"Hawar! Leşker komkujiyê dikin!"
Welatî: Hawar! Leşker li Gundê Mose komkujiyê pêk tînin
SAMİ YILMAZ Li gundên navçeya Şemzînanê 14 rojin bê navber şer û pevçûna di navbera leşker û HPG'iyan de didome. Hate zanîn ku leşkerên derketin operasyonê malên gundê Moşe yê Şemzînanê dan ber guleyên roketan û dahlên welatiyan şewitandin. Welatiyê gund Abdurrahman Guney, anî ziman ku li gund komkujî pêk tê û xwest ev zilma li ser wan tê meşandin bi dawî bibe.
Li navçeya Şemzînanê şer û pevçûna di navbera leşker û endamên HGP'ê de di 23'ê Tîrmehê dest pe kir û hêj didome. Li herême balafirên şer bê navber herêmên çiyayê bombe dike, dahl, rez û herêmên daristanî dişewitîne. Gundan dide ber gule û topan. Welatiyên li gundan dijîn di bin siya gule û topan de dijîn. Li gundê Nirkula di navbera endamên HGP'ê û leşkeran de şer û pevçûna dijwar berdewam dike. Li gundê Moşe yê Şemzinanê jî ji ber ku leşkerên derketine operasyonê ketober herêmê dide ber guleyan gelek malên Mose bûn hedefa guleyên roketên leşkeran. Disa ji ber ku leşkeran li qadên daristanî şewat derxist bi 10'an dolim qadên daristanî bûn şewat û bizot. Ji ber ku leşker desûr nadin welatî şewatê vemirîne, gelek dahl û rezên welatiyan ên gwîzan jî şewitîn û bûn arî. Ji ber ku li herêmê şer û pevçûneke dijwar heye welati newêrin ji malên xwe jî derkevin derve. Ji ber ku guleyên roketan ên lekeran li hin malan ket tirs û xof jî belav dibe. Gundê Mosê ku ji 8 malan û 95 kesan pêk tê heta niha 300 dehl û lodên gihê hatin şewitandin. Dîsa leşker av û ceyranê nadin gundiyan.
'Keda 60 salan di rojekê de şewitandin'
Welatiyan bertek nîşanî êrîşa leşkeran da û anîn ziman ku êdî nikarin ji malên xwe derkevin. Welatiyê bi navê Abdurrahman Guney, ji ajansa me DÎHA'yê re axivî û wiha got: "Tiştê ku Saddam û Esad li gelê xwe dike hikûmeta AKP'ê jî vê yekê li me dike. Ji ber barandina guleyên leşkeran em nikarin ji mala xwe derkevin. Ha Erdogan, ha Saddam, ha Esad hemû yek in. Hemû zilmê li gelê xwe dikin. Êdi ji vê zulmê re bes e. Tenê îro 5 caran mal û gundê me hate gulebarandin. Di nava 15 rojan bi sedan guleyên topan li der û dorên gundê me ketin. Ji ber êrîşa leşkeran gelek welatiyan gund terk kir. Bi rojan e em agahiyê ji hin xizmên we nagirin. Nifûsa malbat û xizmên me 40 kesin, lê me 37 kes şandine gundên din. Ez û 2 kurên xwe bi şevê di bin keviran de radizên. Keda min a 60 salan tev bû xwelî. Kemî dehl û rezê min şewitandin û keda min bi axêde teqiya.
'Bila ev zulim bi dawî bibe'
Guney, anî zima ku di vê meha Remezanê de Serokwezîr Erdogan bi wan zulimê dike û xwest êdî ev zulm bi dawî bibe û wiha dawî li axaftia xwe anî: "PKK li çiyê ye, ne li gundan e. Her kes vê yekê baş dizane. Lê leker tên gundê de dide ber guleyan û dahl û rezên me dişewitîne. Dixwazin vê herêmêbê mirov bihelin. Ev zulim e. Nayêqebûl kirin. Ger ku rê li me vebe em dê vî welatî terk bikin. Niha ji ber leşkeran dahl û rêzê min şewitandiye 400 mîlyon TL zeraka min çêbkûye. Ev zilim û bê wicdani ye. Dijmin li mirov wisa nake. Keda min a 60 salan talan kirin û wêran kirin. Divê xwedî vê yekê ji wan re nehêle."
Welatiyê bi navê Muslim Yucel ku gule li mala wî ket jî wiha got: "Xwedê heqê me ji wan re nehêle. Erdogan dijmînê kurdan e. Bila dest ji dijminantiya kurdan berde."
(mae)