'Hebûna leşkerên Tirk li Başûr dijî berjewendiyên gelê Başûr e'
Sefîrê berê yê Çînê û nûnerê Iraqê li NY'ê Dr. Mihemed Îsmaîl diyar kir ku girtina Hevserok û parlamenterên HDP'ê ne qanûnî ye û got; "Girtina parlamenterên HDP'ê ku bi dengê gel hatine hilbijartin, welat ber bi dîktatoriyê ve dibe." Mihemed Îsmaîl diyar kir ku ti mafê Tirkiyê yê destwerdana Mûsilê nîne û got ku hebûna leşkerên Tirk li Başûr dijî berjewendiyên hikûmet û gelê Başûr e
SILÊMANÎ / ROJNEWS
Dr. Mihemed Îsmaîl di sala 1948 hatiye dinê û di sala 1961'ê de ku ketiye nava siyasetê û tevlî PDK'ê bû. Di sala 1970-74'ê tevlî Komeleya Karkeran bû. 1974'ê çû nav YNK'ê. Di 2001'ê heya 2004'ê nûnerê YNK'ê yê Washinton bû. Piştre di 2004'ê de heya 2010'ê Sefîrê Iraqê bû li Çînê. Her wiha ji 2013'ê heya 2016'ê jî nûnerê Iraqê bû li NY'ê li Cenevir. Dr. Mihemed Îsmaîl di hevpeyvînekî taybet de, bersiva pirsên ajansa me yên der barê pêşeroja Mûsilê de, armanca hebûna leşkerên Tirk ên li ser xaka Herêma Kurdistanê, girtina Hevserok û parlamenterên HDP'ê û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd da.
Dr. Mihemed Îsmaîl destnîşan kir ku divê Kurd xwe bi hêz bikin û wiha axivî; "Divê em xwe bi hêz bikin, yekîtiya xwe çêbikin. Eger em yekîtiya xwe çêbikin em ê bikaribin dijminê xwe têkbibin û azad bijîn. Xwe îspatkirin jî bi yekîtî, bi yekrêzî û bi yek dengiyê dibe û divê berjewendiyên netewa xwe li ser hemû tiştî re bibînîn."
Berfirehiya hevpeyvîna ajansa me ya li gel Sefîrê berê yê Çînê û nûnerê Iraqê li NY yê berê yê Iraqê Dr. Mihemed Îsmaîl wihaye:
"Weke hûn jî dizanin dewleta Tirk êrîşî HDP’ê kirin, Hevserok û parlamenterên wê girtin. Êrişî ragihandina Kurdî kirin û girtin. Ev êrîşên li ser ragihandin û partiya HDP'ê hûn weke siyasetmedarek çawa dinirxînin?
Girtina Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag û parlamenterên HDP’ê karekî neqanûnî û li dijî demokrasiyê ye. Ji ber ku bi dengê 5 milyon kesî hatine hilbijartin û ew ji girtine. Ji ber wê pêwîste Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafê mîrovan û hemû aliyê demokratik ji bo azadkirina Hevserok û parlamenterên HDP’ê zextê li dewleta Tirk bikin.
Girtina van têkoşer û parlamenteran ku bi dengê gel hatine hilbijartin welat ber bi dîktatoriyê ve dibe û ber bi xeniqandina azadiyê ve dibe. Tirkiye di vê demê de weke welat, wek hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn wê zereran bibînin. Tirkiyeyê zêdeyî 130 rojnameger girtine, 150 dezgehên ragihandinê girt, 110 hezar karmend ji kar derxistine. Berî ku ev operasyon li dijî parlamenterên HDP’ê pêk were, êrîşî rojnameya kevintirîn a Tirkiyeyê Cumhuryetê kirin û bi dehan karmendên rojnameyê girtin. Ev girtin Tirkiyeyê ber bi dîktatoriyetê ve dibe, zererê dide azadî û demokrasiyê.
'Êrîşên dewleta Tirk nikare Kurdan bêdeng bike'
Gelo ev êrîşên dewleta Tirk yên li ser Bakûr, Başûr û Rojavayê Kurdistanê dikare dengê gelê Kurd bêdeng bike?
