Hasan Cemal û şûrê Erdogan
Hasan Cemal: Erdogan ji bo ku serê mirovan jê bigire şurê xwe diavêje her alî
Nivîskarê Rojnameya Mîlliyetê Hasan Cemal di nivîsa têkildarî Serokwezîr Erdogan de nivîsî wiha got: "Tayyîp Erdogan, maşalah weke Zaloglu Rustem e. Di destê wî de gorzeke mezin. Dibêje ya Xwedê, bîsmîlah deyu, ji bo serî jê bike radihêje her alî.... Birêz Serokwezîr, kî dizane, dibe ku tu vedigerî eslê xwe, anî jî genên xwe yên nîjadperest û muhafazakar, bi vê yekê azadiyê û demokrasiyê paşve diavêjî."
Nivîskarê Rojnameya Mîlliyetê Hasan Cemal, di nivîsa xwe ya bi ser navê "Tayyîp Erdogan, maşalah, weke Zaloglu Rustem e!" de bal kişand ser gotinên Serokwezîr Erdogan ên demên dawi. Cemal, di nivîsa xwe de diyar kir ku dibe ku Serokwezîr vedigere eslê xwe û wiha got: "Dibe ku hun vegerin eslê xwe an jî genên xwe yên nijadperest û muhafazakar û ji ber vê yekê demokrasî û azadiyê paşve diavêjî. Gelo hûn qet bi xwe re diaxivin û hesabê dikin, ez ji ku hatim û diçim ku?"
Cemal di berdewamiya nivîsa xwe de wiha dibêje:
"Tayyîp Erdogan, maşalah weke Zaloglu Rustem e. Di destê wî de gorzeke mezin. Dibêje ya Xwedê, bîsmîlah deyu, ji bo serî jê bike radihêje her alî... Baş bû ku ez hefteyên dawî li deryayam bûm. Heke dibe ku bi qezayê serê min jî biriba. Birêz Serokwezîr; Ev şîdet û celal e?.. Hestiyê ziman tuneye lê ewqas jî na. Goteke kesên kevin heye, 'Dev torbe nîne ku bê girtin' Helwesta we ya hefteyên dawî û hinek bûyerên hatin jiyîn vê gotinê bîra min. Kurtaj, sezaryen... Qileban.. 'Her kurtajek Qilebane ke' Yek ol... Nifşê oldar... Heskirê mirî... Îdrîs Naîm Şahîn... Rojnamegerên lerzîdêr û daxuyaniya toq. Rewşenbîrên despot... Fezlekeyên KCK'ê yên ji bo mafê parlementerên BDP’ê yên destnedayî bên rakirin. Doza Fazl Say. Ji devê we gotinên xiyanetê qet neketin. Gotina qeleşî ya ji BDP’ê re. Hempişteyê min Alî Akel ji ber nivîsa di mijara Qilebanê de ya bi navê 'Lêborî nayê aşkerakirin tê kirin' ji karê xwe yê Rojnameya Yenî Şafakê hate avêtin... Rewşa serokatiya otorîster a siyasî ya li stadyuma Arenayê... Axaftina ji bawerî û kurahiya mijara pirsgirêka kurd dûr a dawî ya Amedê... Birêz Serokwezîr; Ev lîste bi hêsanî mirov dikare dirêj bike. Ez naxwazim bikevim nav detayan. Di van hemû mijaran de ez weke we nafirkirim. Em reş û sipî difirkirin. Dibe. Tiştî demokrasiyê dike demokrasî fikrên cuda ne. Lê hun weke serokwezîre tenê cuda nafirkirî. Di heman demê de ji kesên weke we nefirkirin re hêrsê belav dikin. Li hemberî kesên cuda difirkirin xweşbûniya we tuneye. Tehemula we ya li hemberî kesên wekî we nefirkirin nemaye. Hun li pey dengê kesên weke we nefirkirin bibirin in. Sînyalên vê yên sor hildibin û vedimirin. Mixabin. Birêz Serokwezîr; Zimane û uslubekî we yê wisa heye. Dehfdêr, otorîter. Ev zimaneke dewletê ye. An jî zimaneke dawletlu ye. Berê wisa nebû. Vê yekê baş bizanin: Bi ziman û uslubeke wisa Tirkiye ber bi riyên baş ve naçe. Ji ber ku her tiştî hun rast nizanin... Serokên bi helwesta hemû rastiyan di tekela xwe de digirin tev digerin bi wan re di riya aştî û demokrasiyê de nayê meşîn. Ev yekê di dîrokê de gelek caran hatine dîtin. Li Qilbanê jineke kurd a bi êş got, 'Tayyîp Erdogan, bi her axaftineke xwe careke din me bombe dike' Vê gotinê dilê min şewitand. Ez nizanim, gelo hûn qet fikirîn ku êşa li piştî vê gotin çawaye? An jî we demek veqetan ji bo ku vê yekê hîs bikin? Xwezî... Lê ez tu îhtîmalê nadimê. Hun jî weke yên berê bi awayeke lezgîn dibin serokeke têrbûyî. Wisa tê fêmkirin ku dengên cuda guhên we nerehet dike. Nêrînên cuda we eciz dike. Cudahî we ditirsîn e. Birêz Serokwezîr; Gelo di serê we de yek kesî heye? Gelo li pey raberiya siyasî ya mezin a li stadyumê meşa we ya serokatiyê heye? An jî hûn dixwazin bibin serok bav? Weke lezgîniyek we heye. Şeytan tevlî karê lezgîn dibe. Hun di demên dawî de bi demara nijadperestî û muhafazakariyê de ne. Wisa tê xuyakirin ku ji bilî vê yekê tu tiştên din di xwema we de nîn e. Hun tenê dixwazin dengên xwe ji sedî 50 bin. Hun hesabên pergala serokatiyê an jî niv-serokatiyê dikin... Wisa ye? Birêz Serokwezîr; Kî dizane dibe ku hun vegerin eslê xwe, anî jî genên xwe yên nîjadperest û muhafazakar, bi vê yekê azadiyê û demokrasiyê paşve diavêjî. Gelo hûn qet bi xwe re diaxivin û hesabê dikin, ez ji ku hatim û diçim ku?.."
(bd/mae)