"HDP wê pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd veke"
"Tevgereke ku Kurdan rakiribe ser piyan gelo pêkan e ku bixwaze danehevên têkoşînê û îradeya siyasî ya Kurdan qels û lawaz bibe?"
NAVENDA NÛÇEYAN 08.05.2014 08:28:49 Parlamenterên BDP’ê derbasî HDP’ê bûn. Derbasbûna parlamenteran pêşî li gelek nîqaşan vekir. Hê jî ev yek tê nîqaşkirin. Li Tirkiyeyê hin hêzên çepgir û derdorên demokratîk bi nêzîkatiya ku dê Kurd di vê avadaniyê de xwedî giraniyê bin, dibêjin ku ne pêkan e HDP bibe partiya demokratîk a Tirkiyeyê. Hin derdorên Kurdan jî bi wan re metirsiya hêza siyasî ya Kurdan dê di partiyeke bi vî rengî de bihele pêş ketiye. Ev nêzîkatî ne xwedî hişmendiyeke polîtîk e û di heman demê de ji hedef û armanceke cidî ya siyasî jî para xwe negirtine.
Mirov tênagihîje ku bi awayekî neyînî nêzîkî hevparîbûna danehev û cerebeyên hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê û Têkoşîna Azadî û Demokrasiyê ya Kurdan dibin. Heta ku li Tirkiyeyê nêzîkatiya çareserkirina pirsgirêka Kurd çareser nebe, li Tirkiyeyê demokrasî pêş nekeve pirsgirêka Kurd çareser nabe. Heke ku têkiliya di navbera van têgînan de rast be ji yekkirina çavkaniya van herdu demokrasiyan rastir û xwezayîtir tiştekî tune ye. HDP hem dê tevgera şoreşger û demokratîk a Tirkiyeyê bi hêz bike hem jî dê tevgera şoreşger û demokratîk a Kurdan bi hêz bike. Ev yek jî dê Tirkiyeyê demokratîk bike û Kurdan jî bigihîne azadiyê. Kes û derdorên ku bi awayekî neyînî nêzî projeya HDP’ê dibin tu eleqeya wan bi encamên ku dê bi HDP’ê re derkeve holê re tune ye. Li Tirkiyeyê ya bi arastekirin û zêrandina dewletê yan jî bi nêzîkatiya çepgiriya komikî ya teng neyînî nêzî HDP’ê dibin. Hin Kurd jî li cihê ku bi wan re fikara dê çareseriya pirsgirêka Kurd çawa nêz bibe, bi fikara ku dê parlamenterî û şaredarbûna wan were sînordarkirin tevdigerin.
Tevgera Azadiya Kurdan ev 40 sal in ku têdikoşe; di dehezaran şehîdên wê hene. Kadroyên wê yên ku zêdetirî 30 salan li çiyayan dijîn hene. Bi dehezaran kadroyên wê bi dehan, bi bîstan salan di zindanan de mane. Bi sedhezaran kadroyên wê, sempatîzanên wê û alîgirên wê di îşkenceyan re hatine derbaskirin. Tevgereke ku Kurdan rakiribe ser piyan gelo pêkan e ku bixwaze danehevên têkoşînê û îradeya siyasî ya Kurdan qels û lawaz bibe? Gelo çiqas rast û dirûst e û mirov jê bawer dike ku mirov bibêje kes û derdorên ku di têkoşîna azadiyê de tu bedel nedane ji Tevgera Azadiya Kurdan bêhtir gelê Kurd difikire? Tevgera Azadiya Kurdan dixwaze ku têkoşînê bigihîjîne serketinê. Kesên ku qeys û qab jê re tune ye jî hema ew e diaxivin. Fikara hin Kurdên ku îtîrazî HDP’ê didin jî ne ew e ku Kurd bigihîjin jiyana azad û demokratîk. Yan ev derdor bi awayekî bi zanebûn dikevin nav vê rewşê yan jî ji aliyê derdorên ku tu fikareke wan ê ku Kurd bigihîjin azadiya xwe tune ye ve tên arastekirin.
Kurd dê azadiyê di serî de bi têkoşîna xwe, piştre jî bi hevpariya polîtîka û têkoşîna hêzên demokratîk ên welatên cîran dê bi dest bixin. Kesên ku vê daneheva azadî û demokrasiyê yek û hevpar neke şansê wî yê serketinê jî tune ye. Heke ku em ê xwe bispêrin hêza xwe ya cewherî riya çareseriya pirsgirêka Kurd ev e. Alternatîfa vê yekê nêzîkatiya ku xwe ji bo bidestxistina hin tiştan dispêre hêzên derve ye. Ev yek jî li gorî rastiya Tirkiyeyê tişteke pêkan nîn e. Hêzên derve ji bo polîtîkayên xwe yên li ser herêmî gihîştina Kurdan a jiyana azad û demokratîk û bi demokratîkbûna welatên herêmê re îradebûyîna wan, xeter dibînin. Li başûrê Kurdistanê piştgirî dayîna federasyonê û nexwestina çareseriya pirsgirêka Kurd bi hev re di esasê xwe de ne nakok e, berevajiyê vê yekê hev temam dike. Di rewşeke ku neçareseriya pirsgirêka Kurd de polîtîkayeke ku hem Kurdan û li hemberî gefa Kurdan jî Tirkiyeyê bixwevegirêdanê dimeşînin. Kurt û kurmancî bi Kurdan welatên herêmê û gelan bi hev didin şerkirin û bi vî awayî dixwazin hegemonyaya xwe bidomînin. Ji neçareseriya pirsgirêka Kurd gelek hêzên siyasî hene ku dixwazin ji vê rewşê desketiyên siyasî bi dest bixin.
Projeya HDP’ê projeya pûçkirina derdorên ku hewl didin pirsgirêka Kurd neçareserkirî bimîne, ye. Bi saya vê projeyê dê derdorên ku gelan berî hev didin û bi vî awayî deshilatdariya xwe didomînin jî dê derbe bixwe. Li Tirkiyeyê bi vî awayî çareserkirina pirsgirêkê dê ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn jî bibe mînak.
BDP jî li Kurdistanê bi pêşxistina rêxistingeriya civaka demokratîk dê hem îradeya siyasî ya Kurdan û jiyana azad û demokratîk bi hêz bike hem jî dê bibe yek ji pêkhateyên bi hêz a HDP’ê û zemîna wê ya civakî. Ji derdorên ku li hemberî bername û projeya HDP’ê derdikevin re jî divê ku banga aktîf tevli xebatên li Kurdistanê rêxistinkirina civakê bibin û tevli têkoşînê bibin were kirin. Kes û derdorên ku li Kurdistanê tevli rêxistinkirina civakê û xebatên îradekirina Kurdan nabin û li hemberî projeya HDP’ê derdikevin jî ti wateyeke xwe tune ye. Pêşiya çareserkirina pirsgirêka Kurd bi projeya HDP’ê vedibe. Yan na ji AKP’ê yan jî ji partiyeke din li benda çareseriya pirsgirêka Kurd mayîn bi tenê xwexapandin e. Bi dewlet û hikûmetê jî encax mirov bi projeyeke bi vî rengî gav bide avêtin.
Çavkanî: Yenîozgur Polîtîka