Di rastiyê de nikare dengê gelê Kurd bêdeng bike. Niha Tirkiye êrîşî Sûriyeyê dike, gelek leşker anî ye Sîlopya, li ser sînorê Başûrê Kurdistanê. Baregehek leşkerî li Başîka avakirine, herwiha ev çend sale li Başûrê Kurdistanê baregehên wan yên leşkerî hene. Rojane li Binarê Qendîl gelê sivîl qetil dike. Bi hînceta hebûna gerîlayan. Mebesteke xirab a Tirkiyeyê heye, ji bo doza Kurdan çi li Rojava, Bakûr û çi li Başûr be. Ev leşker anîna wê ya ji bo Rojava û Başûr sedema wê ewe ku Kurd negihe mafê xwe. Li cihê ku ev pirsgirêk li Bakûr çareser bike, serî li riyên dîktatoriyê dide. Sedema leşker anîna ser sînorên Rojava û Başûrê Kurdistanê ew xewna Erdogan e ku bibe sultanê nû yê Tirkiyeyê. Ji ber vê çendê caran behsa paymana 1920’an dike ku pêşkeşî Ataturk hatibû kirin û ev ji avakirina Komara Tirkiyeyê bû. Di vê peymana 1920’an de sînorê dewleta Tirk hatibû diyarkirin ku tê de sînorê wê li Başûrê Kurdistanê heta xaneqîn û çemê sîrwan dirêj dibe. Di vî sînorî de Kerkûk, Mûsil û Hewlêr jî hebû. Vê jî weke xewnekê dibîne û ew peyman niha ti qîmetê xwe nîne. Erdogan dixwaze vê xewnê nûjen bike. Di aliyê din de di sala 1923’an de li gorî peymana Lozan ku Mûsil bidin Tirkiyeyê li gel Brîtanya û Fransa kete nava guftûgoyê de. Di sala 1926’an de bi hevpeymana Enqerê de, di encama razîbûna Neteweyên Yekbûyî û lihevhatina Iraq, Tirkiye û Brîtanya de Mûsil ket ser Iraqê û wê li beramberî vê Iraqê petrola Kerkûkê piştî sala 1934'an ji sedî 10 bidiya Tirkiyeyê.
'Hebûna leşkerên Tirk a li Başûr, dijî berjenwendiyên hikûmeta Başûre'
Peymana Enqerê de madeyek heye dibêje eger li Iraqê şer derbikeve û Iraq ber bi parçebûnê ve biçe mafê Tirkiyeyê heye Mûsil û Kerkûkê carek din bigre. Di yasayê de tiştek wiha heye?
Nexêr tiştek wisa nîne. Li gorî min tiştek wisa nîne, eger em temaşe bikin vê madeyê wan bi xwe çêkiriye. Li gori paymana 1926’an û peymana Lozanê Mûsil bi temamî daye Iraqê û Iraqê ji ew petrola sedan deh heta sala 1954'an bi temamî daye Tirkiyeyê. Li gorî qanûna dewleta Tirk ti mafê wî nîne daxwaza van herêman bike, lê ev weke xewne li aliyê din ev anîna leşkeran a li Başûr razîkirina nîjadperestane. Hûn dizanin MHP partiyek nîjadpereste û Erdogan jî dixwaze bibe sultan û sîstema parlamantoyê biguhere sîstema serokayetî. Ji bo vê pêwîstiya wê bi dengê MHP’ê heye, ji bo vê ev hestê neteweyî û nîjadperestî bi kar tîne, ji bo bikare sala bê sîstem û qanûnê biguhere û xwe jî weke sultanek bide nîşandan. Sedemek din jî ewe ku eger ev pêk ne hat tiştek dîn bike, weke leşker anîna Başîka û Başûrê Kurdistanê, ji bo nehêle li Şengalê, Qendîlek din ava bibe ye. Hînceta wan ewe ku gerîla li çiyayê Şengalê ne û ji bo rêya danûstandinê di nava Başûr û Rojava de bibire vê hêza leşkerî beşdar dike. Ev armanca Tirkiyeyê ye û tişta serekî jî Tirkiye li dijî daxwaza gelê Kurde. Ev leşkerên derbasî Rojava û Başûr kirine, li dijî berjewendiyên netewa Kurde û bi taybet jî li dijî berjewendiyên hikûmeta Herêma Kurdisanê ye. Li gorî min ev hewildan bi ser nakeve, ji ber ku gelê Başûr ne gelê berê ye û vê axê teslîmî Tirkiyeyê neke. Di aliyê din de Iraq xwedî serwerî ye û li gorî hemû paymanan Iraq xwedî serweriya wê axe ye ku jêre hatiye diyarkirin. Ku jêre dibêjin xeta Brukselê û Tirkiyeyê jî vê yekê îmze kiriye. Ji ber vê ne bi anîna leşkeran, ne jî bi zextan Tirkiye nikare vê axê bike ya xwe, ne xwesteka hikûmeta Iraqê heye, ne jî xwesteka hikûmeta Herêma Kurdistanê heye. Ji bilî vê eger Iraq qebûl bike jî gelê Iraqê qebûl nake. Her wiha Iraq di sala 2011’an de li gel Amerîka paymanek stratejîk mor kiriye ku Amerîka wê Iraqê li beramberî hemû êrîşan biparêze.
