HDP: Ev mutabakata parvekirina dewletê ye
ENQERE (DÎHA) - MHP, CHP û AKP bêyî HDP'ê dixwazin Qanûna Esasî ava bikin. Wekîlê HDP'ê yê Mêrdînê Prof. Dr. Mithat Sancar, diyar kir ku ev îtîfaq, mutabakata parvekirina dewetê ye. Sancar, anî ziman ku dixwazin bêyî HDP’ê û bêyî kurdan pirsgirêka kurd çareser bikin. Sancar, anî ziman ku demek dirêje xebata HDP’ê ya Qanûna Esasî heye dikin û dê di rojên pêş de stratejiya xwe aşkere bikin.
Li ser fermana Serokomar Erdogan Tayyip Erdogan AKP, CHP û MHP bûn yek û di bin navê "Eniya Mutabakata Neteweyî" de ji bo Qanûna Esasî ya nû kom bûn. Di meclîsê de partiya sêyemîn HDP tev li vê pêvajoya avakirina Qanûna Esasî nekirin. Hevdîtinên Qanûna esasî dê roja sêşemê jî berdewam bike. Têkildarî vê rewşê Wekîlê HDP'ê yê Mêrdîn û Endamê Komîsyona Qanûna Esasî Mithat Sancar, diyar kir ku dixwazin HDP’ê li servê sînor bihêlin.
‘CHP'ê piştî hilbijartina 1'e Mijdarê bi her awayî piştgirî da AKP'ê'
Prof. Dr. Sancar, diyar kir ku hikûmet di vê pêvajoya herî zêde “demokrasi” bikar tîne, lê HDP’ê tev li qanûna esasî nakin. Piştî 15'ê Tîrmehê piştgiriya CHP'ê ya ji bo AKP'ê pir aşkere xuya bû. Lê piştgiriya CHP'ê ya ji bo AKP'ê koka xwe ji piştî pêvajoya 7'ê Hezîranê digire. MHP'ê piştî 7'ê Hezîranê wekî perçeyekî AKP’ê tev geriyan. Ji bo îtîfaqa li dijî kurdan AKP, CHP û MHP bûn yek. Îtîfaqa CHP'ê ya bi AKP û MHP'ê re pişti hilbijartina 1'ê Mijdarê dest pê kir. Berê eniya nijarperestiyê ava kiribûn. Lê piştî darbeya 15'ê Tîrmehê, ji bo xwe darbe kirin hincet û ev eniya xwe ya dijadperestiyê aşkere kirin. Niha bi awayekî fîîlî koalisyona nijadperestiyê hatiye avakirin. Mîtînga Yenikapi wêneyê heri zelal ê tifaqa dijadperestiya 3 partiyan bû. Em ewil li dijî darbeyê derketin. Me Îmez avêt bin deklerasyonê. Lê piştî darbeyê hemû li dijî HDP'ê bûn yek."
“Mirov ji vê îtîfaqê re bêje koalisyona dijberî darbeyê xelet e'
Sancar, îtîfaqa heyî rexne kir û got: "Mirov nikare ji vê îtfaqê re bêje koalisyona dijberî darbeyê. Ev itîfaqa parvekirina dewletê ye. MHP, CHP û AKP ji bo dewletê parve bikin bûn yek mutabakat. Ji bo ku dewletê li gorî xwe ava bikin di qada daraz û artêşê de dest bi tasfiyeyan kirin. Ez bawer dikim ku Erdogan hem li derve û hem jî li hundir xwe pir tenê dihêle.
‘Dixwazin bêyî kurdan pirsgirêka kurdan çareser bikin'
Sancar, destnîşan kir ku ji bo demokratîkbûna Tirkiye firsendek heye, lê îxtîdar vê firsendê talan dike û dixwaze bêyî kurdan û HDP'ê pirsgirêkê çareser bike û wiha got: "Divê Qanûna Esasî bi fikra 4 partiyan bê avakirin. Me ji bo vê serdemê stratejiya Qanûna Esasî ya di qada demokrasî û azadiyê de hemû kesan hembêz dike û diparêze ava kiriye. Em dixwazin Qanûnek demokratîk û azad ava bikin. Bi riya demokrasî û zagonan pirsgirêkê çareser bikin. Em diparêzin ku di nava vê mutabakatê de hemû beşên civakê, reng û rû hebin. Hemû kes di nava vê mutabakatê de cih bigirin. Em nayên lîstikên AKP'ê. AKP dixwaze civakê bixapîne."
'HDP, dê di nêz de stratejiya Qanûna Esasî aşkere bike'
Sancar, da zanîn ku demek dirêje stratejiya Qanûna Esasî amade dikin u dê di demek kin de vê yekê parve bikin. Sancar, da zanîn ku ew dê der barê pakêtê de pêşniyar, nirxandin û rexneyên xwe bêjin û wiha bi dawî kir: "Ger ku li gorî pêşniyarên me guhertin bên kirin û fikrên me li ber çavan bên girtin, em dê binirxinin. Na ger ku nerin, pêşniyar û rexneyên me li ber çavan nayên girtin, wê demê em dê li gorî ve yekê helwesta xwe nîşan bidin.
(mae)