1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hawar dê berjewendiyê gelan esas bigire
Hawar dê berjewendiyê gelan esas bigire,hawar,dê,berjewendiyê,gelan,esas,bigire

Hawar dê berjewendiyê gelan esas bigire

Ajansa Nuçeyan a Hawar dê berjewendiyê gelan esas bigire

A+ A-

ABDURRAHMAN GOK Ajansa Nuçeyan a Hawar (ANHA), di çarçoveya heqîqetê de ragihandina geşedanên li Rojava û yên li bajarê Surî daniye pêşiya xwe. Hawar ku bi kurdî, erebî û ingilîzî di 1'ê Adarê de bi awayekî fermi dest bi weşanê kir, ne li gorî berjewendiyên partî an jî derdoran, berjewendiyê gelan ji xwe re esas digire. Edîtorên ajansê diyar dikin ku sermayeya wan keda wan e û bi riya belavkirina heqîqetê dê ew jî ji şoreşê re xizmet bikin.

115 sal berî niha di 22'yê Nîsana 1898'an de li paytexta Misrê Qahîre, bi tîpên erebî gelê kurd bi navê Kurdistan rojnameya yekem derxist. Îro hem di warê televizyon, radyo û rojnameyan de li çar parçeyê cîhanê û her wiha li çar parçeyê ku kurd lê dijîn ragihandina kurd derketiye merheleyeke bilind. Di dîroka rojnamegeriya kurd de piştî Kurdistan; kovara Hawar, Riya Teze, Ozgur Gundem û Azadiya Welat jî digel zext û zordariya di şopa heqîqetê de weşana xwe dom kirine û di dawiya sedsala 20'emîn de jî li ser satelaytê bi tevizyonan ragihandina kurd ketiye asteke din. Îro bi dehan televizyon, radyo, rojname, kovar û her wiha web site li temamê cîhanê geşedanên derbarê gelê kurd û rojhilata navîn de bi gelek zimanan bi raya giştî re par ve dikin.

Herî dawî jî li Rojava bajarê Qamişlo Ajansa Nuçeyan a Hawar (ANHA) di nava refê çapemeniya kurd de cihê xwe girt. Hawar ku geşedanên li Rojava diqewimin û dîsa gelê Rojava û Surî eleqedar dikin dê ragihîne, bi zimanê kurdî, erebî û ingilîzî weşanê dike. Di 1'ê Adara 2013'yan de li ser malpera bi navê www.hawarnews.com Hawar bi hawakî fermî dest bi weşana xwe kir û êdî ne li Rojava ne jî li Surî dê tiştek veşartî nemîne. Me wek Ajansa Nûçeyan a Dicle (DÎHA), derbarê rol û mîsyona Hawar, polîtîkaya weşanê, aborî, girêdana bi Konseya Bilind a Kurd ve bi edîtorê Hawarê yê erebi Alan Osman û yê kurdî Îdrîs Ebdullah re hevpeyvîn kir.

* Hûn dikarin hinek qala rewşa çapemeniya Sûrî û Rojava bikin. Dîroka çapemeniyê li vî welatî çiye.

Alan Osman: Li Surî rewşa çapemeniyê beriya desthilatdariya Baas rewşek baş jiyan dikir li gorî wê demê, mirov dikare bi bîrbîne ku li Surî bêtîr 100 kovar û rojname hebûn û her wiha li bajarên din jî pir kovar û rojnameyên herêmî hebûn. Lê piştî sala 1963'an û destpêka desthilatdariya Baas hemû saziyên çapemeniyê hatin qedexe kirin û deriyê wan hate girtin, her wiha rewşa awarte hate îlan kirin, di encamê de mafê vekirina saziyên çapemeniyê hate qedexe kirin. Saziyên ku di Surî'de weşan dikirin 3 rojname û yek televizyon ya dewletê hebû. Di despêka desthiladariya Beşar El Esed de yekem zagona çapemeniyê li Surî hate derxistin. Lê zagona ku hate îlan kirin tu maf ne dida kesî ku saziyên çapemeniyê yê serbixwe vebike, lê tenê bi biryara Esed mafê weşanê da şêwwekarê (karikaturist) navnetewî Elî Ferzat ku rojnameya bi navê Domerî vebike. Lê ku vê rojnameyê di Surî'de dengek mezin veda û rastiya rayedarên dewletê ji xwendevana re eşkere kirin piştî 3 sala weşana wê ji aliyê îstixbarata Rêjîma Baas ve hate girtin. Ji xwe rêjîma Surî tu derfet neda ku tu kovarên bi kurdî derbikevin, lê bi hewldanên bi israr ya gelê kurd pir kovar û rojname bi dizî dihatin belav kirin. Rola mezin ya ku hişt asta rojnemevaniyê li pêşkeve vedigire ji mîrasê tevgera azadiya gelê Kurdistanê ku bêtirî 30 salî li Rojava'yê Kurdistanê kar û xebatên cûr be cûr didane meşandin.

