1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. HDP'iyên hatin girtin şandin Edîrne, Kandira û Sîncanê
HDP'iyên hatin girtin şandin Edîrne, Kandira û Sîncanê,hdp,iyên,hatin,girtin,şandin,edîrne,kandira,û,sîncanê

HDP'iyên hatin girtin şandin Edîrne, Kandira û Sîncanê

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di navde 9 parlamenterên HDP'ê duh hatin girtin. 3 parlamenter jî serbest hatin berdan. Parlamenterên hatin girtin şandin girtîgehên Kocaelî-Kandıra, Edîrne û Sîncanê

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Di çarçoveya "Plana Têkbirinê" de destnedayina parlamenterên HDP'ê hatin rakirin û piştre bi fermana Qesr/AKP'ê dozgeriyê der barê wan de fezleke amade kirin. Hevserokên Giştî yên HDP’ê jî di navde 12 parlamenterên HDP'ê bi darbeyek siyasî di şeva 4'ê Mijdarê de bi awayekî tund hatin binçavkirin. Bi fermana Dozgeriyên Komarê yên Amed, Şirnex, Colemêr Wan û Çewlikê li dijî siyasetmedarên kurd operasyon pêk hat. Di operasyonê de Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattin Demîrtaş li mala xwe ya Amedê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag û Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder li malên xwe yên Enqereyê Wekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken, li navenda Giştî ya HDP'ê, Ferhat Encu li Stenbolê, Abdullah Zeydan li Colemêrgê, Leyla Birlik li Mêrdînê, Gulser Yildirim, Nursel Aydogan, Selma Irmak, Îmam Taşçier û Ziya Pir jî li Amedê hatibûn binçavkirin.

Hevserok Selahattin Demîrtaş, Figen Yuksekdag, Sirri Sureyya Onder, Gulser Yildirim, Nursel Aydogan, Îmam Taşçier û Ziya Pir li Edliya Amedê derketin pêşberî dadger. Parlamenter Îdrîs Baluken li Çewlikê, Ferhat Encu û Leyla Birlik li Şirnexê û Abdullah Zeydan û Selma Irmak jî Colemêrgê derxistin pêşberî dadgehê.

Sirri Sureyya Onder, li Enqereyê hat binçavkirin û bi helîkopterê anîn Amedê. 12 parlamenterên HDP’ê yên derketin pêşberdî dadgehê diyar kirin ku ew ji aliyê gel ve hatine hilbijartin û bijarteyên gel in. Diyar kirin ku ew nûnertiya gelê xwe dikin û tenê gel dikare wan darizîne. Parlamenteran anîn ziman ku cubeyên ku li ber mirovan bê girtin nikare vîna wan darizîne û darizandina li ber van cubeyan qebûl nake. Siyasetmedaran anîn ziman ku dawiya dawî dê têkoşîna demokrasiyê bi ser bikeve û tu hevî û daxwaza wan ji heyeta dadgehê û darazê tune ye. Piştre Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demirtaş û Yuksekdag parastina giştî kirin û anîn ziman ku ev pergala genî û kifnikî ya AKP'ê dê têk biçe. Piştî parastina Parlamenteran, Îmam Taşçier Onder û Pir bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.

Hevserokê Giştî yên HDP'ê Selahattin Demirtaş, Figen Yuksekdag Parlamenterên HDP'ê Gulser Yildirim, ji Amedê birin Balafirgeha Cengiz Topelê ya Kocaeliyê. Yuksekdag û Yildirim piştre di bin dorpêçek mezin de birin Girtîgeha Tîpa 1-F a Kandirayê. Demirtaş piştî demekê li vir hat girtin bi helikoptera polîsan birin Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê.

Parlamenterên HDP'ê Ferhat Encu, Îdrîs Baluken, Selma Irmak û Abdullah Zeydan’ birin Girtîgeha Tîpa F/1- 2 ya Kandira ya Kocaeliyê ku Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û berdevka KJAAyla Akat Ata jî hê hatine girtin.

Wekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken ji Girtîgeha Çewlîkê şandin Kandirayê. Wekîla HDP'ê Leyla Birlik û Nursel Aydogan jî şandin Girtîgeha Sincan a Enqereyê.

Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Nihat Akdogan jî der barê wî de pêvajoya girtinê didome. Der barê Wekîlên Şirnexê Faysal Sariyildiz û Wekîla Wanê Tugba Hezer Ozturk de biryara girtinê hat dayîn, lê hat diyarkirin ku li derve ne.