'Wê ji rewşa heyî herî zêde Tirk ziyanê bibînin' Êrîşên dewleta Tirk li Bakûrê Kurdistanê li ser Kurdan berdewam dibin. Operasyonek bi vî awayî dixaze li Başûrê Kurdistanê bide meşandin, wê ser siyaset û Herêma Kurdistanê bandorek çawa çêbike?
Bê guman bandorek xirab heye, ji ber ku li Bakûrê Kurdistanê çiqas aramî û demokrasî hebe, gel çiqas azad bijîn, wê bandorek pozîtîf li Başûr jî bike. Ji ber wê ne aramî li Bakûrê Kurdistanê bandorek nerênî li ser Başûrê Kurdistanê dike. Di hemû aliyan de. Hîvîdarim rêya sereke ya Tirkiyeyê, negirtin, kuştin û binçavkirin be, yekane rê rûniştina ligel nûnerên Kurdan û meseleyê bi aştî û guftûgoyê çareser bikin, ev wê di berjewendiyên Tirkan de be. Ji ber vê eger ev mesele wiha berdewam bikin wê şerê taybet rû bide. Ev şer ji wê rojekê bişewite. Kurd her ziyan nabînin, Tirk û hemû kes wê ziyanê bibînin. Ji ber vê riya herî baş ji bo Tirkiyeyê dest ji dîktatoriyê berdin û riya demokrasiyê bigrin. Pirsgirêka Kurd bi aştiyane û goftûgoyê çareser bikin.
Li Başîka baregeha leşkerên Tirk heye niha jî dixwazin wan leşkeran bi riya muzakereyan bikişînin cihek din yê Başûrê Kurdistanê. Ji derveyî wê, li Bamernê hene, Kanîmasê hene. Nêzî 20 sale beregehên dewleta Tirk hene, hûn vana çawa di bînin? Ji bo berjewendiyên Başûr û Iraqê pêwîste ew vekişin sînorê xwe Tirkiyeyê. Li Herêma Kurdistanê bi cih kirin ne li gorî berjewendiyên Başûrê Kurdistanê ye. Ji bo vê hikumeta Iraqê bi israr daxwaz dike ji tavahî axa Başûrê Kurdistanê derbikevin.
Di vî ali de helwestên Kurdan bi taybet yê PDK’ê ji bo baregehên Tirkan cûdaye, banga we çiye ji bo Kurdan?
Her kes û partiyek bila bizanê ew desthilata niha ya Tirk ligel berjewendiyên Kurdan ber bi şaşitiyê ve çû û ber bi şaşitiyek mezin ya dîrokî ve diçe.
'Mafê Tirkiyeyê nîne beşdarî operasyona Mûsilê bibe'
Operasyona Mûsilê bi hêzên Iraq û pêşmerge ve destpêkir. Artêşa Tirk dervey vê hiştin. Dervehiştina artêşa Tirk di operasyonek bi vî rengî de bandorek çawa li ser pêşeroja operasyonê çêdike?
DYA û hêzên koalîsyonê her wiha Iraq bi eşkere ji Tirkiyê re gotiye ev şer şerê Iraqiyane, bi alikariya hêzên koalîsyon û mafê Tirkiyeyê nîne tevlî vî şerî bibe. Heta niha jî Tirkiye tevil nebûye. Ji ber vê eger Tirkiye beşdar bibe wê rewş hê aloztir bibe û wê Tirkiye di aliyê dîplomasî û aborî de ziyanek mezin bibîne. Li gorî peymana hatî kirin hêzên Iraq û hinek hêzên herêmî wê bikevin nava Mûsil, lê ne pêşmerge ne jî Heşdî el Şêbî nabe bikevin nav Mûsilê, erkê wan paqijkirina derdora bajêr ji çeteya ne.