* Digel di demeke ewqas çapemeniya Kurd şax vedaye û berfireh buye de, we çima ajansek nû ava kir?

Raste pir saziyên çapemeniyê yên kurda hene, lê yên ku bi karê çapemeniya pispor radibin pir kêmin û bi taybet ev tişt li Rojavayê Kurdistanê tê jiyan kirin. Li Rojava bi dehan kovar û malper hene, lê nikaribûn bigihîjin asta ku derd û êşên gelê xwe baş bişopînin û bigihînin raya giştî. Ji xwe piraniya van kovar û malperan girêdayî partiya ne, ji ber wê berjewendiyên partiyên xwe her dem didane pêş. Piştî ku buhara gela li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqa'yê destpêkir û bayê wê gihîşte Surî û Rojavayê Kurdistanê, pêwîstiya gelê Rojava bi saziyekê hebû ku şoreşa gel bişopîne û dengê wî bigihîne raya giştî. Me didît ku çapemeniya navnetewî şoreşa Surî bêyî şoreşa gelê kurd diyar dikir. Ji ber van sedeman me pêdivî bi saziyekê ku karibe li hemû Rojavayê Kurdistanê û Surî şoreşa gel bi çavê rastiyê dûrî berjewendiyên tu kesî, ku karibe bi rastî hemû siyaset û reşkirna bi salan li ser gelê vê herêmê hatiye kirin ji raya giştî re ronî bike. Li ser wî esasî me biryar da ku em dest bi weşana ajansa Hawar bikin.

* Mîr Celadet Bedirxan di 1932'yan de li Şamê bangewaziya kurda bi Hawar binav kiribû û ji bo Hawar'a kurda kovarek derxistibû. Em hatin sala 2013'yan we jî ajansek bi heman navî vekir. Dê mîsyona we çibe?

Bê guman rola Bedirxaniyan di çapemeniya kurdî bi giştî hebû, yanî mirov dikare bi bîr bîne ku li Misrê Miqdad Bedirxan yekem rojnameya kurdî bi navê Kurdistan da dest pêkirin û wek we jî bi bîr anî pişt re Mîr Celadet Bedirxan kovara Hawar dabû destpê kirin. Bi vê kovarê re alfabeya latînî cara yekê di çapemeniya kurdî de hate bikaranîn, di vî warî de bandoreke wê heye. Lê niha Rojava rewşa şoreşê dijî û ji hawarê derbas buye û sistema xwe ava dike, lewra ajansa me navê xwe hem ji kovarê û hem ji çiyayê Hawar ê li bajarê Efrînê digire. Di vê çarçoveyê de dê rola ajansa me wê ragihandina rastiyên Rojava, Surî û Rojhilata Navîn be. Li hemberî sîstema ku reng û denga tune dike her wiha xwezayê tîne halê ku nayê jiyandin, emê rastiya civaka xwezayî û demokratîk vebêjin û hewlbidin ku bibin dengê civakê.

* Çend buro û xebatkarên we hene. Li kîjan bajara buroyên we hene. Yanî hûnê tenê ji Rojava an li bajarê Surî jî nuçeyan derbas bikin?

Li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê buroyên me hene û li bajarên Surî Hesekê, Şam, Heleb, Reqa û Minbijê û li paytexta Lubnanê Beyrûtê jî buroya me heye. Nêzî 50 nuçegihanê me nêviyê wan jin li van bajaran neha di nava xebatê dene.

* Ji hêla teknîkî ve gelo rewşa we çiye. Yanî fotograf makine, kamera, computer amurên çapemeniyê di çi rewşê de ne?

