HDK: Berpirsiyar hikûmet e
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), êrîşa Dîlokê şermezar kir
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), êrîşa Dîlokê şermezar kir û diyar kir ku ber pirsiyarê komkujiyê hikûmeta di polîtîkayên şer û şîdetê de israr dike ye.
Lijneya Rêveber a HDK'ê têkildarî êrîşa bombeyî ya li Karşiyakayê ya Dîlokê ya ku 9 kesan jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyeke nivîskî da. HDK'ê di daxuyaniyê de sersaxî li malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan, da û da zanîn ku berpirsiyarê komkujiyê hikûmeta ku di polîtîkayên şer û şîdetê de israr dike ye û wiha hate gotin: "Li şuna êrîş ji aliyê kê ve hate kirin bê dîtîn û bi awayeke lezgîn agahî bên komkirin hikûmet gotinên nefretê gotin. Li hemberî hemwelatiyên kurd daxuyaniyên sorkirinê hatin dayîn." Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku daxuyaniyên hikûmetê bêberpirsiyar in û wiha hate gotin: "Hikûmeta 8 meh bi ser komkujiya Roboskiyê de derbasbûn hêj der heqê kiryaran de tu lêpirsîn venekirin, lê berpirsiyarên komkujiya li Dîlokê de di demek kin de tesbît kirin."
(bd)