1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. HDP: Em kiryarên provokasyona Amedê dizanin
HDP: Em kiryarên provokasyona Amedê dizanin,hdp,em,kiryarên,provokasyona,amedê,dizanin

HDP: Em kiryarên provokasyona Amedê dizanin

Piştî hilbijartinê HDP’ê Komîsyona Kordînasyona Hilbijartinê, Meclîsa Partiyê û Lijneya Rêveber a Partiyê kom kir û nîqaşên koalîsyonê jî zelal dibin

A+ A-

ENQERE (DÎHA) – Endamên organên têkîldar ên HDP’ê yên ku ji bo nirxandina encamên hilbijartinê kom bûn mecbûr man hewldana provokasyona li Amedê jî binirxînin, di mijara AKP û CHP bi hevre koalîsyonê ava bikin de hemfikir in û diyar dikin ku tiştên li Amedê diqewime hewldana provokasyona bi piştgiriya dewletê pêk hatiyeye. Rayedarên HDP’ê bi taybetî ji Huda-Parê re banga “xwe nedin bikaranîn” kirin.

Piştî hilbijartinê HDP’ê Komîsyona Kordînasyona Hilbijartinê, Meclîsa Partiyê û Lijneya Rêveber a Partiyê kom kir û nîqaşên koalîsyonê jî zelal dibin. HDP nêzîkatiya xwe ya li derve an j îli hundir tu piştgiriyê nede AKP’ê didomîne û piranî jî fikra ku divê koalîsyon navbera AKP û CHP’ê de pêk be heye.

Provokasyona li Amedê ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bi gotina “Hûn li ben da şerê navxweyî ne” bertek nîşan da û li ser Huda-Parê hewldana provokasyonê pêk jî di civînan de hate nirxandin û nedîtina kiryaran ji bo hilbijartinên pêşwext wekî amadekarî tê nirxandin.

Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Ertugrul Kurkçu, parlamentera Wanê Yurdusev Ozsokmenler, parlamenterê Stenbolê Garo Paylan, parlamenterê QerSê Ayhan bîlgen têkîldarî nîqaşên koalîsyonê û tehdîdên rayedarên AKP’ê wekî “heke em nebin dê kaos hebe”, hewladnên provokasyonan de ji DÎHA’yê re nêrînên xwe parve kirin.

‘Hikûmet divê xwe ji plana kaosê rizgar bike’

Kurkçu got ku hêzekî ku ji mekanîzmaya hikûmet û dewletê tê dixwaze di navbera kurdan de pevçûnê derxîne, li Tirkiyeyê kaosê biafirîne û wiha axivî: “Li vir hikûmet raste rast van tiştan plan neke jî ji bo vê yekê fersendê dide û bi tabloya kaosê de jî dixwaze sûdê bigire. Divê hikûmet xwe ji vê plana kaosê rizgar bike.”

Kurkçu diyar kir ku di tişên diqewime de berpirsyariya mezin a serokomar Tayyîp Erdogan heye û ew ê di nava koalîsyoneke ku bi AKP’ê de tunebin û encamên civînan di rojên pêş de aşkera bikin, li gorî encaman tevbigerin.

Paylan: Divê koalîsyona AKP û CHP’ê bê ceribandin

Parlamenterê Stenbolê Garo Paylan jî diyar kir ku piranî nêrîn ew ke koalîsyona di navbera AKP û CHP’ê de bê ceribandin, HDP jî muxalefetekî bi bandor pêk bîne. Paylan bilêv kir ku ew ji hundir an jî ji derve dê piştgiriyê nedin tu kaolîsyonan.