Eger sibe ji bo pêşeroja Mûsilê muzakere bên li darxistin gelo hikûmeta Herêma Kurdistanê wê li ser mêzê muzakereyê be. Heya ciheki çûyîna peşmergeyan li gorî we baş bû an ne?
Em beşekin ji Iraqê û beşek mezin ji wê derê xaka Başûrê Kurdistane ku gelên şebek û Kurd têde jiyan dikirin û ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatiye dagirkirin, ji bo parastin û rizgarkirina wan erkê me yê nîştîmaniye, ji ber vê em di vê operastyonê de beşdar dibin ku berjewediyê gelê Başûr têdeye. Ji bo vê pêwîste berjewendiyên me li ser hemû tiştî re be. Li nava Mûsilê jı hejmarek gelek ya kurdan heye, ev ji meseleyeke ku divê em bi vî erkî rabin. Lê ji bo piştî rizgarkirina Mûsilê ev meseleyek girînge ku çawa kî, çawa peywendî li gel Mûsil û derdora wê bike ku heta niha ev ne diyare. Azadkirina Mûsil hesane dibe ku ev 21-22 roje operasyon berdewam dike Mûsil wê ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgarbibe. Di nava Mûsil de gelê kurd, Xiristiyan, Sunne têdene gelek qewmên din jiyan dikin, wê çawa bi hev re bijîn. Li ser vê çendê du planên mezin hene, evane yan wê li Mûsilê herêmek ji bo sunneyan çêbikin yan jî wê jiyana weke berî DAIŞ’ê berdewam bikin. Ji bo berjewendiyên ew gelên li wir jiyan dikin. Hikûmeta Iraqê jî vê dixwaze. Lê em nikarin bêjin, ew plan wê bibe, ev hemû dikevin piştî azadkirina Mûsilê.
Li gorî we kîjan ji van planan ji bo pêşeroja Mûsilê başe?
Niha me tenê herêmek heye, lê qanûna bingehîn rê dide ku di nava xaka Iraqê de herêmên din jî hebe, ev li kîjan berên Iraqê be. Li gorî vê qanûnê nîştecihên Mûsilê û derdora wê eger bixwazin herêmek ava bikin, lê dibe ku ev niha zû be, lê bi şertê ku bandor li herêmên welatê ji derve nebe, wekû Tirkiye û Siûdî û Qatar bêjin çima Sunne nîne û pirsgirêkan derbixin, lê divê gelê Iraqê û nîştecihên Mûsilê biryar bidin wê baştir be. Lê ev jî bi xwe re wê pirsgirêkên din derbixwe holê, li herêmên ji herêma Kurdistanê hatine qutkirin weke şengal û cihên dî ku Kurd têdene lê li gorî rêveberiyê ser bi bajrê Mûsilê ve ne, ev jî ji bo pêşerojê pirsgirêkeke. Wê bikevin ser hikûmeta herêmê an hikûmeta navendî yan jî ewê ji bo xwe herêmek çêbikin. Ev hemû ihtimalin. Lê li gorî min riya herî baş plana duyeme ku nîştecihên Mûsil weke berê di nava hev de jiyan bikin.
Rojhilata Navîn bi giştî di nava rewşek aloz de ye, banga we ji bo tevahî gelê Kurd çiye?
Bi salane gelê Kurd ji bo bi destxistina mafê xwe têdikoşe. Maf tê standin, nayê dayîn. Eger nayê dayîn divê em xwe bi hêz bikin, yekîtiya xwe çêbikin. Eger em yekîtiya xwe çêbikin emê bikaribin dijminê xwe têkbibin û azad jiyan bikin. Eger Kobanê nebûya ew Rojavaya niha ne dibû. Keç û xortên Kobanê îspat kirin ku gelê Kurd hene. Pêwîste rêz ji bo wan bê girtin û alîkarî bê dayîna wan. Ev jî bû sedem ku Amerîka niha piştgiriya wan dike li beramberê hêzên herêmî û derdor. Divê Kurd xwe îspat bikin. Xwe îspatkirin jî bi yekîtî, bi yekrêzî û bi yek dengî dibe û divê berjewendiyên netewa xwe li ser hemû tiştî re bibînîn.
(ab/sk)