1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "HDP ji bo demokrasiyeke rasteqîn avantaje"
"HDP ji bo demokrasiyeke rasteqîn avantaje",hdp,ji,bo,demokrasiyeke,rasteqîn,avantaje

"HDP ji bo demokrasiyeke rasteqîn avantaje"

"HDP û BDP du partiyên xwedî rojên cuda ne. Ji niha û pê ev jî wê rolên wan cuda bin."

A+ A-

DÎREN ROJ - BEHDÎNAN 27.04.2014 07:00:00 Endamê Desteya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Sabrî Ok rêxistinbûyîna nû ya HDP û BDP'ê nirxand û got, "HDP û BDP du partiyên xwedî rojên cuda ne. Ji niha û pê ev jî wê rolên wan cuda bin." Ok diyar kir ku tinebûna koma BDP'ê li parlamentê wê ji bo Kurdan valahî nebe û got, "Divê hebûna HDP'ê ya li meclîsê ne weke valahiyekê, mîna avantajekê bê dîtin."

Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok nîqaşên li ser HDP, rêxistinbûyîna nû ya BDP'ê nirxand û bibîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di sala 2005'an de her tim partiyeke sîwanî xistibû rojevê. Ok destnîşan kir, ku lewma HDK û HDP projeyeke nû nîne, xwedî paşerojeke nêzî 10 salan e.

HDP NASNAMEYA HEVPAR A HERMÛYAN E

Ok ragihand ku HDP yekane projeya dikare bersivê bide demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye û di vî warî de wiha peyivî: "Em vê dibînin; li Tirkiyeyê bi rastî jî mûxalefetek li hemberî AKP'ê nîne. Ev rastiyeke. AKP hêza xwe jî ji vir digire. Rastiyeke ku Tevgera Azadiyê, rejîma AKP'ê bi awayekî ciddî hejandiye. Rastiyeke ku di nava civakê de rê li ber hişyarbûneke gelekî mezin vekiriye. HDP wê bibe nasnameya hevpar a hemû nasnameyan, hemû çandan û baweriyan."

Ok diyar kir ku yekane projeya jiyana azad a bi hemû çand, bawerî û nasnameyan projeya HDP'ê ye û destnîşan kir ku pêwîste HDP nasname û têgihiştina neteweya demokratîk a Tirkiyeya ji mozaîka çand û nasnameyan biafirîne.

ANTÎ PROPAGANDA BI ZANEBÛN TÊ KIRIN

Ok bal kişand ser antî propagandaya li hemberî HDP'ê tê kirin û da zanîn ku ev propagandayên dijber bi zanebûn tê kirin. Ok da xuyakirin ku AKP, CHP, MHP, Îslama desthilatdariyê û hin derdorên ji xwe re dibêje çep li dijî HDP'ê bûne yek û got, "Çima ev hemû dijberiyê dikin? Ji ber ku zanin ku BDP xwedî taybetmendiya mûxalefeteke rasteqîn e. Ew hemû reşkirin û êrîş nîşan didin ku HDP çiqasî mezin û girîng e."

HEBÛNA HDP'Ê NE VALAHÎ, DEWLEMENDÎ YE

Endamên Desteya Rêveber a KCK'ê Sabî Ok da xuyakirin ku şaş HDP û BDP weke heman partî bê dîtin û anî ziman ku rola her du partiyan cuda ye û wê ji niha û pê ve jî cuda be.

Ok diyar kir ku her du hevdu temam dikin û destnîşan kir ku hebûna HDP'ê ya li meclîsê ji bo Kurdan nabe sedema valahiyê. Ok diyar kir ku HDP wê pirsgirêkên gelê Kurd jî bixe rojeva meclîsê û got, "Her wiha wê wateya têkoşîna azadiyê ya li siyaseta legal bi civakê bide fêmkirin. Misyona xwe ji xwe ev e. Ji ber vê yekê nebûna BDP'ê li meclîsê, hebûna HDP'ê ne valahiyek berevajî ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurd, ji têkoşînê divê weke afirînerî, dewlemendî û çavkaniya enerjiyê bê dîtin. Ji ber vê yekê meşandina siyasetê li gelemperiya Tirkiyeyê bi rêya HDP'ê ne dezavantaj, avantaj e."

BDP WÊ JI DEMOKRASIYA HERÊMÎ RE PÊŞENGIYÊ BIKE

Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok ragihandin ku di hefteyên pêş de wê kongreyên BDP û HDP'ê werin lidarxistin û anî ziman ku BDP wê bi vîzyoneke nû, formateke nû û armanceke nû li Kurdistanê hebûna xwe bidomîne, bixebite.

Ok diyar kir ku di warê afirandina rêveberî û kadroyên siyaseta demokratîk de wê rola akademiyê bileyze û got, "Partî, hêza ku zîhniyeta demokratîk a partiyan diafirîne ye. Em behsa civaka demokratîk, konfederalîzma demokratîk, xweseriya demokratîk dikin. Siyaseta demokratîk afirandina van e. Siyaseta demokratîk, rêxistinbûyîna civakê ji jêrê ve ye. BDP wê bibe partieyke ku vê derxîne holê. Li Kurdistanê ji afirandina siyaseta demokratîk û pêşxistina civaka demokratîk re wê pêşengiyê bide. Wê li Kurdistanê bibe afirîner û parêzvanê siyaseta demokratîk. Li Tirkiyeyê akademiyên siyasetê, dibistanên siyasetê hene. BDP wê li Kurdistanê bibe partiya siyaseta demokratîk. Wê kadro û mejiyê vê biafirîne û nebe partiyeke klasîk a berê xwe dide desthilatdariyê. Wê ji demokrasiya herêmî re pêşengiyê bike. Bêguman di vê çarçoveyê de wê xwe ji nû ve ava bike û li gorî vê rêzikname û bernameyê amade bike."

BDP WÊ BIBE XWEDÎ ROLEKE GELEKÎ MEZIN

Sabrî Ok da xuyakirin ku di warê rêxistinkirina bi zanebûn a gelê Kurd, rêveberiya xwe bi xwe ya gelê Kurd û afirandina rêveberiya cewherî de BDP wê xwedî roleke gelekî mezin be û destnîşan kir ku çavê kadroyên BDP'ê wê ne li parlamenterî, şaredarî, mewkî yan jî meqamê be. Çavê kadroyên BDP'ê wê li xebatek ji bo jiyaneke azad û demokratîk a gelê Kurd be.