'Hamît Yildirim hevjînê min kuşt'
'Kujerê Apê Mûsa Hamît Yildirim hevjînê min kuşt'
Di çalakiya Dayikên Şemiyê ya vê hefteyê de bûyera kuştina Omer Guvenê ku di sala 1993'an ji aliyê Hamît Yildirimê ku ji ber kujerê Apê Mûsa ye, hate kuştin, hate vegotin.
Dayikên Şemiyê çalakiya rûniştinê ya her hefte ji bo kuştinên kiryar ne diyar bê zelalkirin li dar dixin, li ber Lîseya Cizîrê li dar xistin. Di çalakiyê de gelek xizmên winda beşdar bû de, wêneyên windayan hate hilgirtin. Serokê BDP'ê ya Cizîrê M. Nezîr Akengîn û nûnerên MEYA-DER'ê jî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya ku her hefte bûyera kuştina kesek tê vegotin de vê hefteyê bûyera kuştina Omer Guvenê ku ji aliyê Hamît Yildirimê ku di heman demê de kujerê Apê Mûsa ye û di demek nêz ji ber vê yekê hatibû girtin, hatiye kuştin, gotin.
'Me hestiyê hevjînê min jî nedît'
Hevjînê Guven Ayşe Guven da zanîn ku hevjînê wê di sala 1993'an de ji aliyê Hamît Yildirim ve hatiye kuştin û "Hevjînê min mirovek di karê xwe de bû. Em li Şirnexê rûdinişt û hevjînê min her roj diçû karê xwe û dihat malê. Rojek çû ser kar û carekê din venegeriya. Pişt re me bihîst ku hevjînê min ji aliyê Hamît Yildirim hatiye kuştin. Lê me hestiyê hevjînê min jî nedît. Em ê şopdarê vê dozê bibin û pey kujeran bernedin." Piştî axaftinan Dayîkên Şemîyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anîn.
(ab/mae)