İdris Ebdullah: Neha li Surî û Rojava rewşa şoreşê tê jiyan din, lewra gelek zehmetî jî derdikevin holê. Ev zehmetî di warê çapemeniyê de pir xwe dide der. Beriya her tiştî ji ber şer û pevçûnan ambargoyek di warê siyasî û aborî de heye. Ji ber vê jî gelek pêdivî nayên pêşwazîkirin. Em jî wek çapemeniyê di van şertan de kar dikin, pêdiviyên me bi gelek tiştên teknîkî hene, lê em vê ji xwe re nakin asteng û hewl didin ku li gorî şert û mercên şoreşê kar bikin. Lê niha zehmetiyên herî zêde em dikişînin di warê înternêt û telefonan de ye. Hemû telefon û înternêtê Surî hatine girtin û pir kêm dixebitin, lewra jî gelek caran bi bajaran re têkiliyên me qut dibin. Ev jî ji bo em karê xwe di dema wê de pêk bînin astengiyan çêdike, hinek caran em neçar dibin ku dîmen û nûçeyên xwe bi wesayitan re rêdikin.

* Têkiliya we bi Desteya Bilind a Kurd re heye an na. Ger hebe bi çi hawayî ye?

Desteya Bilind îradeya siyasî ya gelên Rojavayê Kurdistanê ye û hewl dide ku mafên wan bide qebûl kirin. Di vî warî de kar û xebatên xwe didomîne û ji aliyê hamû civakê ve hatiye qebûl kirin. Lê di dawiyê de pêkhatiyeke siyasiye. Çapemenî jî rastiyan tîne ziman û dibe dengê civakê. Ku em di vê çarçoveyê de bifikirin, ji bo ku çapemenî rola xwe bi cih bîne divê girêdayî tu hêzan nebe ku di bin bandoran de nemîne. Nêzîkatiya me ji bo Desteya Bilind jî di vê çarçoveyê de ye. Em wekî perçeyek rastiya Rojava dinirxînin û wekî rastiyên din yên vê herêmê di nûçeyên xwe de cih didin xebatên wê jî.

* Ji bo pêşerojê armanca we çiye yanî hûnê li parçeyê Kurdistanê yî din jî nuçeya derbas bikin?

Me nû dest bi karê xwe kiriye û em neha di nava şert û mercên zor de xebata xwe dimeşînin. Destpêkê karê me yê esasî û pêşî wê ragihandina rewşa Surî û Rojavayê Kurdistanê be, lê di pêşerojê de em armanc dikin ku li perçeyên din yên Kurdistanê û tevahiya herêmê tora nûçeyan raçînin. Di vê çarçovê de wê xebatên me bidomin.

* Sermaye û pereyên ajansa we ji kuderê tê?

Ji bo ku saziyek çapemeniyê rola xwe bi awayeke rasteqîn bi cih bîne, divê bi taybetî di warê aborî de girêdayî tu hêz û derdoran nebe. Heger ku girêdanek bi vî rengî hebe îdayek çiqas mezin hebe jî çapemenî ji arastekirinê xelasnabe û rola xwe bi cih nayine. Em bi vê rastiyê derketin rê û li gorî derfetên xwe ev ajans ava kir. Ajansa me ji aliyê çend rojnamevanên herêmê de hatiye ava kirin û sermayeyê wê jî ji aliyê wan ve tê diyarkirin. Yanî em bi derfetên xwe karê xwe dimeşînin.

* Hûnê debara xwe çawa bikin?

Debara ajansan li ser sîstema abonetiyê çêdibe. Her çiqasî di roja me ya îro de her ajansek girêdayî komeke aborî be jî, em li gorî rêgeza xwe ya rastiyê vê red dikin. Debara me wê tenê bi keda me be. Niha çend aboneyên me hene û em armanc dikin ku di demên pêş de hejmara aboneyên xwe zêde bikin.

* Herî dawî gotin û bangewaziyek we ji çapemeniya kurd re hebe ez dixwazim wê jî bisitînim.

Bandora çapemeniya kurd li hemû perçeyên Kurdistanê heye, em dikarin têkiliyan bi wan re çêbikin û em karibin bi hev re ji bo çareser kirina pirsgirêkên gel û civakê hêzên xwe bikin yek. Neha rola çapemeniya kurdî pir bi bandore û bûye hêzeke dikare pêşengtiya civakê bike. Lê cardin ku yekîtiya çapemeniya kurdî çêbibe wê daha baştir karibe rola xwe di avakirina civaka xwezayî ya demokratîk de bigire. Di wê çarçoveyê de em hêvî dikin ku yekîtiya çapemeniya kurd di zûtirîn dem de çêbibe.

(ag/mae)