1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'HDP hêviyên me şîn kir'
'HDP hêviyên me şîn kir',hdp,hêviyên,me,şîn,kir

'HDP hêviyên me şîn kir'

A+ A-

ERDOGAN ALAYUMAT

ANTALYA )DÎHA) - Karkerên çandînê yên li Antalyayê dixebitin navnîşana çareseriya pirsgirêkan HDP nîşan dan. Karkerên rojê 13-14 seatan di bin rojê de li zeviyên çandiyên dixeibtin xwestin şertên wan ên xebatê, hewcehiyên wan ên starbûnê û lêçûnên wan ên kêm sererast bikin. Karkera jin a bi navê Asya Senal (52) diyar kir ku di 12 salên serdema AKP'ê de hêj bêtir xizanbûn û ji bo xizanî bi dawî bibe û şertên wekheviyê ew dê dengê xwe bidin HDP'ê.

Karkerên demsalî yên di germahiya Antalyayê de rojê 13-14 saetan dixebite, dan zanîn ku ji bo di şert û mercên baş de bijîn dê piştgiriyê bidin HDP'ê. Karkeran diyar kirin ku şert û mercên ku ew tê de ne gelek xirab in û anîn ziman ku di 12 salên AKP'ê de ew yegcar xizan bûne. Jina karker a bi navê Aysel Senel (52) anî ziman ku ew 6 sal berê ji Rihayê koçî navçeya Serîka Antalyayê bûne.

'Ji ber ku min fêm kir AKP derewan dike ez ê dengê xwe bidim HDP'ê" Senel anî ziman ku li Rihayê 100 donim zeviyê wan heye û wiha got: "Ji ber ku av nîn e, ew nikarin çandiniyê bikin. 12 sal in hikûmeta AKP'ê derewan dike. Ji berê de û heta niha rewşa me heman e. Me got dibe ku AKP ji bo me çareseriyê pêk bîne lê piştre derewan kir û ji partiyên din xirabtir derket. CHP, MHP û AKP jî heman in. Ger HDP nebûya dê me yê dengê xwe bi kar neaniya.

'AKP alîkariyê civakî dide alîgirên xwe'

Karkerê bi navê Şehmus Senal (50) jî diyar kir ku ew heta niha tu car ji dewletê tu feydayê nedîtine û wiha got: "13 zarokên min hene. Ez zehemetiyan dijîm û nikarim zarokên xwe bidim xwendin. Heta roja îro min ji dewletê tu alîkariya civakî negirtiye. AKP her tim bi alîkariyên civakî pesnê xwe dide, lê hemû alîkariyên civakî dide alîgirên xwe. Em ji navçeya Wêranşehira Rihayê ji ber zilma dewletê û rewşa aborî neçar man ku koçî Antalyayê bikin. Em nikarin li vê derê zimanê xwe yê dayikê bi rehetî biaxivin. Em ê di hilbijartinê de dengê xwe bidin HDP'ê. Ez bawer dikim ku dê êd bi HDP'ê zimanê xwe yê dayikê bi rehetî biaxivim. Ez piştgiriyê didim HDP'ê."

'Dê bi îzna xwedê HDP bendê derbas bike'

Karkera jin a bi navê Selma Guner ku temenê wê 50 saliye diyar kir ku ew ê dengê xwe bide Selahttîn Demîrtaş û û wiha got: "HDP partiya kurdan e. Ji bo aştî, azadî, jin êdî negirîn û zarokên kurd şehîd nekevin ez ê dengê xwe bidim HDP'ê. Dê bi îzna xwedê HDP'ê bendê derbas bike."

'Dê HDP demokrasiyê bîne welat'

Karkerê bi navê Abdulcelîl Guner jî anî ziman ku ew 5 sal berê ji navçeya Bîsmîla Amedê koçî Antalyayê kiriye û wiha got: "Ez ê di hilbijartinê de piştgiriyê bidim HDP'ê. Dê HDP benda antî demokratîk ya derba bike û demokrasiyê bîne welat."

(go)


Bêjeyên Miftehî