Hamlet li Stockholmê jî bi kurdî axivî
Lîstika Hamlet cara yekem bi kurdî tê lîstin
Bi hevkariya Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şanoya Rast ku navenda wê li Hollandayê ye û her wiha bi wergêriya nivîskar û rewşenbîrê kurd Kawa Nemir, lîstika navdar a Shakespeare, Hamlet cara yekem bi kurdî derket ser dikê.
Şanoya Hamlet promiyera xwe li Hollandayê bajarê Amsterdamê kir û rast li eleqeyeke mezin hat. Niha ev şano 5 û 6ê cotmehê li Sodra Teate, li Stockholmê tê lîstin. Ji bo vê lîstikê îroj civîneke çapemeniyê hat lidarxistin û ji bo çapemeniyê sê beşên şanoya Hamlet a bi kurdî bi kinayî hat pêşkêşkirin.
Di civîna çapemeniyê de Kawa Nemir beriya her tiştî balê kişand ser rewşa li welêt û grevên birçîbûnê. Nemir got: ”Dema Kurdistanê parçe kirin, welatên Ewropayê hesabên van rojan nedikirin ku dê rojekê ev pirsgirêk li lingê wan jî biwele. Lê îroj ew roj e ku êdî pirsgirêka kurd divê bê çareserkirin, lewra ev pirsgirêk hatiye ber derê wan jî û berpirsyariya wan e, mecbûr in vê pirsgirêkê çareser bikin, da pira di navbera gelan de bê avakirin û êdî ne kurd û ne jî tirk bimirin. Ji ber vê jî em banga bihîstyarî û hişyariyê li hemû kesan û bi taybet jî rewşenbîran dikin.”
Piştî Kawa Nemir, derhênerê Şanoyê Celil Toksöz derbarê şanoyê de agahî dan. Toksöz wiha got: ”Di sedsala 21î de zimanek heye ku hîn jî qedexe ye û diviya Hamlet bi vî zimanê qedexe bihata lîstin. Ji ber wê jî me biryar girt ku divê Hamlet bi kurdî bê lîstin. Lê eger ne ji desteka Şaredariya Bajarê Mezin û Koma Şanoya Şaredariyê bûya, me dê nikaribûya vê xebatê pêk bînin. Di destpêka vê xebatê de mijara herî grîng wergerandina Hamlet li zimanê kurdî bû. Me xwest Hamlet jî ji çavkaniya wê, ji zimanê Shakespeare bê wergerandin, ne ji zimanekî din. Ji bo vê jî me vê xebatê bi kesekî mîna Kawa Nemir jîr û jêhatî re pêk anî, ji bo vê jî em şanaz û bextewer in.”
Celil Toksöz li ser teknîk û armancên lîstikê jî agahî da û axaftina xwe wiha domand: ”Yek ji xalên herî grîng ku di kurdî de sê disiplîn têne kêleka hev. Di teatra Ewropayê de ev kar hinek bûye endustriel, bûye karê lêkolînê. Şanoya dansê cuda ye, şanoya şoreşê cuda ye, şanoya dialogê cuda ye, şanoya vegotinê cuda ye. Lê di vegotina çîrokên kurdî de ev hemî di nav hev de ne. Me jî yek ji kevneşopiya herî kevin a kurdî dengbêjiyê, felsefeya vegotinê bikar anî. Shakespeare çîroka xwe vegotiye, me jî bi zimanê dengbêjan çîroka Hamlet vegot. Di vê şanoyê de disîplîneke dengbêjiyê heye. Ya duduyan ku kurd çîrok û evînên xwe yên herî grîng bi rêya klam û stranên xwe ve li nav dilan digerînin. Me jî bi rêya muzîk, tevger û dialogê, hewl da ku çîroka Hamlet bihonin.
Derhêner Toksöz jî di dawiya axaftina xwe de balê kişand ser grevên birçîbûnê û wiha got: ”Îroj bi sedan kes ji bo bi zimanê dayika xwe bikaribin perwerde bibînin û xwe biparêzin, ketine greva birçîbûnê. Ji bo rêberê xwe ku jê re rêz digirin, ketine greva birçîbûnê. Me jî di pêvajoyeke wiha de , bi zimanê hunerê, Hamlet mîna zimanê aştiyê, mîna pireyekê di navbera gelande, bi têkilkirina zimanê dewlemend ê Shakespeare, bi zimanê xwe anî ser dikê.
Toksöz piştre bersiva pirsên rojnamevanan da û me jî mîna Amîda Kurd jê pirs kir ku çima dialogên navbera wan bi tirkî ne? Lewra ji bo bikaribe giyaneke xurt bigire, divê zimanê dialoga navbera wan bi xwe jî bi kurdî be û kurdî di jiyana wan a rojane de desthilatdar be, an na ev dê bandoreke neyînî li ser xebatên wan jî bike. Bersiva derhêner jî ev bû ku ew bi xwe ji Amedê ye lê bi kurdî nizane û eger bi kurdî bizaniya dê ev lîstik jî nikaribûya bihata amadekirin, lewra tişta ku ev lîstik pê daye amadekirin, birîna nezanîna zimanê xwe ye. Her wiha sedema ku lîstikvan bi xwe jî di navbera xwe de bi tirkî diaxivin, ji ber rêza li hemberî derhêner e, lewra derhêner bi xwe bi kurdî nizane û ew dixwazin ku derhêner ji lîstikvanên xwe fam bike, an na wekî din ew di jiyana rojane de bi kurdî dijîn.
Mîna encam, bi hêsanî dikare bê gotin ku karek profesyonelî hatiye kirin. Hamlet ne tenê bi zimanê xwe, lê bi reng û xeml û awaz û hin dialogên xwe yên taybet ve jî rengekî kurdewarî girtiye. Tiştek cuda û nû hatiye afirandin û têkiliyek pir xweş di navbera êşa gelê kurd û trajediya Hamlet de hatiye danîn. Lewra pirsa kurd jî çi di warê ziman de, çi di warê çandê de û çi di warê civakî de, pirsa hebûn û nebûnê ye.
Şanoya Hamlet di 9ê mijdarê de dê li Amedê bê lîstin.
Amîda Kurd