1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. HDK: Kurdên Suriyeyê dijmin nîn in
HDK: Kurdên Suriyeyê dijmin nîn in,hdk,kurdên,suriyeyê,dijmin,nîn,in

HDK: Kurdên Suriyeyê dijmin nîn in

A+ A-

HDK'ê geşedanên dawî yên li Suriyeyê pêktên nirxand û diyar kir ku kesên li Kurdistana Suriyeyê dijîn dijmîn nîn in û divê weke dijmîn neyên dîtin.

Lijneya Rêveber a Meclîsa Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), têkildarî geşedanên dawî yên li Suriyeyê de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî li Suriyeyê bajarên kurd lê dijîn înîsiyatîfa gel rêveberên herêmî destserkirin Serokwezîr Erdogan daxuyaniyên bi gef dan, di çapemeniyê de nûçeyên provokatîf hatin weşandin û derdorên nîjadperest tahrîk kirin. Di daxuyaniyê de bal kişand ser daxuyaniyên Erdogan ên "Em dê mudaxeleyê li wir bikin û wir belav bikin" û wiha hate gotin: "Dema mijar bibe sunniyên li Suriyeyê, Iraqê û Gazzeyê yên erep gelek bihestiyariyê nîşan dide lê dema ku mijar bibin kurd heman bihestiyarî nayê nîşandan. Li hemberî mafên kurdan ên ku kurd bi dest dixin hêrs dibe. Hikûmeta AKP'ê û rayedarên dewletê dema ku têkildarî kurdên Suriyeyê de diaxivin bi milyonan kurdên li welatê wan dijîn ji birî dikin. Ev nêzîkahî ji bo kesên xizmên wan li Îran, Iraq û Suriyeyê dijîn gelek dijber e. Ev helwesta darbeyekî li wijdana kurdên li Tirkiyeyê dijîn e û birîneke nû ye."

'Pêşeroka Suriyeyê gelê Suriyeyê dê diyar bike'

Di daxuyaniyê de hate bilêvkirin ku divê kurdên li Suriyeyê weke dijmin nîn in û weke dijmin neyên dîtin û wiha hate destnîşankirin: "Tenê kurd jî na hemû gelên din ên li Suriyeyê dijîn mafên wan ên ku bi vîna xwe xwe rêvebibin heye. Suriyeyekî demokratîk incax bi vî şiklî dê pêk bê. Pêşeroka Suriyeyê ji aliyê welatekî din ve na dê gelên li wir dijîn dê bê diyarkirin"

(bd)