‘Ji koalîsyona bi MHP’î xêrek dernakeve’

Paylan got ku nêzîkatiya necidî ya MHP’ê ku dixwaze pêvajoya çareseriyê bi dawî bibe di serî de hemû deriyan digire û wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê jî senaryoyekî bi MHP’ê dê xêreke ji Tirkiyeyê re neyne, em wisa difikirin. Herîz êde dikarin bibin parçeya hikûmeta hilbijartinê. Nêrîna MHP’ê tu caran tiştek nedaye civaka Tirkiyeyê. Lê berpirsyariya me ya qanî kirina MHP’iyan heye. Ji 7 milyon^izêdetir nedg girtin. Civaka Tirkiyeyê divê bandorê li MHP’ê bike.”

‘Heke berpirsyar neyên darizandin ya ku kaosê derdixe AKP ye’

Yurdusev Ozsokmenler jî gotinên AKP yên “Heke HDP bendê derbas bike dê kaos derveke” bi bîr xist û nirxandina “Me jî digot di hilbijartinê de dê aştî û demokrasî derkeve. Lê ji bo ku xwe mafdar derxînin çalakiyên xwe yên provokatîf didomînin. Divê kiryar û berpirsyarên êrîşê derxînin pêş darazî. Heke ne wisa be yê kaosê derdixe AKP ye” kir.

Ozsokmenler got ku ew ji bo aştî û demokrasiyê banga xwe ya bihistiyariyê bidomînin û xwest AKP dev ji gotinên dijberiya aştî û demokrasiyê dike berde.

Ozsokmenlerê têkîldarî provokasyona li Amedê jî ev tişt anî ziman: “Hin xalên ku Huda-Par û DBP li hev nake hene lê dem bi dem li ser KCD’ê ve bi Huda-Parê re hin hevdîtin tên kirin. Hin hêzên ku van xalên li hevnakin bikar tînin hene. Komeke çekdar li herêmê digerin, provokasyonê derdixin em vê yekê dizanin. Ji ber vê yekê jî hêzêr tarî, bermahiyên JÎTEM û hîzbul-kontrayê an jî DAIŞ tê bikaranîn. Divê teqez Huda-Par bihistiyar be.”

'AKP operasyonên ferasetê li dar dixe'

Parlementerê Qersê Ayhan Bîlgen jî diyar kir ku li hemberî HDP'ê 176 êrîş pêk hatin û tu kiryarekî wan êrîşan nehate dîtin û hewildana komên kontra yên çekdar ên komkujiyê ya li Amedê vê yêkê temem dikin û wiha got: “Heke hilbijartina zû çêbibe, AKP dê bêje heke partiyekî bi tena serê xwe nebe welat ber bi kaosê ve diçe û bi vê yêkê operasyona ferasetê li dr dixe."

Ji derdorên îslamî re bang

Bîlgen bertek nîşanî hin derdorên îslamî yên piştî rêveberê ÎHYA-DER'ê hate kuştin HDP hedef nîşan dan da û wiha ji derdorên Îslamî yên wijdanî re got: "Piştî êrîşa li hemberî rêveberê ÎHYD-DER'ê hêj çend seat şunda hin komeleyên qaşo Îslamî yên derveyî Amedê mudaxîlî bûyerê bûn, hin quncenivîs û rojnameyan HDP hedef nîşandan. Bi zanebûn HDP hedef nîşan dan. Weke kiryar diyar e û cezakirin peywira mexdur e nîşan dan. Ev hemû bi awayekî plansazî pêk hatin. Divê bi taybet derdorên baldar û derdorên îslamî yên bi wijdan li hemberî vê yêkê helwestekê nîşan bidin. Divê bangên wan ji bo hemû kesî derbasdar bin."

‘AKP-CHP beranberî berpirsiyariyê ne'

Bîlgen da zanîn ku nêrîna di nava HDP'ê de hakîm koalîsyona AKP û CHP'ê pêk bê ye û wiha axivî: "Her du partiyên pergalê bûne yekemîn û duyemîn. Yanî ya rast her du partiyêm mezin ji bo aştî, demokrasî û çareseriyê rol bigirin e."

(bd/sa)