HDK Forma Rojhilata Navîn li dar dixe
Kongreya Demîkratîk a Gelan (HDK) bi tevlîbûna rojnamevan û akademîsyenan dê li Stenbolê "Forma Rojhilata Navîn" li dar bîxe
HDK dê bi tevlîbûna Akademîsyen Abbas Valî, Gençay Gursoy û rojnemavan Huseyîn Aykol, Nuray Mert, Faîk Bulut û Aydin Çubukçu û gelek kesên din ên navdar di Forma Rojhilata Navîn de li Stenbolê polîtîkayên dewletên Rojhilata Navîn nîqaş bike.
Kongreya Demîkratîk a Gelan (HDK) bi tevlîbûna rojnamevan û akademîsyenan dê li Stenbolê "Forma Rojhilata Navîn" li dar bîxe û di formê de poîtîkayên dewletên Rojhilat Navîn bên nîqaşkirin. Axaftina vekirina forma dê li Otela Hîll a Taksîmê pêk bê. Parlementerê BDP'ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu dê axaftina vekirinê bike. Di formê de dê mijarên "Rojhilata Navîn ber bi ku ve diçe?" û "Di çarçoveya geşedanên Rojhilata Navîn de Tirkiye û derfetên çareseriya pirsgirêka kurd" bi tevlîbûna akademisyen Abbas Valî û Gençay Gursoy, rojnamevan Nuray Mert, Faîk Bulut, Huseyîn Aykol, Cengîz Çandar, Asli Aydintaşbaş û Aydin Çubukçu û Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak bê nîqaşkirin.
Forum dê di 19'ê sibatê saet di navbera 10.00 û 18.00'an de bê lidarxistin. DÎHA (bd/mae)