pêwendiyeke baş bikin. Dikarin bi şaredariya me re bikevin nav piştevaniyê. Eger piştevaniyeke wiha çêbibe wê rewşa Mexmûr hê cudatir be.

Wesayîta we ya meqam heye?

Na. Wek hevşaredar wesayîteke me ya meqam nîne. Wesayîta me ya şaredariyê heye. Em hemû personel heman wesayîtê bi kar tînin. Karê kê hebe bi kar tîne. Pêwîstiya me bi wesayîta meqam nîne bi wesayîta ku em ji bo xizmetê bi kar bînin heye.